Argêş Gewda/Qamişlo
Namzetê Tevgera Helwest ya Dihokê Bedel Berwarî da xuyakirin ku hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistanê, ne tenê di navbera YNK’ê û PDK’ê de ne û ji bona hilbijartin bi şewazekî ewle û coş derbas bibe, me amadekariyên xwe xurt kirin.
Di 6’ê Mijdara 2022’yan de dema yasayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bibû û piştre temenê parlamento û hikûmetê salek hate dirêjkirin û hîn bi awayek ne zagonî hikumetê karê xwe berdewam dike. Parlamentoya Herêma Kurdistanê di10’ê Mijdara 2022’yan de dema parlamentoyê heya 31’ê Kanûna 2023’yan dirêj kir. Berdevkê Serokê desteya bilind ya hibijartinan yê demborî Dilşad Şehab di 26’ê Hezîrana 2024’an de ragihand ku serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar daye ku di 20’ê Cotmeha 2024’an de, hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin.
Derbarê hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê de û amadekariyên tên meşandin de, yek ji namzetên Tevger Helwest ya rêza 1’ emîn a Dihokê Bedel Berwarî ji rojnameya me ra axivî.
‘Ev hilbijartine ne tenê di navbera du aliyan de ye’
Endamê Tevgera Helwest Bedel Berwarî da xuyakirin ku ew pir giringiyê didin hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê û
wiha dest bi axiftina xwe kir: “Pêş dîtina me, ya ji bona hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê yekem care ku hilbijartinek wisa bêalî derbas dibin. Yekem care hilbijartin serbixwe bê ku ti alî bandor bikin tên rêve birin. Ev hilbijartine, ne tenê hilbijartinek ji rêzê ye, hilbijartinên hebûn û tinebûna Başûrê Kurdistanê ne. Em hewil didin ku hejmareke mezin ji gelê Herêmê deng bidin ji bona ev desthilatiya dijminê gelê Kurd re piştgrî dike, ji dîroka Kurdistanê bê rakirin.”
‘PDK’ê û dewleta Tirk ya dagirker naxwazin hilbijartin pêk were’
Berwarî axiftina wisa domand: “Di van hilbijartinan de ji bo Silêmanîyê 38, Hewlêrê 34, Dihokê 25 û Helepçe jî 3 kursî hatin diyar kirin. Li Hewlêr û Silêmaniyê jî 2 kursî ji bona Tirkmen û Xiristiyanan hatine dayîn. Ji ber ku li raya giştî pir giringî didin hilbijartinan û ti alî nikarin dengê gelê me asteng bike. PDK’ê ji bona desthilata wê têk neçe, li serî dekûdolaban dide. Nezî 250 hezar dengdar navê wan di lîsteya dengdaran hatin derxistin. Dewleta Tirk ya dagirker jî gelek bajarên Başûrê Kurdistanê ji bona PDK’ê deng kom dike. Ev hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk ya eşkere dixe berçavan.”
‘PDK’ê ji bona lîstokê xwe bidomîne PKK’ê dike hecet’
Bedel da xuyakirin ku bi ti awahî PKK’ê tevlî hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê nebû ye û axiftina xwe wisa qedand: “Lîstokên PDK’ê û dewleta Tirk ya dagirker bi gotina PKK’ê tevlî hilbijartinên parlamentoyê dibe ne rastin. Ev hewildanên têkbirina ewlehiya Herêma Kurdistanê ye. Em rê nadin ev propagandayê ne rast. Hejmara kursiyên PDK’ê berê 38 bû, hilbijartinên dawî de hejmar man 14 kursî. Ev êdî têkçuyîna xwe bi derevan digirin. Lê ruxmê her cûre propangadayan jî em ê hewil bidin ku gelê me dengê xwe bikarbîne.“






