Ronaz Silêman/Qamişlo
8’emîn pêşengiha şehîd Herekol a pirtûkan di roja xwe ya dawî de bi xelatkirina hemû weşanxaneyan bi dawî bû.
Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê, salane Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar dixe û di nava pêşangehê de gelek çapxane beşdar dibin.
Îsal jî 8’emîn pêşangeha şehîd Herekol di 15’ê Cotmehê de bi dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya bajarê Qamişlo dest pê kir û îro ku 22’ê Cotmehê ye bi dawî bû. Di van 8 rojan de 54 çapxane û saziyên wêjeyî bi 143 hezar pirtûk û bi 15 hezar sernavan beşdar bibûn.
Pêşangeh di roja xwe ya dawî de xebatên xwe bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyan şehîdan dest pê kir.
Piştre xêrhatina hemû kesên beşdarvan hate kirin û axaftina destpêkê ji aliyê komîteya amadekar Ebûd Mixsû hat kirin.
Ebûd Mixsû di gotinên xwe de xweşiya van rojan anî ziman û wiha got: “Ev rojên dîrokî ne ku me demên xwe di nava pirtûkan de qedand, herwiha ev pêşangeha ku îro hate lidarxistin yek ji encamên vê şoreşê ye û ev pêşangeh koka çanda me diyar dike. Di heman demê de hemû weşanxane, mêvanên rûmetê û hêzên Ewlekariya Hundirîn spas kirin.”
Di heman demê de Hevseroka Desteya Çandê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Serfiraz Şerîf diyar kir ku pêşangeh hizkirina me ji jiyan nîşan dide û wiha got: “Ev pêşangeh destkeftiyeke ji destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bû derfetek da ku her kes berhemên xwe li vê pêşangehê parve bike. 2 hefteyên tijî çalakî û berhemên giranbûha bû. Bi hêviya ku sala bê pêşangeh hîn ji ya îsal baştir be.”
Piştre xelat ji hêla Desteya Çandê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîr hat dayîn. Xelata yekemîn ji bo malbata şehîd Herekol bû û ev xelat radestî dayika şehîd Herekol hate kirin. Xelata 2’emîn ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin. Xelata 3’emîn diyarî mamoste û nivîskar Arşek Beravî hate kirin, Xelat 4’emîn diyarî nivîskar Merwan Berekat hate kirin. Herwiha xelateke taybet ji bo pêşkêşvan Delîl Doxan hate kirin.
Di çalakiya dawî ya pêşangehê de xelat ji bo hemû weşanxaneyên ku beşdarî pêşangehê bibûn ha
tin kirin.






