Zekî Bedran
9’ê Cotmeha 1998‘an de, Rêber Apo ji Sûriyê hat derxistin. Bi Komployeke Navnetewî, destûr nedan Rêber Apo li Ewrûpa û Rûsya bimîne. Encama wê komployê Rêber Apo radestî dewleta Tirk ya dagirker hate kirin. Pêşeng û rêxistinkirina wê komployê DYA bû. PKK’ê li dijî DYA ti rewşên çalakî û şeran de cih negirtiye. Rûxmê wê DYA Rêber Apo kir armanc, tevlîkirina hêzên navnetewî û bi hêza xwe ya hûndirîn zagonên Ewrûpa binpê kir û bû alîgirê hêzên komployê. Wê demê gelek hêzan wate neda wê rewşa DYA. Çima DYA ev qas bi israr e? Ji ber wê yekê sîyasetmedarê Tirkiyê yê herî pispor Bûlent Ecevît jî got “DYA Apo çima radestî me kir, hin jî me nas nekiriye”
Em niha dikevin sersala 26’emîn ya Komploya Navnetewî. Rêber Apo hîn li Îmraliyê ye, hîn dijî wî, gelê wî û tevgera wî komplo didome. Li Îmraliyê mafên Rêber Apo yê mirovî û zagonî hatiye ji destgirtin û jîyan û tendurûstiya Rêber Apo di bin metirsîyek giran deye. Lê ruxmê wan kiryarên dij qanûnî NY û saziyên eleqedar di nava bêdengiyek mezin dene. Ti kes navê Rêber Apo nayîne ser ziman û ji berpirsyartîyê direvin. Ev kiryarên ku diqewimin ne karê sazûmaniya dewleta Tirk ya dagirker tene ye. Tê xûya kirin, piştgiriya DYA û Ewrûpa jî heye.
Rewşa Rojhilata Nawîn ya îro, kiryarên wê demê baş dide fêm kirin. Rêber Apo dema dahûrandina Komploya Navnetewî dike, dibêjê “Armanca wan ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn e, cîhan dikeve pêvajoyek nû.” Rêber Apo tîne ser ziman ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn destpêkir. Roja me ya îro, gelek aliyên bîyanî nirxandinên weke Şerê Cîhanê yê 3’emîn destpêkir, destpê dike dikin. DYA û hevalbendên wê BOP (Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin) dan pêşiya xwe. Piştî têkçûyina Sovyetan hewil didan valatiya ku heyi dagirin û cîhanê ji nûda sererast bikin. Ev jî li Rojhilata Navîn destpêkirin.
Kurd li Rojhilata Navîn gelekê kevnar û xwedî hejmareke mezine. Lê dewleta wan tune bû. Bi pêşengiya Rêber Apo berxwedan, birêxistinkirin û hişmendiya xwe mezin kirin. Di şerê Kendavê de herî zêde PKK’ê sûd wergirt. Rêber Apo rêbertiya afirîner û bi hêz kir. Vê taybetmendiya wî bala CIA, DYA û NATO kişand. Ji bo PKK’ê li Rojhilata Navîn nebe asteng serlêdan li Rêber Apo kirin. Difikirîn ku bêyî wî PKK’ê û gelê Kurd wê nikaribin şer bikin û bi bandor bin. Ji bo şikandina berxwedana gelê Kurd û avakirina herêmê bê astengî, li dijî Rêber Apo dest bi şer, operasyonek mezin kirin. Niha Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrîş dike da ku PKK’ê biqedîne û gelê Kurd ji dîrokê de rake. Dixwaze weke berê bi yekkirina Îran, Iraq û Sûriyê li dijî Kurdan jî dorpêçê temam bike. Bi kurtasî hewl dide xefika kurdî ya klasîk deyne. Tirkiye di vî warî de rastî gelek astengiyan nayê. Ji ber ku van dewletan polîtîkayên xwe neguherandin û demokratîk nebûn. Ew hê jî avahiya netew-dewleta navendî diparêzin. Ji bilî Iraqê hinekên din dev ji polîtîkayên xwe yên asîmîlasyon û înkarê yên li ser kurdan bernedan.
Israîl di komploya 9’ê Cotmehê û dewama wê de roleke pir çalak û bi bandor lîst. Niha jî hewl dide bi kişandina Îranê di nava şer de, di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de ji bo DYA û Ewropayê tiştan hêsantir bike. DYE ji parastina endamekî NATOyê zêdetir bi parastina Îsraîlê mijûl e. Wî ji bo parastina Israîl guhertinek bihêz avakir. Îsraîl çek û cebilxane bi xemsarî û bêsînor bi kar tîne. Xeza wêran bû. Niha jî heman tişt li Lubnanê tê kirin. Asta rêveberiya rêxistina Hîzbullahê kirin armanc û ji holê rakirin. Îsraîl dixwaze xwe ewle bike. DYE û Ewropa li pişt wê ye, dixwaze sînorên Filistîn û Lubnanê bi temamî bixe bin serweriya xwe, yan di bin dagirkeriyê de bihêle, yan jî bêrûmet bike.
Îsraîl naxwaze bi vê yekê razî bibe. Hewl dide Îranê bikişîne nav şer de, Îranê şer destpê bike. Her çiqas DYA û Îran dibêjin ku em naxwazin şer berfireh bibe jî, rewş ber bi berfirehbûna şer ve diçe. DYA sînoran li ser Îsraîlê ferz nake. Piştgiriya xwe ya siyasî, leşkerî û dîplomatîk didomîne. Îsraîl jî dixwaze bi temamî ji vê yekê sûd werbigire. Netanyahu ji destpêkê ve Îran kiribû armanc. Ez rêxistinên mîna Hamas û Hizbullahê têk bibim jî, rehendên wê dimînin. Lewma jî hewl dide stratejiya xwe ya metingehkirina Îranê bi cih bîne. Îran nexwaze jî tê kişandin nav şerekî wiha. Bi rastî Hesen Nasrallah ne alîgirê şerê bi Îsraîlê re bû. Wî dixwest ku pevçûn bi piştgiriya ji bo Xezzayê sînordar bimîne. Lê Îsraîl bi salan li ser Hizbullahê dixebitî û amadekarî dikir. Hema ku derdor û derfet afirand, êrîşeke piralî û berfireh da destpêkirin. Em ê bibînin ka gelo DYE û Ewropa dê bi dil û can giraniya xwe deynin pişta vê êrîşê da ku nehêlin ev êrîş ber bi Îranê ve biçe.
Di Şerê Cîhanê yê 3’emîn de, dewleta Tirk ya dagirker artêşa xwe wek Îsraîl şand Iraq û Sûriyê û hewildana valakirin û girtina herêmên kurda ya di bin serweriya gelê Kurd de dike. Her wiha dixwaze bi sûdwergirtina ji şer û alozîyê jenosîda Kurdan temam bike. Şer jî li eniya Ukraynayê mezin dibe. Saziyên navneteweyî li wî welatî ne serwerin. Cîhan di serdemeke ne ewle û xeternak re derbas dibe. Şerê cîhanê yê ku bi komploya li dijî Rêber Apo destpê kir, her ku diçe mezin dibe û belav dibe û tevahiya Rojhilata Navîn û Ewropayê di nav xwe de dihewîne.






