Amara Baran/Qamişlo
Koordînasyona Hîlala Zêrîn a kantona Qamişlo Berîvan Botan diyar kir ku hêzên hegemon bi polîtîkayên şerê taybet hewil didin ku qirkirina çandî pêk bînin û got, “
Li metrepolan êrîşên li ser çand û zimanê kurdî zêde dibin û hêzên hegemon dixwazin çand û zimanê kurdî ji holê rabikin divî çarçoveyê de koordînasyona Hîlala Zêrîn a kantona Qamişlo Berîvan Botan ji rojnameya me re axivî.
‘Stranê tirkî li ciwanan tê ferzkirin’
Berîvan diyarkir ku bi polîtîkayên şerê taybet hewil didin ku qirkirina çandî pêk bînin û wiha got: “Çand û zimanê gel ji bo parastina nasnameya wê pir girîng e. Dengbêjî, govend, stranbêjî û cilên bergên gelerî bi dewlemendiya ziman re xwedî kevneşopiyeke kevnar e. Hezên hegemon hewil didin ku bi polîtikayên şerê taybet çand û ziman ji aliye ciwanan ve bidin jibîrkirin. Di bin banê bişaftinê de mûzîka Tirkî li ser ciwanan tê ferzkirin û bi zimanê kurdî axaftin hatiye qedexekirin, ev jî dibe sedem ku gelek zarok û ciwan ji çanda xwe dûr bikevin.”
‘Desthilatdar ji çand û zimanê kurdî ditirsin’
Berîvan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li KurdIstanê qirkirina çand û zimanê kurdî tê meşandin. Dewletê desthilatdar dibînin ku gelê kurd xwedî li çanda xwe ya resen derdikevin û zimanê dayikê diaxivin, ev jî ji bona desthilatdaran binketineke, ew dixwezin di desthilatdariya xwe de israr bikin û çanda me qir bikin, tirsa desthilatdaran ne tenê ji aliye leşkerî de heye, tirsa wan a herî mezin ku her kurdek li çand, zimanê û hunera xwe xwedî derkeve. Ji bo ku pêşî li qirkirina çandî bên girtin jî pêwîste her kes xwedî li çand, ziman û hunera xwe derkeve. Ev huner û zimanê ku dixwazin biçeweisînin. Li hemberî vê qirkirinê sekneke îdeolojîk pêwîste, ji bo vala derxistina polîtîkayên desthilatdaran pêwîste bi çand, ziman û bi renge xwe, xwe bidin qebûlkirin. Cil û bergên bedena me heta gotin û helbestên me bibe bersiv û pêşî li qirkirinê bê girtin.”
‘Ji bo ku gele kurd bê nasname bêhile hemû rêbazan bi kar tîne’
Bêrîvan da zanîn ku hêzên hegemon şev û rojên xwe dikin yek ji bo ku gelê kurd bê nasname bihêlin û wiha dommand: “Dewletên desthilatdar yên ku dibêjin em dikarin di şev û rojekî de çi cîhên ku em bixwazin em ê têk bibin, ev jî ispat dike ku çiqas ji çand û zimanê gelê kurd ditirsin. Ziman û çanda me şoreşe, gelekî bê çand û bê ziman nikare beje ez xwadî welatim. Li metrepolan êrîş ji ber axaftina kurdî zêde dibin, ditirsin ziman û çanda me li metrepolan jî bê jiyîn. Lewra gelek şanoyên kurdî hatin qedexekirin û li dibistanên ku bi zimanê kurdî têne axaftin hemû hatin qedexekirin. Gelê me pêwîste nekeve bin bandora hêzên hegemon û di tekoşîna xwe de bi israr be.”
‘Li Rojava gelek ciwan bi şoreşê re mezin bûn’
Berîvan di dawiyê de bang li hemû jinên ciwan û ciwanan kir û axaftina xwe wiha qedand: “Bangawaziyamin ji bo hemû jinan û jinên ciwan her kesekî ku çavên xwe di nava şoreşê de vekirin û bi şoreşê re mezin bûn û niha jî di nav xebatên çandî û saziyên ziman de cîh digrin. Ne dewleta Tirk ne hikumeta Şamê û hemû kesên desthilatdar ku bixwazin destdirêjî bavêjn çanda me wê tucarî nikaribin çanda me qir bikin. Em wek gelê kurd herdem çanda xwe zîndî dikin û xwedî li çanda xwe derdikevin. Pêwîste her ciwanek çanda xwe ziman û nasnameya xwe nasbike. Wek Hîlala Zêrîn peymangeheke hûnerî vedikin û din av de xwendina sê salan heye her kesê ku bixwaze tevlî bibe dikare tevlî bibe.”






