Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî şermezar kir

09/10/2024
in NÛÇE
A A
Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Li dijî Komploya navneteweyî û bi dirûşmeya “Azadî ji Rêber Apo re û çareserî ji pirsgirêka kurd re”xwendekarên Zanîngeha Rojava daxuyaniyek li pêşiya zanîngehê dan.

Îro xwendekarên Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo û bi tevlîbûna bi dehan mamoste li pêşiya Zanîngehê di çarçoveya rêzeçalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, bi dirûşmeya “Azadî ji Rêber Apo re û çareserî ji pirsgirêka kurd re ” daxuyaniyek dan.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandn li ser salvegera 26’emîn a kompiloya navnetewî ya li ser Rêber Abdulah Ocalan û wiha hat gotin: “Em berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ya li Îmraliyê pîroz dikin. Vê berxwedanê vejîneke nû ji bo mirovahiyê bi giştî û gelê kurd bi taybet kir diyarî. Di bin dirûşmeya “Azadî ji Rêber Apo re û çareserî ji pirsgirêka kurd re” em ê têkoşîna xwe bi dilekî geş û gerim berdewam bikin. Herwiha gelê kurd ji her demê zêdetir di pêşengtiya Rêber Apo de li ser piyane û li dijî sîstema qirker têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne. Fikir û ramanên Rêber Apo dikarin armanc û daxwazên gelan pêk bînin. Ev 26 sal in li Îmraliyê her roj mirovahî tê kuştin, ev yek rastiyeke ku nayê nîqaşkirin, ev bûye 26 sal ku Rêber Apo di nava sîstemeke bi vî rengî de bi berxwedaneke sermirovî û jiyana azad ji bo mirovahiyê afirandiye, fikirên Rêber Apo zêde li her derî tên guhdarkirin û hizrên wî li her derî belav bûye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelê kurd û dostên wan êdî naxwazin bi sîstema işkence ya Îmraliyê re bijîn û dixwazin bigihêjin jiyana azad. Bê guman ev daxwaz û tevgera azadiyê ya cîhanê ku li ser vê bingehê hatiye pêşxistin, helwesta herî mafdar û demokratîk a dîrokê ye. Em ê herdem li ser riya fikirê Rêber Apo bimînin û şopdarê ramanên wî bin. Em bang li aliyên hiqûqî, mirovî, navnetewî û mafê mirovan dikin ku bi erkê xwe rabin û tecrîdê bidawî bikin.”

Daxwiyanî bi dirûşmeyên ” Bijî Rêber Apo, bijî berxwedana Îmraliyê, bemire hêzên komploger, bemire îxanet” bidawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.