Birûc Resûl/Qamişlo
Di Roja 6’an de ji Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol çalakiyên cuda hatin lidarxistin.
8’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a di bin dirûşma “Ka Em Xwendinê Bikin Şêweyekî Jiyanê” li seranserî 8 rojan li hola Zana a bajrê Qamişlo tê birêxistin kirin, pêşengeh îro roja xwe ya 6`emîn de jî bi şahiyek hunerî dewam kir.
Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve hatiye birêxistinkirin û heya 22ˈyê Cotmehê wê dewam bike. 54 sazî û weşanxeyên xwecih, erebî û navneteweyî tevlî pêşangehê bûne û di pêşangehê de her roj bi çalakiyên wêjeyî, hunerî tên lidarxistin






