Reşo Mihemed/ Qamişlo
Di salvegera Komploya Navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de hat destpêkirin, şêniyên kantona Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe ve meşeke bi heybet li barjarê Qamişlo li dar xistin.
Weke vê rojê berî 26 salan, Komploya Navneteweyî bi destê hêzên hegemon ên cîhanî û di serî de dewleta Tirk a dagirker, hat destpêkirin, pişt re jî tecrîd hat meşandin û heya roja îro sîstema işkenceyê û komplo tên domandin.
Bi armanca şikandina tecrîd û Komploya Navneteweyî, pêkhateyên kantona Cizîrê, bi mamoste, xwendekar, rewşenbîr, tevgerên civakî, partiyên siyasî û tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser daketin kolanên bajarê Qamişlo.
Meş ji çerxerêya Osman Seberî ya Qamişlo bi pêşengitiya jinan û malbatên şehîdan dest pê kir û heya pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hat domandin.
Di berdewamiya meşê de wêneyên Rêberê Gelan, Abdullah Ocalan li jor hatibûn bilindkirin û hemû kesî bi silogana “Azadî Ji Bo Rêberê Gelan, Bê Serok Jiyan Nabe, Têk Biçe Faşista Tirk û hwd…” bang dikirin, pê re jî stranên şoreşgerî hatin gotin.
Girseya meşê li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo veguherî miting, piştî
wê jî meşvanan xuleyeke rêzgirtinê li ser giyanê pakrewanan rawestiyan.
Herwiha di destpêkê de hevserokê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl da zanîn ku Komploya Navneteweyî bêbextiyeke cîhanî bû wiha got: “Armanc ji komployê ew bû ku di serî de gelê kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn tune bikin. Lê bi saya ramanên Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û berxwedana gelên me, pilana komplogeran vala derket. Salek ji Pêngava Azadiya Rêber Apo derbas bû û gihaşt asteke bilind . Em dikevin sala duyem ji pêngavê lewma jî pêwîste di pêngava duyem de Rêber Apo were azadkirin.”
Pişt re jî kordînasiyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şîraz Hemo bi zimanê erebî, bal kişand li ser zordestiya ku li ser jinê tê
meşandin û ramanên ku Rêber Apo bû kilîta azadiya jinan û wiha anî ser ziman: “Komplogeran xwestin ku bi riya komplo û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo vîna gelên me û jinan bi taybet bişkîne. Lê bila ti caran dilên wan rihet nebe, jin û civaka ku paradîgmaya Rêber Apo nas kiriye wê komplo û tecrîd nikaribe vîn û têkoşîna wan têk bibe.”
Mitinga girseyî bi silogana “Bijî Rêber Apo û Têk Biçe Tecrîda Girankirî” li gel tilîliyên jinan û nîşana serkeftinê dawî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro, li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek dewletên cîhanê meşên ji bo têkbirina komplo û tecrîdê tên birêvebirin, pê re jî çalakiyên curbecur li dar dikevin








