Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrezorê Komploya Navneteweyî şermezar kirin

09/10/2024
in NÛÇE
A A
Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrezorê Komploya Navneteweyî şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa/Reqa

Bi hezaran Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêreazorê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, meşeke girseyî li darxistin û soza bilindkirina asta têkoşînê dan.

Şêniyên bajarên Tebqa, Dêrazorê û Reqa, bi tevlîbûna nûner û endamên saziyên Rêveberiya Xweser,  Partiya Sûriyeya Pêşeroj, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Partiya Yekîtiya Demokratîk, li dijî komploya navneteweyî meşeke girseyî li dar xistin.

Meş ji aliyê Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ji bo Rêber Abdullah Ocalan û têkbirina dagirkeriya Tirk” hate organîzekirin.

Meş ji qada kompleksê ya bajarê Reqayê hate destpêkirin, di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û siloganên şermezarkirina komplo û sîstema işkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo tê meşandin, hatin berzkirin.

Piştî gihiştina stadyoma Beledî ya li navenda bajarê Reqayê, meş veguherî mitîngê û deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan hat rawestandin.

Piştî wê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Mihemed El-Dexîl axivî û wiha got: “Em dibin şahidê salvegera 26’an a komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêber û feylesofê navneteweyî Abdullah Ocalan hatiye kirin. Di vê rojê de em bi bîr tînin ku çawa hêzên xirab ên cîhanê li hev kom bûn û bi hemahengî û hevkariya Tirkiyê û çend welatan, Rêber Apo revandin û birin Tirkiyê da ku li Îmraliyê bê girtin. Welatên rojavayî yên beşdarî komploya navneteweyî bûne, bawer dikirin ku bi dîlgirtina Rêber Apo re dê belavkirina ramanê wî bê sînordarkirin, lê fikra wî bûye kaniya azadiyê ya ku hemû gelên azadîxwaz jê vedixwin. Mînaka herî berbiçav a serkeftina şoreşa ramana azad ya Rêber Apo, projeya neteweya demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

El-Dexîl di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û saziyên wê kir ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin û got: “Pêwîste dimildest dawî li sîstema îşkenc û qirkirinê bînin û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bê şert û merc fîzkî azad bikin.”

Piştre Endamê Kongereya  Îslama Demokratîk li kantona  Reqayê Şêx Ibrahîm El-Oweys axivî û wiha got: “Îro em bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan qonaxeke girîng di dîroka herêma xwe de dijîn.  Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevre jiyan dikin. Ez bang li hemû gelên azadîxwaz û bawermendên Rojhilata Navîn û cîhanê dikim ku  dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe ya derbarê neheqiya ku li ser hilgirê ala azadî, demokrasî û biratiya gelan tê kirin, nîşan bidin û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidest bixin.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê Mihemed El-Sayel jî diyar kir ku di vê komployê de gelek welatên xwedî zihniyetên paşverû hatin cem hev û di derbarê plansazkirin û pêkanîna vê komployê de li hev kirin û got, “Ez bang li civaka navneteweyî û saziyên wê dikim ku dawî li sîstema qirkirin û îşkenceyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bînin.”

Her wiha hevseroka Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li kantona Reqayê Letîfe El-Hesen diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedaniya xwe ya bêhempa komplo pûç kir û wiha got: “Fikra Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bûye. Ev bi serê xwe tê wateya pûçkirina komployê. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî berxwedanê bidomînin.”

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xud El-Îsa jî soza xwe ya ji bo şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nû kir û wiha got: “Em ê fedekarî û berxwedana xwe bi serketineke diyarker tacîdar bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Ev meşa gel a mezin nîşaneya baweriya bi fikir û têkoşîna Rêber Apo ye.”

Meş bi pêşkêşkirina  komên ji Tevgera Çanda Jinê ya Hîlala Zerînçend şanoyên hunerî bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.