Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

8’emîn Pêşangeha pirtûkan a şehîd Herekol dest pê kir

15/10/2024
in NÛÇE
A A
8’emîn Pêşangeha pirtûkan a şehîd Herekol dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Pêşangeha 8’emîn a Pirtûkan a Şehîd Herekol ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi dirûşma “Ka Em Xwendinê Bikin Şêweyekî Jiyanê” li hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê salane Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar dixe. Gelek çapxaneyên xwecih û yên navneteweyî beşdar dibin. Îsal jî 8’emîn pêşangeha şehîd Herekol di 15’ê Cotmehê de bi dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê kir û di 22’ê Cotmehê de wê bidawî bibe. Pêşengeh ji 8 sibehê û heta 8’ê êvarî deriyê xwe li pêş mêvanan vedike.

Di van 8 rojan de 54 çapxane û saziyên wêjeyî bi 143 hezar pirtûk û bi 15 hezar sernavan beşdar bûne. Herwiha pêşangeh ji aliyê diyaka şehîd Herekol Xedîce Ibrahîm ve hat vekirin.

Berî destpêkirina pêşangehê kêliyeke rêzgirtin hat girtin. Piştre axaftina vekirina pêşangehê ji aliyê dayika şehîd Herekol Xedîce Ibrahîm hate kirin û wiha got: “Ez 8’emîn pêşangeha şehîd Herekol li hemû kesên beşdarvan û Rêber Apo pîroz dikim.”

Herwiha beşeke stranbêjiyê ji aliyê dayika şehîd Herekol, dayika şehîd Hevrîn Xelef û Sînem Şiwêş ve ji bû beşdarvanan hate gotin. Piştre Hevserokê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mirhef Fehed axivî û wiha got: “Her sal di pêşangehê de hejamra weşanxane û pirtûkan zêde dibe. Ev pirtûk jî mîna pêkhateyên xwe yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê renge rengin, ev yek jî hevgirtina gelan û Neteweya Demokratîk nîşan dide.”

Di heman mabetê de komîteya amadekar a pêşangehê Firyal Çolî diyar kir ku ew 3 meh in amadekariya pêşangehê dikin û wiha got: “Îro em tevlî zor û zehmetiya vê pêşangehê bi hev re û bi saya xwîna şehîdan û di serî de şehîd Herekol vedikin. Herwiha wekî ku Cegerxwîn gotiye“Xwendin nebe kes naçe pêş” em jî dixwazin bi riya van çalakiyan bi taybet pêşangehên pirtûkan çanda xwendinê li pêş bixin û em hêvî dikin ku em bighên vê armancê.” Di heman demê de ji aliyê Meclis Malbatê Şehîdan a Kantona Cizîrê ve diyariyek ji bû pêşangehê hate kirin.

Bernameyê pêşangehê

Roja 2’an ji pêşangehê:

-Semînerek bi sernavê: Wêje û rexnegeriya wêjeyî li Rojavayê Kurdistanê wê ji aliyê nivîskar Merwan Berekat ve bê lidarxistin.

-Ahenga imzekirina pirtûkan bê kirin.

-Şahiyeke hunerî bê lidarxisitin.

Roja 3’an ji pêşangehê:

-Semînereke bi sernavê: Pêla nû ya Romana Sûrî û Bandora Şer wê ji aliyê nivîskar Leyla El-Amirî bê lidarxistin.

-Ahenga imzekirina pirtûkan bê kirin.

– Şahiyeke hunerî bê lidarxisitin.

Roja 4’an ji pêşangehê:

-Semînereke bi sernavê: Dîroka wêjeya kurdî wê ji aliyê nivîskar Arşek Baravî ve bê lidarxistin.

-Ahenga imzekirina pirtûkan bê kirin.

– Şahiyeke hunerî bê lidarxisitin.

Roja 5’an ji pêşangehê:

-Panêla bi sernavê: Pêşangeha pirtûkan a şehîd Herekol, rewş, nerîn û asoyên pêşerojê bê lidarxistin.

-Ahenga imzekirina pirtûkan bê kirin.

– Şahiyeke hunerî bê lidarxisitin.

Roja 6’an ji pêşangehê:

-Ahenga imzekirina pirtûkan bê kirin.

– Şahiyeke hunerî bê lidarxisitin.

Roja 7’an ji pêşangehê:

-Ahenga imzekirina pirtûkan bê kirin.

Roja 8’an û ya dawî ji pêşangehê:

Ahenga bidawîkirina pêşangehê.

-Axaftina Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê kirin.

-Axaftina komîteya amadekar a pêşangehê bê kirin.

-Xelatkirina weşanxane û saziyên ku beşadarî pêşangehê bûne.

-Xelatkirina nivîkaran.

Hêjayî bîranînê ye ku Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol cara yekemîn 20’ê Tîrmeha 2017’an de ji bo bîranîna têkoşer û nivîskar Hisên Çawîş hat lidarxistin.

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.