Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zanîngeha Rojava şahiya derçûna 435 xwendekaran li dar xist

13/10/2024
in NÛÇE
A A
Zanîngeha Rojava şahiya derçûna 435 xwendekaran li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo şahiya derçûna 435 xwendekarên zanîngehê li parka Azadî li dar xist.

Zanîngeha Rojava ji bo derçûna 435 xwendekaran li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist. Xwendekarên derçûne ji fakulteyên Wêjeya Kurdî, Hunerên Bedew, Zanistên Civakî, Jineolojî, Dîrok, Erdnîgarî, Fîzîk û Kîmya, Mîkatronîk, Peywendî, Petrokîmya û Endazyariya Çandiniyê bûn.

Di şahiyê de xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, malbatên xwendekaran, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Telat Yûnis, mamosteyên zanîngehê, rewşenbîr û akademîsyen beşdar bûn.

Xwendekaran bi cil û bergên xwe yên folklorî û şalên kesk û sor û zer, bi hildana wêneyên şehîdan meşeke biheybet pêşkêş kir.

Piştre deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hat rawistandin. Di serî de endama Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed destnîşan kir ku zehmetî li pêşiya xwendekaran nebûn astengî û got: “Îro xwendekaran ji nû ve bi dîrokê zanist û zanabûna xwe dinivîsînin û ew ê bibin sibarojekî serkeftî, her wiha wê bibin mamosteyên herî xurt ji bo nifşên nû.”

Endamê Hemahengiya Zanîngehan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelîl Elî xîtabî xwendekaran kir û wiha got: “Hûn ê jiyaneke birûmet û demokratîk ava bikin. Hêviya me bi we bilind e. Em derçûna we li we pîroz dikin.”

Hisên Osman jî derçûna xwendekaran pîroz kir û got: “Ev derçûn qonaxeke dîrokî û hêza me ya ku zanabûn encam daye, vedibêje.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, Evîn Siwêd, Hisên Osman û mamosteyên zanîngehê derketin ser sehneyê, xwendekar vexwendin, xwendekar pîroz kirin û bawernameyên derçûnê dan xwendekaran.

Di dawiya şahiyê de hunermend Xêro Abas û Nesrîn Botan stran pêşkêş kirin, di heman demê de govend hat gerandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.