Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê kêfa wan di ber wan de bimîne

17/08/2018
in Uncategorized
A A
Wê kêfa wan di ber wan de bimîne
Share on FacebookShare on Twitter

Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir ku sûîqesta dewleta Tirk a li Şengalê di encama hevdîtin û bazareke mezin de pêk hatiye û got, “Di demeke pir nêz de wê kêfa wan di ber wan de bimîne.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê li ser êrîşa hewayî ya li Şengalê ku dewleta Tirk 15’ê Tebaxê li Şengalê li dijî endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand. PKK’ê bi taybetî bal kşand ser hevdîtinên navbera Enqere, Hewlêr, Bexda û Washîngtonê de kir û got, “Hevdîtin û bazara navbera van hêzan ji bo kuştina Zekî Şengalî bû.” PKK’ê wiha dewam kir: “Şagirtên Mam Zekî, milîtanên Apoyî yên qewîn wê hesabê kiryarên kujerên faşîst qat bi qat ji wan bipirsin.”

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:

“Ji ber êrîşa hewayî ya hêzên artêşa TC a faşîst-qirker ku roja 15’ê Tebaxê li xaka qedîm a Kurdistanê li Şengalê kir, Mamê civaka Kurd a Êzidî Mam Zekî, şervanê azadiyê yê leheng ê gelê Kurdistanê, milîtanê kedkar ê tevgera me ya azadiyê, endamê Koordînasyona Civaka Êzidî hevrê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) şehîd bû.

Êrîşa li dijî Zekî Şengalî êrîşa li dijî hebûna Kurdên me yên Êzidî û rêveberiya xweseriya demokratîk e. Êrîşa 15’ê Tebaxê ya li Şengalê ku bi balafirên şer ên TC’ê hate kirin, di heman demê de êrîşa li dijî yekîtiya demokratîk û xwişk-biratiya gelên Şengalê ye. Êrîşek li dijî hebûn û azadiya gelê Kurdistanê ye. Bi êrîşeke wiha xwestin pêşî li demokratîkbûna Iraqê û Başûrê Kurdistanê bigirin. Ev êrîş dewama êrîşa DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an û êrîşa TC a 24’ê Nîsana 2017’an e. Beşek ji êrîşên hêzên TC ên faşîst ên li dijî Efrîn û Bradostê ne. Ya ku faşîzma DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de nekarî bike û jê nehat, faşîzma AKP-MHP’ê roja 15’ê Tebaxê xwest bike.

HEVDÎTIN Û BAZARÊN MEZIN LI SER HATIN KIRIN

Di vir de lazim e ev pirs bi vekirî were pirsîn: Hêzên TC ên faşîst-qirker bi kîjan maf û hiqûqê her carê bi balafirên şer, tank û topan bomberdûmanê li Şengalê û xaka Başûrê Kurdistanê dike? Gelo Iraq dewletek e û li Bexdayê hikumetek heye yan na? Eger hebe, wê çaxê balafirên şer ên TC bi daxwaz û destûra vê dewlet û hikumetê bombeyan li Şengalê dibarîne? Rêveberiya li Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê ji bo vê bomberdûmanê çi dibêje? Qada hewayî ya Iraqê bi dehan salan e ji aliyê DYA’yê ve tê parastin. Wê wextê, gelo balafirên şer ên TC’ê bi destûr û daxwaza DYA’yê bombeyan li Şengalê dibarînin? Eşkere û li pêş çavan e; serdana rojek berê ya Serokwezîrê Iraqê li Enqereyê, hevdîtinên îstîxbaratê yên navbera MÎT û îstîxbaratên PDK û YNK’ê, hevdîtinên generalekî DYA’yî yên hefteyek berê li Enqereyê pêk anîn, hemû ji bo vê bûn! Ji bo kuştina Zekî Şengalî ev demeke dirêj e di navbera van hêzan de hevdîtin û bazarî hatiye kirin!

KÊFA WAN WÊ DI BER WAN DE BIMÎNE

Kujerên faşîst-qirker ji ber ku şervanekî wiha yê azadiyê kuştine, çiqasî ji wan tê bila kêf bikin, bila bikin qareqar. Di demeke gelekî nêz de wê ev kêf û xweşiya wan di ber wan de bimîne. Di serî de jin û ciwan, gelê Kurdistanê bi taybetî civaka me ya Êzidî çawa ku faşîzma DAÎŞ’ê temirand, wê bi rêya têkoşîna xwe ya azadiyê, faşîzma AKP-MHP’ê jî bitemirîne. Weke şagirtên Mam Zekî, weke milîtanên Apoyî yên qewîn wê hesabê kiryarên kujerên faşîst qat bi qat ji wan bipirsin.”

Post Views: 68
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.