Hevseroka Yekîtiya Êzidiyên Herêma Efrînê Suad Hiso diyar kir ku Erdogan û Iraqê di şexsê Zekî Şengalî de xwestin ku carek din kurdên Êzidî qir bikin û fermana 73’yan dubare bikin. Lê tu caran wê îrade û vîna kurdên Êzidî neyê şikandin.”
Hevseroka yekîtiya Êzîdiyan ya Herêma Efrînê Suad Hiso li ser êrîşa balafirên şer yên dewleta Tirk ku di 15’ê Tebaxê de li dijî Şengalê pêk anî û di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî de şehîd bû, axivî.
Suad di destpêka axaftina xwe de êrîş şermezar kir û anî zima ku êrîş di encama peymanên qirêj yên di navberê Erdogan û Ebadî de hagiye kirin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Suad wiha got: “Ji ber ku Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî xwedî li Êzidiyan derdiket û hişt ku gelê Êzidî li Şengalê xwe bi rêxistin bikin, Erdogan û Ebadî di kesayeta Zekî Şengalî de xwestin ku Kurdên Êzidî qir bikin û êrîşên DAÎŞ’ê yên 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî Êzidiyan dewam bikin û fermana 75’an pêk bînin.”
Suad, di berdewamiya axaftina xwe de bang li Êzidiyan kir li dijî van êrîşan rabin ser piyan, çalakiyan li darbixin û li hember dijminê mirovahiyê dewleta tirk ku bi salane êrîşî Êzîdiyan dike, li ber xwe bidin.”
Hevseroka Yekîtiya Êzidiyên Herêma Efrînê Suad Hiso Di dawiyê de wiha got: ”Ti caran hêvî û îradeya gelê Êzîdî naşikê, ji ber ku li ser fikir û Felsefeya Rêber Apo dimeşin. Heta dilopeke xwîn di canê me de hebe, em ê berxwedana xwe dewam bikin, tola şehîdên riya azadiyê hildin û rêberê xwe azad bikin.”…JINNEWS