Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şehîd Hevrîn û Nadiya bibîr anîn

16/10/2024
in NÛÇE
A A
Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şehîd Hevrîn û Nadiya bibîr anîn
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa/Reqa

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê di 3`emîn konigreya xwe de malbatên Şehîd Hevrîn Xelef û Nadiya El-Xeşan bi rêzdarî bi bîr anîn û soza domandina têkoşîna şehîdan da.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê xebatên kongirya xwe ya 3`emîn bi dawî kir.

Di perspektîfê de wiha hate gotin: “Divê em li hemberî hemû zehmetiyên têkoşîna jinê bi erk û rolên xwe yên pêşeng rabin, cîhan şahidê têkoşîna di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst a ku rewşa aloz û şîdetê zêde kiriye û ya cîhanê ye. Şahidiya îro şerê cîhanê yê sêyemîn e, şerê kontrol û bandorê di navbera “hêzên ku li ser îmkanên gelan şer dikin.”

Di perspektîvê de Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Semîra El-Ezîz bal hat kişandin ser hewldanên desthilatdariya zilam a serdest a ji bo kêmkirina rola jinan û ji holê rakirina wê, bi meşandina şerê qirkirinê li dijî wan û astengkirinê, rêya her tevgereke jinan a ji bo azadiya jinê têdikoşe û wiha got: “Divê em girîngiyê bidin xebatên jinan, di hemû astan de rê li ber xebata jinan vekin û rola wan di navendên biryardanê de zêde bikin.

Li ser asta Sûriyê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê di rêwerzên xwe de diyar kir ku tişta ku li ser asta Sûriyê diqewime dirêjkirina aloziyê ye ku nîşanên çareseriya siyasî tune ye Derbarê biryara 2254ê de, ku tekezî li ser pêwîstiya çareseriyeke siyasî dike.

Rêvebirên giştî yên partiyê tekezî li ser karê komîteyên jinan ên bi berpirsyarî kirin, û avakirina mekanîzmayên nû di çalakiyên giştî de, ji bo balkişandina ser rola rastîn û sereke ya jinan di pêvajoyên aştiyê de, û hemû bawerî bi pêşxistina ramanê û azadkirina jinan kirin. amajekirina rêgezên partiyê ji bo karkirina bi cidî bi hemû gelê Sûriyê re çi li hundir û çi li derveyî welat, ji bilî şopandina stratejiyek ku bikaribe ji zehmetiyên li pêşiya jinên Sûriyê derbas bibe, ji bo bidestxistina nasnameya siyasî ji bo rêveberiya xweseriya demokratîk li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê û destpêkirina diyaloga Sûriyê ji bo çareserkirina qeyranê.

Di çarçoveyeke din de û di çarçoveya bernameya kongreyê malbata şehîd Hevrîn Xelef, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê, ku di 12ê Cotmeha 2019an de li ser rêya navdewletî (M4) û şofêrê wê Ferhad Remezan hat kuştin, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve bi rêz hate girtin û cenazeyê wê hate şikandin.

Her wiha malbata endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Şehîd Nadiya El-Xeşan ku di 10’ê Nîsana 2018’an de şehîd bibû,

Her wiha Meclîsa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin û Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve û Berdevka Meclisa Jinan a Giştî Xaliya El-Kecewan hate xelatkirin, ji aliyê Meclîsa kombûna Jinan a Zenûbiya ve hate pîrozkirin.

Di vê navberê de Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Nisrîn Doko axaftinek kir û tê de soza vegerandina têkoşîna Şehîd Hevrîn Xelef li rastiyeke berçav da û destnîşan kir ku “jin dê di navenda vê têkoşînê de bimîne.”

Wê tekez kir ku: “Pirojeya ku em têdikoşin wê bi beşdariya jinan geştir bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.