Serokê buroya Partiya Sûriya Pêşerojê li Helebê Mihemed Hac Mustefa diyar kir ku, sedema aloziya Sûriyê hişmendiya sîstema desthilat e û wiha got: “Armanca me avakirina Sûriyeke nû nenavendî, pir-rengî û demokratik e.”
YEKBÛNA AXA SÛRIYÊ TEKEZ DIKE
Serokê buroya Partiya Sûriya Pêşerojê li Helebê Mihemed Hac Mustefa di destpêka nirxandina xwe de bal kişand li ser erkên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û got: “Partiya Sûriya Pêşerojê, ji bo pêkanîna guherîna demokratîk, rêbazê têkoşîna aştiyane hildibijêre. Li ser hîmên pir-rengî û azadî û demokratîk, yekbûna axa Sûriyê tekez dike.”
PARTÎ HEWCEYEKE DÎROKÎ BÛ
Mustefa da zanîn ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê partiya wan weke pêwîstiyekê hatiye avakirin û got, “armanca partiya me ew e ku şer û aloziya li Sûriyê bi dawî bike û Sûriyeke demokratîk û pir-rengî ava bike.”
ALOZÎ XWE DISPÊRE ŞÊWEYÊ SÎSTEMA HEYÎ
Hac Mustefa têgîna nenavendiya demokratîk wiha pênase kir: “Nenavendiya demokratîk di çarçoveya cudatiya karê her sê rêveberiyên zagonsaz, birêvebirn û dadweriyê de tê destgirtin. Partiya Pêşerojê hewl dide bandora navendê li ser şaxan kêm bike û xweseriyên herêman li gorî destûra Sûriyeya nû biparêze.”
Mustefa da zanîn ku cewherê aloziya Sûriyê xwe dispêre naverok û şêweyên sîstema desthilat û got: “Ev hişmendiya despot bû sersebebê beralîkirina çandên dîtir ên Sûriyê û alozî bi xwe re gir kir. Venerîna tendirust a çareseriyê jî xwe dispêre hevbeşî, pir-rengî û qebûlkirina çandên dîtir. Nasnameya pir-rengî jî hewceyî avakirina Sûriyeke sivîl û veguherîna ber bi sîstema nenavendiya demokratîk û rêveberiya pir-rengî ya parlemantoyê ye. Bi vê şêweyê sîstema nû re, wê herêmên Sûriyê xwedî xweseriyeke zagonsaz, birêveberî û dadweriyeke ber fireh bin.”
BERJEWENDIYA GELÊN SÛRIYEYÊ ESAS E
Mustefa destnîşan kir ku partiya Pêşerojê li ser hîmên wekheviyê têkîliyan bi hemû partiyên Sûriyeyî re ava dike û ev tişt anî ziman: “Bingeha têkîliyên me berjewendiya welêt û gelên Sûriyê ye. Ancax ev jî bi riya organîzekirin û pêşxistina têkîliyên partiyê bi partî, hêzên siyasî, çalakiyên civakî û rêxistinên civaka sivîl re li gorî prensîb, siyaset û armancên partiyê pêkan bin. Mustefe tekez dike ku di vê derbarê de gelek hevdîtin bi partiyên cuda yên Sûriyê re çêbûne û got: “Bi rêjeyeke cuda, hema bêje em li hemû parêzgehên Sûriyeyê cih digirin.”
SIBEROJ WÊ BAŞTIR BE
Mustefa erkên şaxên Partiya Sûriyeya Pêşerojê jî wiha diyar dike: “Hemû şaxên me li gorî plansazî û bernameyek ku siyaset, prensîb û armancên partiyê rave dikin, têkoşîn dike. Li ser van bingehan her şaxek li gorî herêma ku lê, çalakiyên çandî, fikrî û siyasî li dar dixe. Armanc jî ew e ku em têgihiştina demokratîk û neteweyî nava hemû beşên gelên Sûriyeyê de belav bikin.”
Di dawiyê de Serokê şaxa Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Helebê Mihemed Hac Mustefa got: “Gelek proje û bernameyên cuda li pêşberî me ne. Ji bo siberojeke baştir ji hemû nifşên Sûriyeya demokratîk, pir-rengî û nenavendî re, em ê di rojên pêş de, bi awayekî hê çalaktir plansazî û bernameyên xwe pêk bînin.”
Idrîs HENAN