Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Silêman Ehmed  362 roj in ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin

19/10/2024
in NÛÇE
A A
Silêman Ehmed  362 roj in ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rojnamevan Silêman Ehmed 362 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. Piştî 279 rojan ji rtevandina wî PDK’ê ew dadgeh kir û 3 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Rojnamevan Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Piştî hefteyek ji windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyeke nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê lê  kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Herî dawî di bin zextên sivîl yên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Beşdar Hesen di derbarê hevdîtina li gel Silêman de agahî da ajansa ROJNEWS’ê  û got: “Em bi Silêman Ehmed re li odeyekê rûniştin. Di hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya hemû kesên ku ji bo wî hewl dane kir û silavek taybet ji hemû xebatkarên Ajansa Rojnewsê re şand. Her wiha Silêman Ehmed spasiya hemû rêxistin, sendîka, rojnamevan û welatparêzan kir ku hewl dane wî azad bikin. Em gelek keyfxweşin ku me rewşa tenduristiya wî baş dît, tenê daxwaza wî ew bû ku heta serbest bê berdan zextên heyî berdewam bike.”

Parêzer Beşdar Hesen tekez kir ku niha li gor madeya 1 a yasaya jimare 21 ya sala 2003 ya Parlamentoya Kurdistanê, ku girêdayî ‘têkdana ewlekariya netewî’ ye, zêdetir ji 7 mehane ji aliyê dadwer ve tê ragirtin û got; “Lê belê heta niha tu tomet li ser wî nehatine tesbîtkirin. Me parêznameya wî wergirt û piştre serdana dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Duhokê kir û got deriyê me ji we re wek parêzer vekirî ye.”

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal, diyar kir. Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amadeye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê hatibû taloqkirin. Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.

Herî dawî Parêzerên Silêman biryar îtîraz kirin û dosyaya Silêman Ehmed radestî Dadgeha Temîzê kir. Parêzer Nerîman Ehmed got, dosya Silêman Ehmed li ber destê Dadgeha Temîzê ye û li bende ne ku biryara dawî li ser bide.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.