Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koçberên Efrînê: Heyanî Nefesa Dawiyê Berxwedanî

24/10/2024
in NÛÇE
A A
Koçberên Efrînê: Heyanî Nefesa Dawiyê Berxwedanî
Share on FacebookShare on Twitter

Li seranserî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk ku ji 23 yê Cotmehê ve pêk tên berdewam dike. Li hember van êrîşan tavahî gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe daketin qadan û helwesta xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyê nîşan dan.

Zana Roj/ Şehba

 Dagirkeriya Tirkiyê di berdewamkirina socên şer û qirkirina gelê Kurd de, careke din ji 23 yê Cotmehê ve êrîşên hovane li tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Şehbay heyanî Dêrîkê dane destpêkirin. Di Encama van êrîşan de bi dehan welatî û zarokên herêmê jiyana xwe ji dest dan. Dagirkeriya Tirkiyê bi zanebûn binasaziya herêmê digire hedef û di encamp de gelek ziyan hatin rûdan. Faşîzma Tirkiyê weke her car bi van êrîşan îradeya gelan û ya Rêveberiya Xweser di herêmê de digire hedef.

Li hember tavahî êrîşên dagirkeriya hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe daketin qadan û helwesta xwe ya berxwedan û têkoşînê raber kirin. Li Kantona Efrîn û Şehbayê jî bi heman armancê li hemû navçeyan meş hatin birêxistin kirin û gel daketin qadên berxwedanê. Têkildarî vê mijarê koçberên Efrînê yên bi navê Senae Bereket û Mihemed Xelîl ji rojnameya me re axivîn.

Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re berdewamkirina êrîşan

Senae diyar kir ku ji destpêka avabûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve û dagirkeriya Tirkiyê şerê herêmê dike û wiha got: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi ked û bedelên gelek mezin û buha hatiye avakirin û gihîştiye vê astê. Rûxmî dijminahiya Dagirkeriya Tirkiyê yê bi deh sala li hember Tevgera Azadiyê û tu encamp bi dest nexistiye, bi Avabûna yekbûna gelan, pirojeya Demokrasiyê ya rêber APO û Îlankirina Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Zêdetirî 10 sala ye êrîşên hovane yên li dijî gelên herêmê nehatine rawestandin”.

`Bedelên ku hatine dayîn wê ji dubarekirina dîrokê re rê nedin`

Senae destnîşan kir ku faşîzma Tirkiyê bi teknîk û çekên herî pêşketî êrîşên xwe pêk tîne û wiha pê de çû: “Li hember Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên gelek wehşî hatine destpêkirin. Dagirkeriya Tirkiyê careke din li hember sivîl û zarokan çek û teknîkên herî pêşketî bikar tîne. Faşîzma Tikriyê li hember gelê Kurd bi sedan komkûjî pêk anîne û hîn jî berdewam dibin, di van komkûjiyan de giyanên bê sûç û gunek dibin qurbanî.

Em gelê Kurd in çawa ku me kerî serî li hember tavahî sîstem û dewletên ku dixwastin me qir bikin sekinîn û em gihîştin vê rojê. Em ê bi giyan, can û zarokên xwe li hember êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyên girêdayî wê bisekirin û vala derxin. Destkeftî û serkeftinên ku bi canê ciwanên vî welatî hatine bidestxistin wê ji dubarekirina dîrokê re rê nedin”.

Heyanê nefesa dawiyê …berxwedanî

Her wiha Mihemed Xelîl anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê li hember doza gelê kurd û Tevgera Azadiyê têk çûye û wiha domand: “Faşîzma Tirkiyê bi şerê ku li hember Tevgera Azadiyê daye destpêkirin negihîşt tu encaman, bi dîlgirtina Rêber APO û ferizkirina sîstema îşkencê di Êmraliyê de dîsa tu encam bidestnexitin. Di vê serdemê de dagirkeriya Tirkiyê di wê baweriyê de ye ku li hember hêza Tevgera Azdiyê û doza gelê Kurd bi bin ketiye û êdî hêza wî ya guhartina vê rastiyê nema ye. Doza Gelê Kurd ya ku bi felsefe û paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan gihîştiye navnetewî û deng vedide, heqîqeteke û her kes wê vê heqîqetê qebûl bike.

Ji lewra Dagirkeriya Tirkiyê bi kîn û hêrsa têkçûnê tavahî sînor, binasaziya herêmê û gelê sivîl dike hedef. Li navçeya Til Rifetê ya ku piraniya wê koçberên Efrînê tê de jiyan dikin bi wehşî hate toparan kirin û di encam de koçberên Efrînê şehîd û birîndar bûn. Bê guman li hember vê yekê em gelê Efrînê yên ku ji 7 salan ve bi biryardarî û li ser bingeha vegera Efrînê li herêma Şehbayê li berxwedidin û şer dikin, em careke din li hember van êrîşêm nû û li hember bedelên ku hatine dayîn. Soza berxwedanî, têkoşîn û tolhildanê heyanî nefesa dawiyê nû dikin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.