Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

7’emîn Salvegera rizgarkirina Reqayê hat pîrozkirin

20/10/2024
in NÛÇE
A A
7’emîn Salvegera rizgarkirina Reqayê hat pîrozkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa/ Reqa

Rêveberiya Xweser û şîniyên bajatê Reqayê, salvegera 7`emîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê pîrozkirin û soza rizgarkirina herêmên dagirkirî dan.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xwaser Demokratîk a Bakur-Rojhilata Sûriyeyê bi boneya 7’emîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê, li stargeha El-Beledî a Reqayê ku yek ji xirabtirîn navendên binçavkirinê, girtîgeh û “bazarên koleyan” di serdema çeteyên DAIŞ’ê de bû, şahiyek tê de hat lidarxistin.

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi nûnertiya hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan Sîham Qeryo, hevserokê Meclisa Rêveber Hisên Osman, Avîn Suweyd û cîgirê wan Cebraîl, Rêveberiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, navdar, şêx û rûspiyên eşîran û nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiye, kom û tevgerên jinan û saziyên civaka sivîl di Şahiyê de amade bûn.

 

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê Şehîdan destpê kir, piştre hevserokê Meclisa Rêveber Hisên Osman biryardariya xwe ya ji bo parastina destkeftiyên gel da, û xwe dispêrin hevbendiya xwebexş û çarenûsî ya gelan ji bo bilindkirina ewlehî û bextewariya bajaran û parastina nasnameya wan a azad.

Piştre hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê Hêvîn Îsmaîl axivî û bixêrhatina beşdaran kir û salvegera rizgarkirinê pîroz kir û got: “Em Şehîdên xwe yên mezin bi bîr tînin, yên bê fedakariya wan me serkeftin bi dest nedixist.”

Hêvîn Îsmaîl her wiha got: “DAIŞ bajarê Reqa ji bo operasyonên xwe yên terorîstî yên hovane li Sûriye, Iraq û cîhanê wek destpêkek girt, ji ber ku dîmenên hovane yên serjêkirin, jinan li bazarên Reqqayê wek kole difirotin, tu carî di nav xelkê de nayên jibîrkirin. di heman demê de êşkence û heqaretên ku li gel hatine kirin.”

Hêvîn Îsmaîl bal kişand ser hevgirtina gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê di rizgarkirina bajarê Reqayê de, da ku ewlehî û aramî pêk were.

Hêvîn Îsmaîl destnîşan kir ku: “Piştî heft salan ji rizgarkirina bajêr, em careke din metirsiya têkbirina bi cidî di qonaxa duyemîn a hemleya jinavbirina dawî ya DAIŞê de bi bîr tînin û em hişyariyê jî didin ku li hember guhnedana bangên xwe çareseriyek ji pirsgirêka kampan re bibînin û tiştên ku di şer de wêran bûne bên sererastkirin.”

Her wiha Serokê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Sîwar Reqa jî axivî û got: “Em pîrozbahî û silavên xwe yên bilind pêşkêşî gelê xwe yê berxwedêr yê Reqayê û malbatên şehîdên qehreman ên ku bi fedekariya herî bi qîmet dane ji bo azadî û rûmeta welatê me yê ezîz dikin.”

Siwar Reqa amaje bi wê yekê kir ku bêyî israra “qehreman û şehîdên me û berdewamiya sekna wan” rizgarkirina bajarê Reqayê ji lepên çeteyên DAIŞ’ê pêk nedihat.

Berdevka Meclîsa Jinê a Zenûbiya Buseyna Ebdo salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê pîroz kir û wiha got: “Bi rewşên ku şêniyên bajara Reqayê di dema kontrolkirina çeteyên DAIŞ’ê de dîtin, kir ku sûcên herî hovane li dijî gel pêk anîn, di nav de kuştin û koçberkirin, bi taybetî li dijî jinan.”

Buseyna Ebdo rola şehîdên me yên jin û berxwedana wan a mezin bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bilind nirxand û got: “DAIŞ têk çû û projeya wê ya terorîst li hemû herêmê hate pûçkirin, lewra şoreşa rizgariya ji terorê bûye cejna ku tê de jinên me li hev kom dibin û li dijî “Terorîzmê” disekinin.”

Buseyna Ebdo teqez kir: “Em weke Komnûna Jinan a Zenûbiye a kantona Reqayê tekez dikin ku em ê li gel Yekîneyên Parastina Jin yekitiya xwe bidomînin heta ku dagirkerî were şikandin û teror bi temamî were jinavbirin û em ê berdewam bin. Emê li berxwa bidin heya nêzîkatiya azadî û hişmendiyê ku bû sedemek bingehîn û motîvasyoneke xurt ji bo jinavbirina dagirkeriyê û azadiya terorê heta ku projeya netewa demokratîk û biratiya gelan li hemû welatan pêk were.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl û Mişleb El-Turkan, Meclîsa Malbatên Şehîdan, birîndarên şerê li Reqayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi rêzdarî rêz kirin.

Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Reqqayê bi govend û şanoyê yên Koma işrîn layalî a Navenda Çand û huner, Koma Palmîra û Koma Hêlîn Cûdî ya stranan bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.