Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

104 Şehîd hatin bibîranîn

17/08/2018
in Uncategorized
A A
104 Şehîd hatin bibîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Li Serêkaniyê şehîdên ku di mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê yên salên cuda de li Bakurê Sûriyeyê û Rojava şehîd ketin, hatin bîranîn.

Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Serêkaniyê bi bîranînekê, 104 şehîdên di mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê ku di salên cuda de li Rojava û Bakurê Suriyê şehîd ketine, bi bîr anîn. Bîranîn li hola şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî ya Serêkaniyê pêk hat. Di bîranînê de malbatên şehîdan, şervanên  YPG/YPJ’ê, saziyên Rêveberiya Xweser tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê û wêneyên 104 şehîdan hatin daliqandin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêrîn Şêxê axivî. Şêrîn şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anîn, sersaxî ji malbatên 104 şehîdan re xwest û wiha got: “Ev ax bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Em li ber bîranîna şehîdan bejna xwe ditewînin.”

Li ser navê hêzên leşkerî Şahoz Kobanê axivî û xêrhatina malbatên şehîdan kir. Şahoz anî ziman ku şêrê azadiyê yê ku bi fîşeka 15 Tebaxê dest pê kir, îro li Rojava berdewam e. Şahoz bang li malbatên şehîdan kir ku bila baş bizanin ku dê her tim li ser rêya şehîdan bimeşin û wan qet ji bîr nekin.

Li ser navê Kongreya Star jî dayika Şehîd Şiyar Zelîxa Mislim axivî û bang li dayikên şehîdan kir ku bila rondikan nebarînin, zarokên wan şehîdên şeref û azadiyê ne, bila bi wan serbilind bin.

Piştî axaftinan malbatên şehîdan yek bi yek axivîn û li ser zarokên xwe helbest gotin.

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.