Remezan Olçen
Gelê Kurd yek ji wan gelên kevnar ên Rojhilata Navîn e. Di demên cuda yên dîroka kevnar de bi çand û hunera xwe, bi siyaseta xwe bandorê li erdîngariyeke berfireh a dinyayê kiriye. Mirovahiya îro ji ilmên pozîtîf heta bi metafîzîkî, bawerî û bîrdoziya, ziman gelek tişt ji vê çanda qedîm wergirtine. Lê mixabin em îro di vê cîhanê di bin hukma pergala serdest de blindest in. Erê raste ji sedsala 16’an ve Kurd ji aliyê împaratoriyên mezin ve bi êş û azaraên mezin re rû bi rû mane. Lê di vê sedsala dawîn ango ji sedsala 20’î ve Kurd û Kurdistan çavkaniya jiyana niştecih û serbixwe tê xwestin ku bi temamî bê qirkirin. Em weke ferdên vê civaka kevnar her roj bandora vê siyasetê dibînin, hîs dikin.
Lê ev 50’î salên dawîn e bi derketina Rêber Apo şens û derfet ji Kurdan re peyde bûye. Heta ev 20-25 salên dawîn e ev şens û bext li rûyê mirovahiya pêşverû li rûyê jin û ciwanan, li rûyê bindestan tevahî dike. Rêber Apo di “çala mirinê” di Îmraliyê de fikr û felsefeya jiyaneke nû danî. Ew xwedan wê hêz û şiyanê bû ku hikûmranên cîhanê ew cewher dîtin, nas kirin û bêbextiyê lê kirin. Bi encama komployeke ku di dîrokê de mînakên xwe pir kêm e rabûn hemû lê bûn yek û ew radestî dewleta Tirk a dagirker, mêtinger û qirker kirin.
9’ê Cotmeha 1998’an Rêber Apo bi komployeke navnetewî hat dîlgirtin. Lê komplogeran encax dikarîbû bi fizîkî ew dîl bigre. Nekarîn pêşî li fikr û ramana ronahiyê bigirin. Ji xwe ji ber wê hindê ye ku komplo di nava komployê de ev 26 sal in tê meşandin. Ji jiyana azad a Kurdan, a gelan ditirsin. Kurdên ku bi hezarê salan e li ser axa xwe ye bi saya têkoşîna Apoyî dike azad bibe. Îcar ev azadiyeke wisa ye ku bi azadiya xwe re kesî bindest nake hukmê li ser kesî nake. Bi azadiya xwe re pêşniyaza jiyana azad li hemê gelên li derdora xwe, li gelên cîhanê dike.
Di destpêka salên 2000’î de fikirdarên pergala muesses a cîhanê behsa dawiya dîrokê dikirin, digotin; êdî dîrok bi dawî bû, şoreş têk çûn, yek pergalek heye, yek jiyanek heye ew jî jiyana modernîteya kapîtalîst e. Xwestin jiyana mirovan tev tarî bikin. Heta bi hêviyê jî ji destê wan dixwestin bigrin. Lê Rêber Apo ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an li Ewrûpa, Rûsya, heta bi Kenyayê xwest muxatebekê bibîne, xwest bibêje; berbayê çîrokên berdevên pergala modernîteyê nekevin. Werin em li hev werin, jiyaneke din mimkûn e. Dîrok bi dawî nebûye, dîrok niha ye. Em dikarin dîrokê bi hev re binivîsin. Lê wê demê kesî lê guhdarî nekir. Rêber Apo vê lêgerîna xwe li wê “çala mirinê” li Îmraliyê jî dewam kir. Bi parêznameyên xwe Tevgera Azadiyê ji nû ve bi rêxistin kir, gelê Kurd perwerde kir û paradîgmaya modernîteya demokratîk pêş xist.
Îroroj li cîhanê hemû mirovahiya pêşverû xwedî li banga Rêber Apo derdikevin. Dibêjin; jiyaneke nû mimkûn e. Dewa azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin. Dizanin ku komploya li hemberî Rêber Apo komploya li dijî jiyana azad e. Dizanin ku ew komplo li hemberî wan e jî. Li hemû parzemîn û welatan, bi pêşengtiyan jin û ciwanan ku zimanê wan, çanda wan ji ya Kurdan cudatir e. Li dora ronahiya fikrên Rêber Apo li hev kom bûne weke perperokên li dora agir kombûyî dest dane destê hev, mil dane milê hev û agirê azadiyê geş dikin.
Di vir de tevî têkoşîna 26 salan a gelê Kurd û yek bi yek têkoşîna me ya ji bo azadiyê ji ber ku em hêj negihîştine meqseda xwe lazim e em kumê xwe daynin ber xwe û bifikirin. Me li ku derê kêmasî kirin. Şaşiya me, nebesiya me çi bû, me karî em çi bikin û me nekir ku ev pergala qirkirinê hê jî dixwaze qira me bîne, dixwaze vê banga ji bo jiyana azad bitefîne. Îro roj di salvegera vê bêbextiya mezin a di şexê Rêberê me de hatiye kirin pêwîste ku em tev, li hemberî vê bêbextiyê di nava têkoşînêdebin û pêwîste ku em biryara xwe bidin û helwesta xwe raber bikin. Hemû bend û astengiyên li pêşiya me pêwîste ku, em hemûyan biqetînin. Wê demê em ê bi Rêberê xwe Rêber Apo re li welatê xwe azad û serfiraz bin. Dem dema şikandina zincîrên koletî û bindestiyê ye. An jiyana azad an jiyana azad. Ji bilî vê her tişt çîrok e.






