Bi armanca ku afrîner û berhemdarên çand û huner û werzîşê li gel şagirtan pêşbixin. Komîteya çalakiyên dibistanan yên çand û huner û werzîşê, navendên perwerdekirina şagirtan ser amûrêm mûzîk, şano, dîlan û werzîşê di bin sîwna Desteya perwerdeê ya Herêma Cizrê û bi alîkariya KPCD’ê beriya 4 mehan li bajarê Qamişlo ya milê Şerqê hati bû vekirin. Ku di navbera van mehan de ev şagirt ser gelek huneran hatine perwerdekirin, yek jê jî huneran wênesaziyê anjî) wênexêz e.
Girêdayî mijarê Mamosteya Wênesazê Leyla Xelaf diyar kir ku wênesazî ji beriya nivîs ango tîpan di şikeftan de bi zimanê ragihandinê re derketiye û Wênesazî çand û hunera civakan herdem zindî dihêle”.
30 ÎAGİRTÎ
PERWERDE DİKE
Mamosteya Huner ya Wênesaziyê Leyla Xelaf anî ziman ku ev du mehin perwerdeya xêzkirina weneyan dide şagirtina û wiha got: “Bi armnaca ku zarok him xwedî li çand û him jî qabiliyeta wan jî pêş bikeve li dibistana Ilmaza Xelîl a milê şerqî perwerdeya xêzkikrina wêneya dide 30’î şagirtî. Temenê wan ji 9 heya 18 salî hene, di destpêka perwerdê de şagirtan ser rêbazên çawaniya xêzkirina wêneyan hîn kir, di meha duyemîn de ser karê destan wekî bi qaxez, macun, qaşilê qwîzan û alavên wekî qotiyên kola û avê yanî tiştên ku davêjin.”
SÛD Jİ HEMÛ
ALAVAN DİGRİN
Leyla da zanîn ku ji alavên ne pêwîst sûd digrin û wiha dom kir: “Yanî jidêvila ku qaxez an jî ew alavana bavêjin û jîngehê qirêj bikin, ew şagirtana bi wan çi gul, tablo û ajalan û lîstokan çêdikin. wisa him fêr dibin, dilşad dibin û him jî jîngehê ji qirêjiyê diparêzin. Di heman demê di riya van perwerdeyan de hînî çawa ji alavên destê xwe sûd bigirin, ji wan gelek karên bedew bi destê zarokên hatine nîgarkirin, dê dipêşngehê de bêne pêşkêşkirin. Her wiha bi armanca hêdayînê min du pêşenghên wêne û karê destan ên zarokan li darxist, ku di riya van çalakiyan bi qîmeta berhemên xwe hisiyan.”
Jİ BO PÊŞKETİNA
QABİLİYETA ZAROKAN GUHDAN PÊWÎSTE
yLeyla bal kişand ser guhdana zarokan û got: “Di her wext û zemanî de, lê bêgûman di dema îro de hê bihtir, guhdan û hînkirina zarokan erkekî herî giran û girîng dikeve ser milê mamosteyan û dibistana jiyanê, ev guhdan û hînkirin bi gelek rengan tê naskirin- çek ziman, werzîş, leystikên zarokan û xêzkirina wêneyan…hwd.
Hêjayî bi bîr xistinê ku di dawiya vê mehêde dê demsla xwendina 2018 û 2019’ê deriyê xwe ji xwendekaran re veke, bi rast hatina vê boneyê dê Komîteya çalakiyên dibistanan yên çand û huner û werzîşê, kû dibin sîwna Desteya perwerdê ya KPCD’ê Qamişlo şahî ji bo moral û hêzdayîna şagiratn li dibistana Ilmaza Xelîl lidarbixe, dê di şahiyê de ev şagirtên ku du mehin ser xêzkkirina wêneyan û karê destan xebatê xwe pêşkêş bikin.”
Ferîşte NEZÎR