Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

3`emîn Kongreya Meclisa Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi dawî bû

16/10/2024
in NÛÇE
A A
3`emîn Kongreya Meclisa Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa/Reqa

3`emîn Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi hilbijartina berdevka meclisê, du cîgerên jin û gelek biryarên girîng bi dawî bû

3`emîn Kongreya Meclisa Giştî ya Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi dirûşmeya “Têkoşîna me garantîkirina şoreşa jinan û avakirina Sûriyeke demokratîk e” ku nêzîkî 500  jin ji Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê beşdarî kongrê bûn, yê ku li salona Tac a bajarê Reqayê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistinên jinan, bi taybetî Encûmena Jinên Sûriyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekîtiyên Parastina Jinê (YPJ), Encûmena Sûriyeya Demokratîk û ofîsên jinan di partiyên siyasî de başdarbibûn.

Çalakiyên kongreyê bi xwandin û Şirovekirina perspektîvên siyasî û rêxistinî, rapora karê Encûmenê ya du salan û  li gel pêşandana sînemayê ya derbarê xebatên Encûmenê berdewam bû.

Ji bo Berdevka Meclîsa Giştî ya Jinan a partiyê Fatima El-Elî û wekî nûnerên meclîsê Zozan Şemo û Eytan Ferhad hatin hilbijartin.

Kongre bi bi daxuyaniya ji aliyê Berdevka nû ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fatima El-Elî ve hate xwendin û têde pêşhatên xebatên kongrê û biryarên ku hatin girtin, bi dawî bû.

Li gorî daxuyaniyê biryar wiha ne:

– Şopandina dosyaya Şehîd Hevrîn Xelef bi mebesta radestkirina wê ji dadgehên navdewletî re ji bo berpirsên tawanên cengê bipirsin.

– Xebatên ji bo bidawîkirina hemû cureyên tundiya li ser jinan.

– Pêdiviya xebateke bi zanebûn û birêxistinkirî di qada siyasî û civakî ya jin de bi pêşxistina siyasetên partiyê û gotarên netewî yên Sûriyê.

– Xebat ji bo danîna stratejiyeke siyasî ya femînîst di çarçoveya Peymana Civakî û nexşerêya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk.

– Belavkirina raman û armancên Partiya Sûriyeya Pêşerojê di hundirê Sûriyê de ji bo wergerandina bernameyên xebatê yên pêşerojê û weke hêzeke niştimanî ya Sûriyê.

– Piştgiriya xwenîşandanên aştiyane li hundirê Sûriyê, li Deraa, li Suweydayê, li her deverekê ku daxwaza çaksaziya siyasî û aborî û nenavendîbûnê dikin weke çareseriyek ji kirîza welat.

– Bilindkirina asta karê dîplomasî bi berfirehkirin û zêdekirina çalakî û bûyerên siyasî û dîplomasî li welatên Rojhilata Navîn û cîhanê.

– Pêwîste hemû jinên Sûriyeyê bi daxuyanî, xwepêşandan, meşên jinan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, komployên li ser herêmê tên meşandin pûç bikin.

– Rêxistinkirin û aktîvkirina rola jinên ciwan weke hêza bingehîn a pêşxistina civakê.

– Pêşxistina bernameyên geşepêdanê û piştgirîkirina projeyên aborî ji bo baştirkirina rewşa jinan.

– Kar ji bo piştgirî û cîbicîkirina peymana civakî ya jinan û aktîvkirina yasayên girêdayî kar û mafên jinan, bi taybetî yasaya malbatê.

– Bihêzkirin û bihêzkirina şiyanên jinên Sûriyê ji bo aktîvkirina rola xwe di pêvajoya siyasî û di cihên biryardanê de.

– Teqezî li ser girîngiya xebatên femînîstî û avakirina kanalan ji bo gihiştina lihevhatineke hevpar li ser nêrînên siyasî bi armanca dîtina çareseriyan ji pirsgirêka jinan re li Sûriyê.

– Vekirina dewreyên perwerdeyê yên girtî/vekirî ji bo hemû endamên Meclisa Giştî ya Jinan, da ku di avakirina kesayetên rêbertiyê û amadekirina kadroyên jin de bibe gaveke xurt.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.