Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Karmendên tenduristiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî dan

24/10/2024
in NÛÇE
A A
Karmendên tenduristiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî dan
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk yên ku li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine destpêkirin, Îro ji aliyê Kadroya Bijîşkî ya Saktora tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ve daxuyaniyeke şermezarkirinê hate dayîn.

Ji şeva 23’yê Cotmehê ve dagirkeriya Tirk bi hovane tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê toparan dike, di encama van êrîşan de bi dehan sivîlên herêmê ji jin û zarokan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Li dijî van êrîşan Kadroyên Tenduristiyên li Kantona Efrîn û Şehbayê, bi beşdarbûna bi dehan ji bijîşk, endamên nexweşxaneyê û Desteya Tenduristiyê daxuyanî hate dayîn.

Daxuyanî li Nexweşxaneya Avrîn hate dayîn û bi her du zimanêm Kurdî û Erebê hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de ev hate gotin: “Rêjîma Tirk a faşîst komkujiyan li dijî sivîlan û gelên Rojhilata Navîn bi giştî û gelên Rojava bi taybet pêk tîne û polîtîkaya jînosîda di derheqê gelê kurd li beramberî bêdengiya civaka navdewletî pêk tîne, ev kiryarên sûcî gihiştine asta sûcên şer in û divê hesapirsîna wê ji zagonên navdewletî were xwestin.

Daxuyanî wiha hate berdewamkirin: “Doh, dewleta Tirk a dagirker bi awayekî lezgîn herêmên Rojava ji Şehba heya Cizîrê bombebarankirin, di encamê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn, her wiha bajarokê Til Rifatê hat bombebarabkirin û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn û ew ji bo dermankirinê ji nexweşxaneya kantonê re hatin rêkirin, her wiha saziyên jîndarî û navendên bijîşkî di nava van armancan de bûn, dewleta tirk hewil dide bi rêya pêkanîna cûreyên komkujiyên herî hovane di derheqê gelê me yê li Rojava de bê ku çareseriyek ji bo doza kurdî were dîtin aloziyên xwe yên hundirîn ber bi derve ve dibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de sûcên li dijî sivîlan hate şermezar kirin her wiha bang li aliyên têkildar kirin û wiha hate gotin: “Em kadroyên bijîşkî di saktora tenduristiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê de van kiryarên sûcî yên ku rêjîma cînayetkar di derheqê sivîl û navendên tenduristiyê de pêk tîne bi tûndî şermezar dikin û em banga civaka navdewletî, rêxistinên tenduristî ya cîhanî û encûmena mafên mirovan dikin ku bi awayekî lezgîn destwerdanê ji bo van tewanan  rawestînin û dagirkeriya Turkiye ji ser xakên Sûriyeyê bi dawî bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.