Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

5 sal di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re derbasbûn

09/10/2024
in NÛÇE
A A
5 sal di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re derbasbûn
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi armanca têkbirina aramiya herêmê, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de Serêkaniyê û Girêspî dagir kirin. Ji destpêka dagirkirina van her du bajaran û heta niha kuştin, revandin, dizî, talakirin, destdirijya li dijî jin û zarokan bênavber dewam dike.

Piştî ku bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkerkirin û ji ber bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên wê û binkeftina DAIŞ’ê. di Adara 2019’an de gefên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.

Çima 9`ê Cotmehê?

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser herêmê di dîrkoka 9’ê Cotmehê de ne tesaduf e. Di vê dîrokê de sala 1998’an de, hêzên hegemon ên modernîteya kapîtalîst komployeke navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anî ku ji Sûriyê derxist û di 15`ê Sibata 1999’an de radestî dewleta Tirk hate kirin.

Ev êriş di salvegera 21`an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de dest pê kir. Êriş berdewama Komploya Navneteweyî ya li ser ramanên Rêber Apo ku projeya wî ya Neteweya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pêkanîn.

QSD`ê ji bo parastina mirovahiyê û cîhanê ji terora DAIŞ`ê berdêlên giranbuha dan. Vê berxwedanê hişt ku dostên wê li cîhanê pir bibin û li hemû êrişên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê refleks nîşan dan.

Dewletên Ewropa, di serî de Fransayê, rayedarên partiyên li Amerîka û Ewropayê û welatên ereban û Komkara Erebî bertek nîşanî êrişên dagirkeriyê dan.

Vekişîna Amerîkayê û êrişên dewleta Tirk

Di 6`ê Cotmehê de Serokê Amerîkayê Donald Trump vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê ragihand.

Ev biryar ji bo hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê şok bû. Lê Trump piştî peywendiyeke telefonê bi Erdogan re ev biryar da, xwest ku dewleta Tirk vegerîne hembêza xwe, piştî ku di hembêza Rûsyayê de bû û pergala parastina asîmanî ya S-400 jê kirî.

Li Amerîkayê ev biryar rastî nerazîbûnê hat. Di navbera Wezareta Karên Derve, Koşka Spî û Pentagonê de nakokî derket. Di encamê de wezîrê parastinê yê DYA`ê Jim Mattis, dûre nûnerê Amerîkî yê Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ`ê li Sûriyê Brett Mcurk di Kanûna 2018`an de beriya ragihandina têkçûna DAIŞ`ê di sala 2019`an de li Baxozê îstîfa kirin.

Piştre, dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de bi balafir, tank û obusan êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di êrişên bejahî de jî çeteyên Cebhet El-Nusra yên ku navê bi Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê guhertin, bi kar anîn.

Şervanên QSD`ê ku ji Kurd, Ereb û Suryanan pêk tên, di nava 9 rojan de berxwedaneke mezin raber kir heta ku DYA û dewleta Tirk di 17`ê Cotmehê de gihîştin agirbestê ku 5 rojan dewam kir.

Piştî serdana serokkomarê dewleta Tirk ji Rûsyayê re û hevdîtina wî bi Pûtîn re di 22`yê Cotmehê de, her du aliyan (Rûsya û dewleta Tirk), li ser agirbestê li hev kir. Piştre hêzên QSD`ê û hêzên Rûsî li ser belavkirina polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên hikumeta Şamê li ser xeta sînor li hev kir.

Li ser vê, hêzên sînor ên girêdayî hikumeta Şamê di 23`yê Cotmehê de li dirêjehiya xeta sînor belav bûn.

Wekî garantor xwe nîşandan lê pêşengî ji dagirkeriya dewleta Tirk re kirin

Ew dewletên ku xwe wekî garantor nîşan didin, bûn sedema dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Cerablûs, Bab û Ezazê. Dagirkirina van bajaran jî tenê ji bo razîkirina dewleta tirk û çeteyên wê yên ku li hemû parêzgehên Sûriyeyê belav bûne, bû. Dewleta tirk li ser sînorên xwe yên bi Sûriyê re kampên koçberan ji bo gelê Sûriyê vekir. Ciwanên ku koç dibin wan wekî çete bi çek û perwerde dike û ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe bi kar tîne. Sedema ku heta niha krîza Sûriyê çareser nebûye, hebûna dewleta tirk a dagirker li ser vê axê ye û xurtkirin û piştgiriya wê ji aliyê Emerîka, Rûsya û Îranê ye. Li herêmên dagirkirî li dijî pîrozî û nirxên neteweyan binpêkirinên mezin hatine kirin. Li dijî projeya Neteweya Demokratîk hemû rengên êrişan pêk tînin ku vê projeyê têk bibin û li ser nijadperestî û zayendperestiyê vê civakê bidin berdewamkirin.

Serokkomarê Tirk Erdogan ji destpêka Şoreşa Rojava ve her dem digot ku Kurd li ser sînorê bi Bakurê Kurdistanê, li ser ewlehiya welatê wan xeterê ava dikin. Paşê xwest ku Emerîka navbeynkariyê di navbera Tirkiye û QSD’ê de bike. Piştî civînên Emerîka û Tirkiyeyê ku 3 rojan berdewam kirin, di 7`ê Tebaxa 2019`an de gihîştin tîfaqê ku (Herêma Ewle) ava bikin. Paşê QSD`ê daxuyanî da û got ku ji bo ev tîfaqî here serî ew ê her tiştî bikin.

Li ser van xalan wê herêma ewle bihata avakirin, avakirina Odeya Operasyonên Hevpar navbera her du hêzan de her wiha avêtina dewriyeyên hevbeş ên Emerîka-Tirkiye li ser dirêjahiya 5 heya 9 km. li ser sînor ji Serêkaniyê heya Girê Spî. Di 1’ê Îlona heman salê de yekemîn dewriyeya hevbeş hat avêtin.

Li ser axa Mezopotamiyayê ku bi dehan netew lê dijîn, çete li ser bi hev dikevin. Li ser dizîna mal û milkên sivîlan fesîleyên çeteyan bi hev ketine, kuştî û birîndarên wan çêbûne. Berhemên genim û cehê Serêkaniyê û Girê Spî û zeytûnên Efrînê derbasî axa Tirkiyeyê dikin û ji wir derbasî welatên Ewropayê bûne û dibin jî. Li hember simbila genimê ku diçandin, hemû çekên giran, kîmyewî û balafirên herî pêşketî bi kar anîn. Li dijî zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê (Kurdî) dixwendin bi hezaran bombe barandin. Dayika ku baxçeyê xwe av dida, çek xistin sînga wê de û ew qetil kirin.

Rûyê niha yê Serêkaniyê

Malên ku di her quncikek xwe de bi dehan bîranîn dihewandin, veguherandin girtîgehên îşkencekirinê. Bi dehan girtîgehên ku jinan tê de bi alavên herî tûj îşkence dikin, çêkirin. Li malên Kurd, Ereb û Suryaniyan malbatên çeteyan û di serî de yên DAIŞ`ê hatine bicihkirin. Beşek ji wan malbatên çeteyan ji Kampa Holê ya ku rojhilatî bajarê Hesekê bi 45 km dûr dikeve, reviyan û derbasî wir bûn. beşek jî ji Kampa Eyn Îsa ya li Herêma Firatê reviyan û xwe gihandine herêmên dagirkirî. Malbatên ji Xûta, Dera, Idlib û gelek bajarên din lê hatine bicihkirin. Demografiya herêmê tê guhertin, li şûna zimanê Kurdî zimanê Tirkî hatiye ferzkirin û sirûda wan tê xwendin.

Çav li riya vegerê qerimîn

Bêtirî 500 hezar kes ji kobçerên Serêkaniyê û Girê Spî bi hêviya vegera cih û warên xwe li dijî dagirkeriyê di nav berxwedanê de ne. Her sal hêviyên xwe nû dikin ku wê rojekê dîsa vegerin bajarên xwe û di hembêza wê de bi azad û bêtirs razên û bijîn. Wê hesreta van salan ji dilê xwe derxin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.