Lîloz Hisên/ Qamişlo
Bi drûşmeya ” Bi şerê gelê şoreşgerî em ê serkeftina cenga azadiyê misoger bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin”, Desteya Ciwan û Werzîşê û Tevegera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê konferansek li hola Yekîtiya Werzîşê ya bajarê Qamişlo li dar xistin.
Di şert û mercên hestyar ku herêm tê de derbas dibe, herwiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Werzîşê û Tevegera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê konferansek li ser asta kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo li dar xist. Tevahî tevgerên ciwanan di civakê de û di nava saziyên sivîl tevlî konferansê bûn.
Konferans bi toraneke leşkerî destpê kir, piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê bi xêrhatina mêvanên hazir hate kirin.
Piştre gotina vekirinê ji hêla Heval Bawer ve hate kirin. Di gotina vekirinê de hate tekez kirin ku pêwîste ji bo civak û gelek qirkirin li ser wan pêk tê, divê ew gel li gorî pîvanên şoreşgerî xwe rêxistin bike. Pîvanên şerê gelê şoreşgerî yên sereke li ser esasê hebûn û azadiyê hatiye pênase kirin. Wekî din hate destnîşan kirin ku têkoşîn û îradyeke mezin pêwîste da ku ev qûnax bê derbas kirin.
Bi pêşengtiya ciwanên hêja, xwedî îrade û zana şerê gelê şoreşgerî biserbikeve, ji ber ku di pêşengtiya wan de avakirinek azad pêk tê.
Piştî gotina vekirinê perspktîfên Rêber Abullah Ocalan hatin xwendin, paşê çalakiyên mîna( karatîh, Tayîkoando, Kîk Boksîng û dîlaneke Siryanî) hatin pêşkêş kirin, herwiha senevîzyoneke derbarê şerê gelê şoreşgerî hate pêşandan.
Hêjayî gotinê wê dîwan bê hilbijartin û nîqaş bê kirin derbarê nasîna şerê gelê şoreşgerî û istratîjiya wê, rola pêşeng ya ciwanan bi taybet di parastina çand, ziman û xeta niştimanî di nava istratîjiya şerê gelê şoreşgerî de.
Di dawî wî de wê encamnameya konferansê bê aşkerekirin.






