Ronaz Silêman/Qamişlo
Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa ku di 10’ê Cotemehê li ser Kantona Minbicê pêk hatibû û di encamê de 2 zarok şehîd bûn û 3 jî birîndar bibûn, şermezar kir.
Bi daxuyaniyeke nivîskî Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina mafê Zarokan, bi tevlîbûna zarokên Komîna Şehîd Şevger a taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo, êrişa ku di 10’ê Cotmehê de li ser gundê Tehna ya mezin a giridayî bajarê Minbicê pêk hatibû û di encamê de 2 zarokên bi temenê xwe yê 5 û 9 salî jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndar bibûn, şermezar kir.
Daxuyanî li hola dibistana şehîd Mustefa Yûsif Gulo ya bajarê Qamişlo hate xwendin. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê zaroka bi nave Robîn Ebdella û bi zimanê erebî ji aliyê zaroka bi navê Solîn Ebdella ve hate xwendin. 
Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Di hemû êrişên ku li cîhanê têne qewman din, piranî zarok dibin qorbanî û bi taybet di êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin ku di encmên van êrişan de gelek zarok jiyana xwe ji dest dan û ji sedî 80’ê zarok ji jiyana xwe ya zarokatiyê dûr ketine, ji ber ku zarok rojane rastî tundî, lêdan û tecawiziyê têne kirin.”
‘Zarok dibin qurbaniyên êrişên hovane yên dewleta Tirk’
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Di dîroka 10 Cotmeha 2024’an di encamê êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser gundê tehna ya mezin a giridayî bajarê Minbicê 2 zarokên bi temenê xwe yê 5 û 9 salî jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndarin. Ev bûyer ne bûyera yekeme ku li herêmên me têne kirin û zarok dibin qurbaniyên van êrişan, rojane bûyerên bi vî rengî li ber çavên her kesî têne qewnandin û rastî bêdengiya giştî tên.”
‘Pêwîste hêzên navneteweyî erkê parastina zarokan pêk bînin’
Daxuyanî wiha bidawî bû: “Bi navê Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan û bi navê hemû zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku bi erkên xwe rabin, ew erkê ku li ser emzekirin dan ku hemû zarokên cîhanê biparêzin û soza xwe pêk bînin, di heman demê de erişên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin û zarok tên armancgirtin, bidin sekinandin.”






