Diyana Mistefa/Reqa
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê a kantona Reqayê Zuleyxa Ebdê diyar kir ku rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê serkeftina mirovahiyê û têkçûna tarîtiyê bû. Herwiha Zuleyxa destnîşan kir ku piştî rizgarkirinê bajarê Reqayê li ser fikra Netewa Demokratîk û hevgirtina gelan ji nûve hat avakirin.
Reqa yek ji bajarên Sûriyê yê herî mezin e û li ber çemê Feratê hatiye avakirin. Bajar xwedî cihekî stratîjîk û dîrokeke kevnar e.
Di sala 2011’an de bi destpêkirina kirîza Sûriyê bajar Reqayê ya ku di bin serweriya rêjîma Baas de bû, sala 2013’an kete bin serweriya komên çete. Sala 2014’an jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku qaşo dixwestin li ser nîvê erdê Sûriye û Iraqê dewletekê ava bikin, Reqa jî qaşo xistibûn paytexta xwe. Çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê bi çekên artêşa Sûriyê ku li pey xwe hiştibûn êrîş dibirin ser deverên din yên bakurê Sûriyê. Bajar di heman demê de xistibûn navendeke wehşetê û firotina jinên Şengalê yên ku revandibûn.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî di 6’ê Mijdara 2016’an dest bi pêngava bi nave Xezeba Feratê ya Reqa û gundewarên wê kir. Operasyon ji aliyê fermandareke jin de hat bi rêve birin.
QSD’ê gund û bajarokên li dora Reqayê di nava 8 mehan de hemû ji bin dagirkeriya çeteyan rizgarkirin.
Tevî bi sedan gund û bajarok, hin deverên stratejîk yên mîna Kelha Ceeber, Bendava Feratê, Bendava Azadî û balafirgeha Tepqayê hatin rizgarkirin.
Di çarçoveya operasyona ku bi lez û serketî dewam dikir de, 21’ê Adarê ya 2017’an operasyona rizgarkirina Tepqayê destpêkir û 10’ê Gulanê bajarokê ku 40 km dûrî Reqayê ye hat rizgarkirin. Rizgarkirina Tebqayê ji bo rizgarkirina Reqayê jî gaveke girîng bû.
Piştî 8 mehan êdî dor hate Rizgarkirina Reqayê. Di 6’ê Hezîranê de pêngava rizgarkirina bajêr ya bi navê Cenga Mezin destpêkir. Bajarê Reqayê ku bûbû sembola wehşet û tarîtiya DAIŞ’ê ji çar aliyan de hate dorpêçkirin. Yekîneyeke jinên Êzidî jî ji Şengalê di cenga mezin de cih girtin û bi ruhê tolhildana komkujiya Şengalê li dijî çeteyan şer kirin.
Cenga mezin ya ku di 6’ê Hezîranê 2017’an destpê kir roja 17’ê Cotmehê bi têk çûna DAIŞ’ê bi dawî bû. Di berxwedana 134 rojan ya Cenga Mezin de bi hezaran çete hatin kuştin û teslîm girtin. Her wiha bi deh hezaran sivîl ji bin zilma DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. QSD’ê roja 20’ê Cotmehê bi merasîmekê mizginiya rizgarkirina Reqayê ji Cîhanê re ragihand.
Di nava heft salên dawiyê de bajarê ku bûbû sembola zilm, wehşet û tarîtiyê niha bûye bajarê sembola xwîşk û biratiya gelan û sembola demokratîkkirina Sûriyê. Ev heft sal e pêkhateyên Reqayê mil dane hev bajarê xwe ji nûve ava dikin.
Di derbarê mijarê de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê a kantona Reqayê Zuleyxa Ebdî ji rojnameya me re axivî.
Zuleyxa Ebdê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqayê veguherandibûn cihê zilim û wehûiyetê û wiha axivî: “Çeteyên DAIŞ’ê piştî dagirkirina Reqayê xwestin civakeke bê îrade, nezan û kole bikin. Bi taybet li ser jinan zilma herî giran dihat meşandin, jin bê Îrade man û di koletiyeke de derbas dibûn. Piştî dagirkirina Reqayê dibistan hatin girtin, xwandin, çand û her tişt tune bû. Herwiha keçên zarok dihatin firotin û zewcandin. Qedexe bû ku jin rûye xwe derxe yan jî li derveyî malê biaxive. Di heman demê de qedexebû ku jin bi tena xwe ji malê derkeve. Li ser vê bingehê civaka Reqayê nasnameya xwe winda kir, bi taybet welatiyên kurd bi giştî ji Reqayê hatin derketin.”
Zuleyxa Ebdî axaftina xwe wiha domand: “Welatiyên Reqa bang li QSD`ê kirin da ku bajêr ji zilma DAIŞ’ê rizgar bikin. QSD`ê jî banga gelê Reqayê pêk anîn, piştî berxwedaniyekî dîrokî Reqa rizgar kirin. Di dema destpêkirina rizgarkirina bajêr de gelek ciwan û jinên ciwan yên Reqayê tevlî nava refên QSD’ê bûn. Rizgarkirina Reqayê hat wateya ronîkirina tarîtiyê û serkeftina mirovahiyê. Piştî damezrandina Rêveberiya Xweser li Reqayê , tevahiya sazî, destgeh, meclis, komîn, zanîngeh û …hwd hatin avakirin û hertişt hat rêxistinkirin. Civak li ser bingeha felsefeya Rêber Apo a Netewa Demokratîk û xwiş û biratiyan gelan hat birêxistinkirin, jiyan ji nûve hat avakirin.”
Zuleyxa balkişand ser guhertina ku sîstema Rêvberiya Xweser di civaka Reqayê de da avakirin û wiha domand: “Piştî rizgarkirina Reqayê jinan di tevahiya qadan de cihê xwe girtin û bi roleke sereke dilîzin, ji bo pêşxistin û rêxistinkirina jinan perwerde tên dayîn. Sîstema hevserokatiyê jî hişt ku baweriya jinê bi hêza wê zêdetir bibe. Sîstema Rêveberiya Xweser guhertineke bingehîn di fikrê civakê de pêk anî û hişt ku civak pêşengiya jinê qebûl bike û destekê bide jinê. Di dema niha de bi dehan jin fermandar, hevserok û rêveberin.”
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê a kantona Reqayê Zuleyxa Ebdî axaftina xwe wiha qedand: “wiha axaftina xwe bi dawî kir û got: “Ji bo pêkanîna aştî, wekhevî û demokrasiyê, herwiha ji bo pêkanîna azadiya jinê em ê heta dawiyê berxwedanê dewam bikin û li dijî fikrê paşverû têkoşînê bilindtir bikin. Em soz didin şehîdên xwe ku heta dawiyê, em ê rêya ku wan bi xwîna xwe av da dewam bikin û xeyalên wa bêk bînin.”






