Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan 26 sal li pey xwe hêştin. Armanca wê jî tunekirina bîrdozî û felsefeya azadiyê di cîhanê de ye. Lê dengê doza azadiya gelê Kurd û paradîgmeya azadiya gelan bi mezinbûna felsefeya Rêber Apo re şopa xwe li dîrokê dixe.
Zana Roj/ Şehba
Komplya Navnetewî ya ku di 9 ê Cotmeha 1999 an li dijî kesayet, îdeolojî û felsefeya Rêber Abdullah Oacalan hatiye destpêkirin; 26 sal ji dewamkirina siyaseta tecrîdê li şûn xwe dihêle. Bi hemdemiya dewamkirina vê siyasetê re, tevgera azadiyê 26 sal ji têkoşîna azadiyê û têkbirina pilanên li dijî gelê Kurd; ji dijmin re şopeke ji agir hêştiye. Her çiqas sîstema tecrîd û îşkenceyê di Îmraliyê de hatibe xurtkirin, lê îradeya Rêber Apo di valaderxistina vê yekê de bi hemû hêza xwe tê domandin.
Tevgera Azadiya Kuridstan jî li ser hîmên felsefeya Rêber Apo zêdetirî 50 salî ye têkoşîneke bê dorveger dimeşîne. Li ser van mîrasan ev têkoşîn kêliyên serkeftinê nivîsandine û di cîhanê de êdî doza gelê Kurd û felsefeya rêbertî ya ku di rojên îro de bi pêngava cîhanî `Ji Ocalan re azadî û ji pirisgirêka Kurd re çareserî` hatiye destpêkirin misogeriya vê îdeolojiyê ji hemû cîhanê re ragihandiye. Têkildarî kompiloya navnetewî ya li dijî rêber Apo hatiye destpêkirin, Dayîkên Aşîtiyê yên Efrînî Emîne Osman û Sûheyle Şêx Ehmed ji rojnameya me re axivîn.
Tevgera Azadiyê dijberê sîstema desthilatdar ya cîhanê ye
Dayîka bi navê Emîne Osman di destpêkê de Komploya
Navneteweyî şermezar kir û wiha pê de çû: “Rêber Apo bi têkoşîna felsefeya xwe dîrokeke nû ji gelê Kurd re da destpêkirin, me xwe di nava vê têkoşînê de dît û dest bi xebatê mezinkirina vê tevgerê kir. bi destpêkirina vê xebatê re me siyasetên hezar salî yên ku di dîrokê de li ser gelê Kurd hatine meşandin naskirin. Ev tevger li ser bingehên exlaqî û azadiyê hate avakirin ji lewra bi siyasetên dewletên serdest re nebû yek û her tim dijbertiya vê yekê dikirin. Gelê ku temenê xwe di nava vê têkoşînê de derbaskiriye û çawa ev fikir hatiye destpêkirin, dikare baş fêmbike ji bo çi komplo hate destpêkirin.”
‘Em ê bibin xelekeke ji agir’
Dayîka Emîne da zanîn ku wê dayîkên aşîtiyê li derdora Rêber Apo bibin xelekeke ji agir û wiha got: “Dijminên gelê Kurd ne tenê Erdogan e, di rastiyê de em di wê zanebûnê de ku tavahî dewletên ji bo perjewendiyên xwe jiyan dikin û avairina civakeke durî zanebûn û têgihiştina azadiyê armanc dikin. Di asta yekemîn de fikrên Rêber Apo li hember van zihniyetan derket û girseya gel li hember xweparastina ji van zihniyetên netew dewlet şiyar kir, ji ber van sedeman Tirkiyê û Erdogan ji ber dijminahiya wan ya ber bi çav bi gelê Kurd re; kirin navenda dîlgirtian Rêber Apo. Giştî gelê azadîxwaz yên girêdayî xeta Rêbertî û bi taybet Dayîkên Aşîtiyê yên ku perçeyek ji giyana xwe dane, ji bo valaderxistina siyaseta komploya ku ji 26 salan ve tê domandin jiyan dikin. ger ji me bê xwestin emê li derdora îdeolojî û kesayeta Rêber Apo bibin xelekek ji agir û vê tevgerê biparêzin.”
`Komploger di pirojeya Rêber Apo de binketina xwe dibînin`
Dayika bi navê Sûheyle Şêx Ehmed jî tekez kir ku dewletên komploger tinebûna xwe di hebûna pirojeya Rêber Apo de dibînin û wiha got: “Welatên ku beşdarî komployê bûne, baş dizanin ku fikra Rêber Abdullah Ocalan çareserî û guhertineke radîkal ji rewş û kirîzên ku di Rojhilata Navîn de tê jiyîn e. Di encama nakokiyên hêzên hegemonîk ên berjewendiyên xwe diparêzin, tunebûna xwe di hebûna pirojeya Rêber Apo de dibînin. ji lewra di
berdewamiya van nakokiyan de girtina Rêber Apo û tecrîd kirina wî ji hemû mafên xwe yên weke girtiyekî siyasî, her wiha berdewamkirina sîstema îşkenceyê û qedexekirina hevdîtinan bi rêber Apo re jêdara xwe ji van nakokî û metirsiyan digire.”
Sûheyle di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên Kurd û yên azadîxwaz kir ku di vê sedsala tijî bi serkeftinên gelê Kurd de, bibin hêza têkbirina siyaeta Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya rêbertê misoger bikin.






