Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Fikrê Rêber Apo dikare cîhanê ji nû ve ava bike’

20/10/2024
in ROJEV
A A
‘Fikrê Rêber Apo dikare cîhanê ji nû ve ava bike’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan diyar kir ku li hemberî sîstema işkence û qirkirinê ya ku li dijî Rêber Apo li Îmraliyê tê meşandin, pêwîste gelê kurd û tevahiya gelên azadîxwaz rabin ser piyan.

Ji sala 2011’an ve tecrida girankirî ya li ser Rêber Apo bi şêwazekî din hatiye meşandin û veguherî sîstema işkence û qirkirinê. Piştî axiftina telefonê ya sala 2021’an, agahî ji Rêber Apo û hevalên wî yên di girtîgeha Îmraliyê de,nayê girtin. Piştî Erdheja ku li Bursa jî qewimî fikarên derheqê jiyan û tendirustiya Rêber Apo de zêdetir kir.

Têkildarî sîstema işkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, birayê wî Mihemed Ocalan ji rojnameya me ra axivî.

‘Ev 25 sîstema işkence û qirkirinê li Îmraliyê didome’

Birayê Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji 15’ê Sibata 1999’an ve, dewleta Tirk ya dagirker şêwazekî nû li ser Rêber Apo û dilgirtiyên siyasî dimeşîne. Asta îşkence û tecrîdê carna sivik dike, carnan jî giran dike. Ev dide xuyakirin ku li gor zagonên xwe nameşin. Hevdîtîna herî dawî ya li gel Rêber Apo ya wek malbat, di sala 2020’an de bû. Ti kesî bawer nedikir ku dewleta Tirk ewqas  işkenceyê giran bike. Rêber Apo jî dibêje ‘Siyaseta li gel dewletê ne hûn û ne Qendîl jî, dikare bimeşîne.’  Rêber Apo dide xuya kirin ku tecrîda li ser wî tê meşandin lawaziya kar û xebatên kêmin. Yê herî zêde li gel Rêber Apo çûye hevdîtinê ezim. Ji ber wê ye ez jî lawaz mam. Min jî nekarî Rêber Apo baş bidim fêmkirin. Raste Tevgera Azadiya Gelê Kurd jî, me jî hin hewildanên giranbûha dan nîşandan. Lê ev têrker nebû. Weke kesayeta min jî, min nekarî di asta têrker de ji Rêber Apo fêm bikim û tecrîda girankirî bidin sekinandin.”

‘ Li ser Malbata Ocalan jî  tecridek tê meşandin’

Mihemed Ocalan axiftina xwe wisa qedand: “Bi avakirina Tevgerê û demên piştre izalasyon û zextek mezin li ser malbatê jî hat meşandin. Hertim endamên malbatê di bin zexta dewleta Tirk ya dagirker den e. Pergala dewleta Tirk ya dagirker ne me dikûje û ne jî destûr dide em jiyan bikin. Ji ber kuştin û qirkirinê zêdetir zextên taybet li ser malbatê tê meşandin. Rêber Apo tinebûn kire hebûn. Em jî pêwiste wek gel êdî rabin ser xwe û keda bi sedan salan vala dernexin. Rêber Apo ev sala 26’an di destê dewleta Tirk ya dagirker de dîl girtîy e. Pêwîste êdî em rabin serhilandanan bertekên xwe bidin diyarkirin. Ev 4 salin li Rêber Apo û hevalên li cem dimînîn ti agahî nayên girtin. Em ne wek malbat û ne jî  parêzerên Rêber Apo bi ti awayî nikarin li gel Rêber Apo hevdîtin bikin. Em derheqê tenduristîya Rêber Apo metirsî jiyan dikin û bifikarin.  Ev tenê ne wek malbat daxwaziya hemû gelên azadîxwaz e. Em niha nizanin Rêber Apo jiyan dike an na? Divê demildest agahiyek ji mere bê dayîn. Banga min ji bona hemû gelên welatparêz e ku ji bona tecrida li ser Rêber Apo û aloziyên ku herêm di bin de maye,  bêdeng nemînin. Li ser wê bingehê em Komploya 9’ê Cotmehê a 1998’an şermezar dikin û ji hêzên navnetewî dixwazin ku bi erkên xwe rabin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.