Lîloz Hisên/Qamişlo
Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li goristana şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo rojnamevanên ku di êrişên çeteyên DAIŞʹê û dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, bi bîr anî.
Ji bo bîranîn rojnamevanên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê şehîd bûne, Yekîtiya Raghandina Azad merasîmeke bîranînê li dar xist, tê de axaftin ji hêla YRA, herwiha ser navê malbatên rojnamevanên şehîd ketin; hate kirin.
Merasîmê bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan detpê kir, piştre hevserokê Yekîtiya Raghandina Azad Dilyar Cizîrê axavî.
Hevserokê Raghandina Azad Dilyar Cizîrê di destpêka axaftina xwe de şehîdên raghandina azad Sed Ehmed, Mihemed Reşo, Wîdad Ardimcî(Welat) û Dilovan Gever ên 5 sal berê di êrîşa dewleta Tirk a li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de şehîd bûne, di heman demê nûçegihanên ANHA`yê Dilîşan Êbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Deniz 7 sal berê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûne, bibîr anî.
Dilyar Cizîrê axaftina xwe wiha dewam kir: “Ji bo belgekirina binpêkirin û bêhiqûqiya dewleta Tirk û hevkarên wê DAIŞ`ê û çeteyên din ku li dijî sivîlan û herêmê pêk dianî, rojnamevanên raghandina azad bi cesaretek mezin berê xwe dan qadên şer û bûn milîtanên pêşeng ên raghandina azad. Ji bo kêliyên şervanan ên qehremaniyê belge bikin, dudilî jiyan nekirin, kamîre û pênûsa xwe wekî çeka herî bi bandor bikar anîn. Bi canê xwe mertalek herî bi hêz a raghandina azad bi hêz kirin. Li ser xeta Xelîk Dax û Gurbet Elîersoz zemîna raghandina azad, stûrtir kirin. Ji bo nûnertiya dengê civakê heta dawî xebata xwe dewam kirin. Rojnamevanên raghandina azad riya vekirî ji xebatkarên raghandina azad re pêşkêş kirin û hemû astengî û kelemên heyî ji kok ve ji holê rakirin.”
Hevserokê raghandina azad Dilyar Cizîrê axaftina xwe wiha qedand: “Îro di hizûra van hevalên şehîd de ku di bîranînên wan hêz û enerjiyê wedigrin, em soz didin xwenên wan ên ji bo azadî û demokrasiyê bişopînin û bighînin encamê.”
Piştre ser navê malbta şehîd Sed Ehmed û Hogir Qamişlo axaftin hate kirin û şehadeta zarokên xwe li hemû rojnamevan, gelê kurd û li Rêber Apo pîroz kirin.






