Volqan Elî
Wêje û edebiyata gelan her tiştê wan e. Mîrasê wan ê dîrokî di wir de veşartî ye. Gotinên pêşiyan jî ji vê beşeke biçûk e. Çawa ku gotineke pêşiyên Xwecihiyên Emrîkî (Çermsorik, dibêje; “Me daristanên welatê xwe ne ji bavpîr û dapîrên xwe mîras girtiye, ji zarok-neviyên xwe bi deyn girtiye.” Em zanyar û aliman kêm nabînin lê piştî vê gotinê, tu hezar ekolojîstan li hev kom bikî û nizanim çend pirtûkan binivisîne jî, encax karibin hevsengiya di navbera civak û xwezayê de evçend bînin ziman. Jê re şîrove û nirxandin ne hewce ye.
pêşiyên me Kurdan jî xwe ji kesekî nehiştine. Ji bo ku zarokên wan di tariyê de nemînin, rêya pêş xwe ronî bikin û li ‘gur’ û roviyan neqelibin, dema hal û waxta wan di cih de bûye yan jî beriya ku biçin ser dilovaniya xwe hin hosî û şiret li wan kirine. Bi dehan û bi hezar sal hin ji van, wekî kevirên li aşan digerin hema wisa di cihê xwe de rûniştîne û em zarokên wan îro ji wan re dibêjin, gotinên pêşiyan. Mînak, li cem me Kurdan gotinek heye dibêje; “Mala xwe şewitandiye ku mişkê di mal de bikuje”. Şîroveya vê çawa dibe? her hal pêşiyên me bi sedan sal, bi hezaran sal jiyan şopandine. Dema dîtine ku kesek dixwaze xwe ji belayekê xelas bike, lê xwe li belayeke mezintir diqelibîne dest pê kirine û vê gotinê dihonînin.
Bi heman rengî, em li gotinên pêşiyên Xweciyên Emrîkî bizivirin. Her hal kesek ji wan, di xewna xwe bi şev de ev gotin nebihîstiye. Dîtine ku her tiştê wan ji daristanê ye, pincarên ku dixwin, giyayê ku sewalên xwe pê xwedî dikin, gelek amûrên pê debara xwe dikin, sewalên nêçîrê hemû ji dar û daristanan e; ew gotina xwe ya li jorê honandine.
Em dîsa li Rojhilata Navîn li Kurdan vegerin; gotinek pêşiyan heye dibêje; “Ji hesp daket û li kerê siwar hat”. Ev gotin kengî tê gotin? Dema ku yek bi daxwaza xwe û bi zanebûn ji rewşeke baştir, xwe bîne rewşeke xirabtir, layiqê vê gotinê tê dîtin. Pêşiyên me yên gorbihuşt di van rewşan de ev gotin bi ser hev ve anîne. Naxwe, eger kesek ne Pêxember be yan jî ne filozof be, nikare gotinên wisa ji dîrokê re bimînin, bikin. Her bi vî rengî, dema yek bê wext karekî bike yan jî qonaxên xebata xwe baş rêk û pêk neke, pêşiyên me gotine; “Ga nekiriye, afir jê re dikire”. Jixwe her gel, her civak xwediyê vê gencîneya (xezîne) hêja ye. Li gorî dem û dewranê, li gorî erdnîgariyê, ferq û cudahiyek heye. Mirov nikare vê înkar bike. Dîsa jî ji ber ku ji bo hemû netewe û civakan heqîqeta jiyanê, cewhera jiyanê yek e, ziman û gotin cuda bin jî her gel-miletî pêşeroja nevî û hezar nevîçîçirkên xwe bi van gotinan wekî tava li azmanan be, ronî kiriye; bes dema ku nevîçîçirkên wan, wan ji bîr nekin yanê li wan xiyanetê nekin!
Me Kurdan gotinek pêşiyan heye, dibêje “Rih dibe bihost lê dijmin nabe dost”. Her hal ti kes wê dînitiyê nake û nekiriye jî, ku bêje “ka em vê gotinê pêşiyan şîrove bikin, gelo wan xwestiye çi bêje”. Ruxmî vê hin kes, hin hêz derdikevin û dibêjin, “ez ê ji dijmin feyde bikim, ew duh dijmin bû, îro ne dijmin e, ew dijminê nizanim kîjan partiyê ye, lê ji bo malbata me baş e, ez ê wan bi kar bînim û hwd”, yan ji siyaset û polîtîkayê ti tiştî nasnake, bi goristana pêşiyên xwe dilîze û yan xiyanetkarên pir jîr û jêhatîne.
Mînak, Mala Barzanî van her du mercên ku me li jorê anîne ziman pêk tîne. Xwendekarê wê bêjin; “ma tu dibêjî ji her duyan yek, çima her du bi hev re. Gunehê vê Malbata navborî çima ew çend giran dikî?” na, van tiştan ez nabêjim! Jixwe, ew jî van tiştan nabêjin. Ma kî dibêje “Wele dewê min tirş e”? Lê niha pratîk û karê Mala Barzanî li Başûr dike ev bi xwe ye. Gotineke pêşiyên gelê Tirk heye. “Eynika yekî/ê kar û xebata wî/ê ye; li gotina wan nenêre”. wekî vê gotinê; niha gelê Kurd ne li gotin û medyaya Mala Barzanî dinêre, li kirinên wan dinêre.
Ne bi gotina vê hêzê nizanim kîjan partiyê, ne bi gotina Mala Barzanî! Niha li Başur, beşeke girîng a Behdînanê di binê potînên leşkerên Tirk û DAIŞ’ê de ye. Ma Mala Barzanî dikare ji Tirkan soz bigire ku ew ê sibê li şûna Mele Mistafa, Mistefa Kemal bi cih nekin û cihê cenazeyê Mele jî dagir nekin? Ji ber wê yekê ye ku Mala Barzanî bi karê ku kirine hem welat firotine, xiyanet kirine û hem jî ji siyaset û polîtîkayê tu tiştî nizane!






