Birûc Resûl/Qamişlo
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8’emîn bi dirûşma “Em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya Qamişlo di roja xwe ya çarem de didome.
8’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dirûşma “Em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana a Qamişlo hatibû destpêkirin, îro jî bi Sîmîner, îmzekirina pirtûkan û şahiya hunerî dewam kir
Rewşenbîr, nivîskar, ciwan, wêjevan, helbestvan zanîngehan, şêniyên ji herêmê serdana pêşangehê kirin. Li pêşangehê li baskê HRRK semîner ji aliyê Nivîskar Arşak Baravî bi navê “Dîroka Wêjeya Kurdî” da. Di semînerê de bal hat kişandin li ser giringiya wêjeyê di civakê û cûdahiyê civakek bi civakek bê wêje. Her wiha hat gotin ku wêje bingeha çand, ziman û hunerê ye. rojnamevan û helbestvan Kemal Necim pirtûka xwe ya bi navê “Helbestên Bijarte” îmze û belav kir. Di heman demê de Arşak Baravî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wêjeya Kurdî ser çanda Niyolotîkê derketiye, reftar û felsefeya Zeredeşt bû sedema ku wêjeya Kurdî li cîhanê belav bibe.”
Piştre li baskê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê du beşên pirtûka Nivîskar Nesir Mihemed ya têkildarî hevpeyvînên çandî bi rewşenbîran re bi zimanê Erebî hate imzekirin û belavkirin.
Roja çaremîn ji Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an bi guhdarkirina muzîkê ji Okstra Rojava û serdanên nivîskar û rewşanbîran bi dawî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêşangeh ê heta 22’yê vê mehê bid
ome.






