Birûc Resûl/Qamişlo
Roja 5`emîn ji pêşangiha şehîd Herekol, rewşa pêşangehê hat nirxandin, beşdaran destnîşan kir ku bi derfetên heyî li herêmê birêxistinkirina pêşangehekê bi tena xwe şoreşek e.
8`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol, di roja xwe ya 5`an de li hola Zana ya bajarê Qamişlo dewam dike. Her wiha xwendekar, nivîskar, rewşenbîr, wêjevan, xelkên herêmê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê serdanan pêşangehê kirin.
Di çarçoveya bernameya pêşangehê de panelek bi sernavê “Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol: Rewş, Nêrîn û Asoyên pêşerojê” hat nîqaşkirin. Komîteya Amadekar, xwediyên pirtûkxane, endamên navend, sazî û yekitiyên ku beşdarî pêşangehê bûn, hazir bûn. Panel ji aliyê berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endama Komîteya Amadekar a Pêşangehê Narîman Evdikê ve hat birêvebirin.
Xwediyê Pirtûkxaneya Manêsa Azad Dawûd nêrîna xwe anî ziman û diyar kir ku sal bi sal pêşangeh mezintir dibe û wiha domand: “Ji ber hejmara dezgehan gelek in, divê ji bo lidarxistina pêşangehê cihek firehtir bê peydakirin. Pêwîste em rewşenbîrên derveyî herêmê jî vexwînin, gelek dezgeh dixwazin beşdar bibin, lê ji buhayê hatinê nikarin beşdar bin. Ji bo wê divê komîteya amadekar piştgiriyê bidin.”
Di heman çarçoveyê de Hevserokê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Ilyas Sîdo wiha got: “Pêşangeh, ji bo ku nivîskar berhemê hev û du bibînin û civatên çandî li dar bixin, ji her kesî derfeteke baş e. Em ê tevî hemû astengiyan birêxstinkirina pêşangehê bidomînin.”
Nivîskar û hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Enahîta Sîdo destnîşan kir ku ji ber ew her rastî qedexekirinê hatine pêşangeh bi dewlemendkirina zimanê Kurdî û nivîsa jinê pêşangeh bi xwe bûye şoreşek.
Di heman demê de Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Delal El Haşimî da zanîn ku gelek kes tên û dixwazin naveroka pirtûkan nas bikin. Lê divê kirîn û firotina pirtûkan nebe cihê bazirganiyê.
Endamê Komîteya Amadekar a Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an Ebdulmecîd Xelef bal kişand ser dewreyên destpêkê ji pêşangehê û da zanîn ku berê tenê 16 dezgeh beşdar dibûn, niha bûne 54 dezgeh û got: “Pirtûk bi zehmetî derbasî herêmê dibin, em nikarin beriya mehan ji pêşangehê dezgehan vexwînin, ji ber rewşa êrişan em dereng dizanin em ê karibin pêşangehê li dar bixin an na. Li gelek deveran li gorî rewşa xwe pêşangehan radewstînin, lê em bi derfetên kêm dewam dikin.”
Piştre Romana nivîskara ji Bakurê Kurdistanê Sîdar Jîr bi sernavê “Duşema Rengîn `bi zimanê Kurdî hate îmzekirin û belavkirin. Li heman cihî ji weşanên Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê pirtûka nivîskar Zahid Mehmûd bi zimanê Erebî û ji weşanên Desteya Çandê pirtûka nivîskar Ferhad Seyda ya bi sernavê “Çîrokê Çîvanokê (Sê Şano)” bi zimanê Kurdî hatin îmzekirin û belavkirin.
Pêşangeh 15`ê Cotmehê di bin dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya bajarê Qamişlo hatiya vekirin, wê heta 22`ê Cotmehê dewam bike.









