Umer Salih diyar kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, ew e ku nehêlin gelê Êzidî azad bijî û xwe bi rêve bibe.
Têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê ku di encamê de Endamê Koordanîsyona Civaka Êzidî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî şehîd bû, Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan axivî û diyar kir ji bo ku gelê Êzidî negihîje azadî û mafên xwe dewleta Tirk di nava êrîşan de ye.
Umer diyar kir êrîşa dewleta Tirk di salvegera êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de pêk hat got, “Ev jî tesaduf nîne û plankarî ye. Şengal wê li dijî van hemû êrîşan tekoşînê bike.”
Umer Salih destnîşan kir ku êrîşa li ser Şengalê di encama lihevkirina hikumeta Bexda û AKP’ê de pêk hatiye û wiha dewam kir, “piştî têkçûna DAIŞ’ê, ev êrîş ji bo şikandina vîna gelê Êzidî û tunekirina hebûna wî pêk hat.”
Umer Salih destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser Şengalê bi armanca têkbirina projeya azadî û bidestxistina mafên gelê Êzidî armanc dike. Umer wiha got: “Dewleta Tirk li dijî lidarxistina kongreya Kurdistanê ya netewî disekine, lê mixabin Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) destê xwe dike destê dewleta Tirk û li dijî desketiyên me tevdigerin.”
Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan Umer Salih di dawiyê de diyar kir ku bêdengiya hikumeta başûr tê wateya ku ew jî hevkarê êrîşên li ser Şengalê ne.