Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Avakirina JINWAR ber bi qedandinê ye

17/08/2018
in Uncategorized
A A
Avakirina JINWAR ber bi qedandinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Avakirina gundê jinan JINWAR berî bi du salan hat destpê kirin û êdî ber bi dawîbûnê ye. Li gund 30 mal hatine avakirin. Heta niha malbatek li gund hatiye bi cih kirin. Niha avakirina akademî û nexweşxaneyê jî berdewam dike.

Bi armanca avakirina avahiyeke taybetî bi jinan ji bo jiyanek xwezayî û azad, her wiha jin bi xweser bijî û xwe bi xwe rêve bibin, civakek demokratîk û ramanên azad, yanî ser rêgezên civaka Exlaq û polîtîk avabikin. Bi vê mebestê di 25’ê Mijdara 2016’an de 5 dezgehên jin wekî Kongra Star, Jinelojî, Desteya JIn, Jinên Şaredarî û Aboriya jin dest bi xebatê avakirina Gundê Jinwar kirin û hîn jî xebat berdewa me.
Wekî Rojnameya Ronahî xebatê avahiya gund dişopînin û ji bo naskirina bevajoya xebatê avakirina Gundê me serdana gund kir û Rêvebira vahiya gud diyar kir ku avahî ber bidawî ve diçe û dê li gorî dema hatiye pîlankirin bidaî bibe.”
HÎN AVAKİRİN
BERDEWA ME
Ev nêzî salek û nivî ku di gunde xebatê avakirinê berdewam dike ku heye niha 30 xaniyên ser sê rengan normal, biçûk û qube bi kerpîçan çêdikin bi dawî bû, gulîstan, çayxane, nexweşxane, û ekademiya jinê jî ber bi dawî ve diçe, di heman demê de dibistana zarokan nû du ode hatine avakirin û navendeke dermankirina xwezayî tê avakirin, her wiha dukanek mîna markêtek ji bo peydakirina pêwîstiyên mal û jinê jî tê avakirin. Endama Rêvebiriya avakirina gundê Jinwar da zanîn ku hîn projeyên avakirina werşeyên dirûtin, karê destan û kargehên cûda hene, di hema demê de dê wê dermanxaneyek bi dermanên xwezayî çêbikin.”
HER TİŞT Bİ AFİRANDİNA DESTA NE
Di dema gera me ji gund re, çavên me li tevin û şêweya avakirina xaniyan û gund ket ku hemû bi destan û xwezayî tên çêkirin, xuya ye wê di gund de her tişt bi afirandina destan be. Eew xaniyên kelpîç yên ku ser sê şêweyan hatine avakirin 17 xaniyên mezin, 10 bi qûbe û 13 normal, ku xêniyê mezin heye 4 malabt jî dikarin bi cih bikin, li gorî malabtê û meziniya wê dimîne. Di hema demê de hin xanî bi rengê qûbê hatin avakirin, dema ku me ji berpirsê avahiyê pirskir çima qûbe wiha bersiv da û got: “Da ku ji tava (Roj) a dijwar biparêze û xanî hînik bimîne, her wiha jî di demasla çilde jî bervajî dike”.
DÊ HER TİŞT Bİ PÎVANÊN CİVAKA XWEZAYÎ BE
Rêvebira Gundê Jinwar bal kişand ser hind mercên derbasbûna wê û wiha got: “Mercên derbasbûna malabat û jinan gundê Jinwar wihaye “Girîngî bidin hevjînên şehîdan, jinên bi temen mezin û kes xwediyên wan tune û jinê ku temenê wan mezinbûye û nezwicîne, anjî keçên naxwazin bizewicin dikarin derbasbin, her wiha keç û jinê xwedî proje wekî çi di dibistan, nexweşxane, çandinî bixebitin û projeyên cûda hebin dikarin tevlî Jinwar bibin yanî li gorî pîvanên gundê xwezayî her jin çalak be, ji bo wê jin kengî derkevin bê merc dikarin derkevin ew azadin. Her wiha tekez kir ku piştî ku gund temamî xilas bû û şîneyên gund derbas bûn, ji bo aboriya gunde û xwetêrkirinê dê piranî ser çandinî û kedîkirina sewlan û mirîşkan be. Û karê destan, berhemên jin û projeyên koperatîfan li gorî gund be.”
Dema mirov dibê je gunde bi xwezayî şînkayî û bexçe bala mirovan dikşîne, ji bo wê çavê me bi bexçeya gund ket ku rûbariya zeviyê çandiniyê 175 donim e wekî (Genim, nîsk û ceh diçînin û bexçe jî 35 donim e mîna darên fêkî û şînkahî diçînin.”
YEKEM JİN Lİ
JINWAR Bİ CİHEBÛ
Di encam agerma ji gund re em rastî malbatek biçûk hatin ku di gunde hatiye bi cih kirin jin û sê zarokên wê Necah Hesen jinek Ereb ji Gundê Rawiya ya girêdayî Serê Kaniyê ku hevjînê wê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû niha wekî jinek yekemîn li gûndê Jinwar bi cihbûye Necah Destpêkê sipasiya saziya malbata şehîdan û Gundê Jinwar kir û wiha got: “Hevjînê min di encama şerê çeteyên DAIŞ’ê de li Dêra Zorê şehîd bû û bavê hevjî minjî kuştin, DAIŞ mala me talan û wêrankiri. Piştre ez û zarokên xwe demekê li mala birayê xwe mam dema birayê min jî wefat kirin, hevjîna wî em derxistin û em bê mal mam. Lê di riya Saziya Malbatê Şahîdan de hatim gundê Jinwar û ev heftiyek bi azadî li vê civaka xwezayî jiyand ikim. Ez gelekî kêfxweşim ku li ku ez yekemîn jin li Gundê jinwar bicihbûme. Di heman demê de hemû pêdiviyên malabtî û kesayîtî ji mire pêşkêşkirin.”

Melek DEMÎRTAŞ

Post Views: 62
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.