Ronaz Silêman/Qamişlo
Dilîşan Îbiş bi geşbûna agirî şoreşê, li warê berxwedanê “Kobanê” xwe berda nava têkoşînê. Herwiha di gelek xebatan de bû pêşeng û mohra xwe lê da. Herî dawî dema ku Dilîşan bi erka xwe ya rojnamevantiyê radibû, di 12`ê Cotmeha 2017’an de di encama teqandina du otomobîlên bombebarkirî ji aliyê çeteyê DAIŞ‘ê ve, şehîd bû.
Dilîşan Îbiş di 26’ê Îlona 1993’an de, li gundê Hilinc ê bajarê Kobanê di nav malbateke welatparêz de ji dayîk dibe, ji malbata xwe fêrî heskirina welat bûye. Malbata wê ji sê keç û şeş lawikan pêk dihat, ew jî di nava malbatê de, di rêza heftan de bû. Dilîşan di sala 1999’an li dibistana Muhaddath a Kobanê dest bi xwendina xwe ya seretayî kir. Di nava dibistanê de bi nermbûn û jêhatîbûna xwe ya di xwendinê de dihat nasîn, lewam ji hêla heval û mamosteyên xwe ve pir dihat hezkirin. Li dibistana Shreha xwendina xwe ya amadeyî berdewam kir û li dibistana Khansa dibistana amadeyî bidawî kir. Dilîşan Îbiş di karê xwe de pir cidî bû û alîkariya her kesî dikir, lewma her kesê ku wê nas dikir jê hez dikirin. Di sala 2011’an de xwendina xwe ya amadeyî bi dawî kir û berê xwe da bajarê Halabê, da ku di enstûtiya Birêvebiriya Karsaziyê a Zanîngeha Helebê bixwîne. Lê di sala 2012’an dema pola duyemîn a Enstîtûyê dixwend li Rojava agirê şoreşê geş dibû û wê nedikarî xwe li Helebê bigire, lewra dev ji dibistanê berda û ji bajarê Helebê derket.
Şoreş destpêka jiyaneke nû bû
Dilîşan Îbiş bi kelecanek mezin berê xwe da Kobanê û beşdarî nav xebatên şoreşa Rojava bû. Despêkê di nava karê rêxistinê yê di çarçoveya konfederasyona xwendekarên Kurd ên neteweyî de cîh girt. Ji wê demê ve beşdarî hemî xwepêşandanên ku li bajarê Kobanê ji bo azadî û rûxandina rejîmê hatibûn organîzekirin bû. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de şahidiya destpêkirina şoreşa Rojava kir ku li wê derê şahiya azadiyê û derxistina rejîma Baas ji bajêr dijiya. Herwiha ev di jiyana wê de despêkek nû bû. Di heman demê de têkoşîna xwe di rêxistinkirina xwendekaran, perwerdekirin û naskirina wan a bi şoreşê re xurt kir.
Dilîşan nûçegihana eniya berxwedanê
Piştî salekê ji vekirina Radyoya Dengê Kobanê ku di 11’ê Mijdara 2012’an hatibû avakirin, Dilîşan di sala 2013’an dest bi karê rojnemevaniyê kir, da ku dengê şoreşê bighîne hemû cîhanê, di Radyoya Denê Kobanê de xebitî. Di despêkê de, weke pêşkêşvaniya nûçeyên zimanê Erebî kar kir. Piştî çend heyvan çeteyên Cebhet El Nusra û DAIŞ’ê êrîşî gundên rojhilatê Kobanê û bajarê Girê Spî kirin. Dilîşa di wan êrişan de weke nûçegihanek şer eniyên berxwedanê şopand û nûçeyên berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li pêşberî êrişên çeteyan gav bi gav ragihand. Wê bi fermandar û şervanan re hevpeyvîn pêk anî û gelek bername li ser pêşdeçûna şoreşê amade kirin. Piştî demekê ji xebata nûçegihaniya şer vegeriya Radyoya Dengê Kobanê. Lê vê carê ew ne weke pêşkêşvaniya nûçeyên Erebî bû, dest bi amadekirin û pêşkêşkirina bernameyên siyasî kir û hevalên xwe yên di Radyoya Dengê Kobanê de li ser awayê pêşkêşkirina bername û nûçeyan perwerdekirin. Di 15’ê Îlona 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî kantona Kobanê kirin, carekdinê berê xwe da enîyên şer, ji enîyên rojhilat, rojava û başûr nûçe dişopand, li kêleka wê jî pêşkêşvaniya nûçe û bernamên siyasî jî berdewam dikir.
Dilîşan mohra xwe li gelek xebatan da
Bi hevalên xwe re li avahiya Radyoya Dengê Kobanê ya ku 5 km dikeve rojavayê bajarê Kobanê man. Dev ji karê xwe bernedan heya ku rûbera di navbera wan û çetên DAIŞ’ê de ji 1 km kêmtir bû paşê cihê xwe berdan. Di wê demê de bi hevalên xwe re neçar man biçin bajarê Kobanê û li bajar man heya ku di 5’ê Cotmeha 2014’an de çete ketin nav bajarê Kobanê û êdî sivîl nedikarîn li bajêr bimînin. Dilîşan Îbîş û komeke hevalên xwe qebûl nakin ku ji Kobanê derkevin lê ji ber dijwarbûna şer ew neçar dimînin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Dema wan sînorê Bakurê Kurdisatanê derbas kirin, rayedarên Tirk ew girtin, di saloneke sporê ya girtî de ew binçav kirin û nehiştin ku derkevin derve. Ji ber vê yekê Dilîşan bi hevalên xwe re 13 rojan ket girava birçîbonê, lewma rayedarên Tirk neçar kirin ku wan serbest berdin. Piştî ku serbest hatin berdan, Dilîşan vegerya kantona Cizîrê û karê xwe dewam kir.
Bi tena xwe xebatên Dengê Kobanê da meşandin
Piştî ku Dilîşan gihişt kantona Cezîrê, ber bi bajarê Qamishlo ve çû, ji despêka mijdara 2014’an heya 26’ê Çileya 2015’an rizgarkirina Kobanê di rêveberiya Radyoya Dengê Cûdî de xebat dida meşandin. Piştî rizgarkirina Kobanê bi çend rojan vegerya Kobanê û ji nû ve dest bi vekirina Radyoya Dengê Kobanê kir. Di sibeha 13’ê Adara 2015’an de Radyoya Kobanê bi yek endam ew jî Dilîşan bû, dest bi kar kir. Wê ji nû ve endam li ser xebatên radyo û pêşkêşvaniyê perwerde kirin. Gelek ked kir da ku Radyoya Dengê Kobanê vegerîne asta wê ya berî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê. Herwiha Dilîşan di 25’ê Hezîrana 2015’an carekdin bû nûçegihana şer û ji bo şopandina pêngava rizgarkirina bajaroka Sirînê yê ku di 27’ê Tîrmeha 2015’an de hat rizgarkirin kedek mezin da. Ji bo di karê xwe de hîn zêdetir pirspor bibe çû perwerdê û du mehan di perwerdê de ma. Dema perwerde qedand, bû nûçeghana televîzyona Ronahî TV. Di nava du heyvan de gelek raporên taybet amade kir. Piştre dîsa vegerya Radyoya Dengê Kobanê.
Dilîşan li ser şopa rêhevalê xwe soza berdewamiyê da
Dilîşan Îbiş di dawiya sala 2015’ an de berê xwe da bajarê Qamişlo û bû nûçegihana Ajansa Hawarê. Demekê weke nûçehan li bajêr xebitî, paşê xwest bibe nûçegihana şer. Li ser daxwaza xwe li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi şopandina pêngava ji bo azadiya deverên dibin destê çeteyan de kir. Despêkê tevlî pêngava rizgarikirina gundewarê Başûrê Kobanê bû ku 23’ê kanûna 2015’an despêkir û bi rizgarkirina bendavê re di demek kurt de gihiştî encamê. Di heman demê de, ew beşdarî şopandina hamleya rizgarkirina bajarê Minbicê bû ku 1’ê Hezîrana 2016’an dest pê kir. Li gel nûçegihanê Ronahî Mustafa Mihemed pêşveçûna pêngava rizgarkirina gundên Minbicê û piştre bajar û serbestberdana sivîlan ji destê çeteyên DAIŞ’ê bi hev re dişopandin. Ji ber vê yekê windakirina Mustefa bandoreke mezin li ser wê kir û soz da ku riya wî berdewam bike da ku rastiyê nîşan bide.
Dilîşan mîrateyeke dewlemend li pey xwe hişt
Dilîşan Îbiş pêngava rizgakirina bajarê Reqayê şopand û di her 5 qonaxên wê de cihê xwe girt. Destpêk pêngava Xezeba Firatê ya ku di 5’ê Mijdara 2016’an despê kirî, pişre jî di qonaxên mayî de heya şer gihişt hundurê bajarê Reqayê di çarçoveya pêngava rizgarkirina bajêr a 6’ê Hezîrana 2017’an despê kir. Di 9’ê Îlona 2017’an de pêngava Bahoza Cezîrê despê kir. Ji bo rizgarkirina Herêmên Cezîrê yên mayî û perava Rojhilatê Firatê, li gel her du hevalên xwe yên nûçegihanê Ajansa Hawarê Rizkar Adanmîş û Hawker Mihemed bi hev re dişopandin.
Herwiha di 12`ê Cotmeha 2017’an de hêzên QSD`ê komek sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de rizgar dikin. Dilîşan Îbiş li gel hevalên xwe Hogir Mihemed û Rizgar Denîz diçin gel koçberan da ku rewşa wan bişopînin. Di wan kêliyan de çeteyên DAIŞ`ê bi teqandina du otomobîlên bombebarkirî li ser riya Xerafî ya ku dikeve navbera Dêrazorê û bajarê Hesekê komkujiyê pêk anî. Di encama teqîna de Dilîşan tevî 14’e sivîlên din şehîd ketin. Rizkar û Hawker jî digel 73’ê kesên din birîndar bûn. Dilîşan li goristana şehîd Dijle ya bajarê Kobanê hat veşartin. Piştî wê bi 3’ê rojan Hogir ji ber ku bi giranî birîdar bibû jiyana xwe ji dest da. Herwiha di 18’ê Çilê 2017’an de Rizkar ê giran birîndarbûyî jî jiyana xwe ji dest da. Dilîşan ji bo armanca ku berê wê da xebatên çapemeniyê canê xwe feda kir û wekî gelek jinên fedekarê derxistina rastiyê mîrateyeke dewlemend li pey xwe hiştin.






