Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî pergala îşkence û qirkirinê pêngava cîhanî didome

09/10/2024
in ROJEV
A A
Li dijî pergala îşkence û qirkirinê pêngava cîhanî didome
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Qamişlo

 Pênagava Cîhanî ya azdiya Rêber Apo saleke xebat li dû xwe hişt. Hevserokê KCDK-E Engîn Sever diyar kir ku di nav salekê de di hemû qadên ku wan xwe têde birêxistin kiribû, perspektîfa hemlê kir bingeh û li gor wê xebatên dîplomasî û çalakiyên heyî gihandin armancên wan.

 Pêngava cîhanî “Ji Abdullah Ocalan re azadî,  ji  pirsgirêka kurd re çaraseriya siyasî” salek tijî çalakî û xebatên cur be cur li pişt xwe hîşt. Divî çarçoveyê de Hevserokê KCDK-E Engîn Sever ji rojnameya me re axivî.

 ‘Li  83 welatan çalakiyên hemdemî hatin destpêkirin’  

Engîn Sever di destpêka axaftina xwe de wiha got: ” Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî,  ji  pirsgirêka kurd re çaraseriya siyasî” ku di qada navnetewî de di pêşengtiya dostan de di 10 Cotmeha 2023’an de hatibû destpêkirin ket pêvajoyeke tekoşînê, li 83 welatan çalakî bi hemdemî hatin destpêkirin û pêngav bi coş û kelaceneke mezin hat domandin. Di heman wextê de me wek KCDK-E li Strasbûrgê jî bi çalakiya rûniştinê starta hemlê da. Di nav hemû kar û xebatên ku hatin meşandin de xebatek bi çalak derket holê. Di nav salê de di hemû qadên ku me xwe tê de birixtin kiribû  perspektîfa hemlê kir bingeh û li gor wê xebatên dîplomasî û çalakiyên heyî hemû di nav hev de meşand û heta astekî bi encam bû.”

‘Armanca Pêngavê azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye’

Engîn wiha domand: “Pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî  a Rêber Apo hatibû destpêkirin. Saleke xwe dagirt, armanca destpêkirina vê pêngavê rakirina sîstema işkenciyê û qirkirinê li Îmraliyê.Li hemberî  sîstema îşkencê a ku bê navber didome gelê kurd û dostên wî asta berxwedana xwe bilind kirin. Armanca hemlê azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye. Ji destpêka pêngavê ve û heta roja me ya îro gelek çalakî yên wekî ; (xwendina Rêbertî, hevpeyvîn, semîner, konferans, xebatên siyasî, hiqûqî û têkiliyên derve hatin meşandin.

‘Di nav salê de çalakiyên cur be cur hatin meşandin’

Engîn dewam kir: “Di çarçoveya pêngavê de me di nava salê de bi çalakiyên berfireh û curbecur hewl da ku pêvajo bişopînin.  Şandina kartpostalan ji Rêbertiyê re, bi taybetî konferans û meşa Lozanê, 14 Tîrmeh, 15 Tebaxê de li Frankfurtê festîvala kurt a hûnerî, meşa Dusseldorf ê, meşa ji bo qetlîama parîsî, 17 Sibatê meş û mitnga Koln ê. Meşa dirêj a  enternasyonela û Gemlîkê, meşa dirêj a ku  25 rojan  li parîsê destpêkir û li Strasburgê bi dawî bû, 8 Adarê, Newroz,, festîval û pîrozbahiyên 4 Nîsanê û gelek çalakiyên cur be cur hatin li darxistin.  10’ê Kanûnê Xwendina ji Roja Rêbertiyê ku li ser asta cîhanê hate meşandin, bi tevlîbûneke cidî hat meşandin.  Konferansa navneteweyî ya tevgera ciwanên Kurd ên Ewropayê li Parîsê û nêzîkatî û peyamên tevgera navneteweyî ya giştî ya ji bo pêngavê di konferansa Swîsreyê de bi awayekî erênî li îradeya beşdarbûna pêngavê di qada navneteweyî ya cîhanê de derket holê”

‘ Li gor taybetmendiyê pêkhateya xebat hat meşandin’

Engin wiha got: “Qonaxa yekemîn a pêngavê bi meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê bi dawî bû û qonaxa duyemîn dest pê kir,  meşa Kolnê nîşan da ku şêwazê ku yek bi yek diçe gel û bi xebata li ser hemû pêkhateyan li gorî taybetmendiya wan çalakiya kolektîf pêş dixe, serkeftinê bi xwe re tîne û hem tevlîbûn hem jî vîna  gel xurt dike.

Di 1’ê Adarê de bi daxuyaniya çapemeniyê ya komîteya çalakiyê dest bi kampanyayê kir.  Çalakî û çalakiyên ku di destpêka meha Adarê de dest pê kirin, ne li qadên ku bi girseyî Newroz hatin pîrozkirin, ” bi dirûşma Azadî ji Rêber Apo re”, bi sed hezaran gelê kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî Newroz pîroz kirin, bi taybetî li Elmanya, Marsîlya. Li Swêd, Swîsre, Îngilîstan, Kanada û Awûstûryayê kartpostalên ku li Îmraliyê û CPT hatin şandin, li hemû qadan bi berfirehî hatin kirin.  Tevlîbûna xurt a gelê me ya 32. Festîvala Çanda Kurd, çalakiya sereke ya qonaxa 2.mîn bû. Paradîgmaya Rêber Apo  di serî de li ser gelên Amerîkaya Latîn, Afrîka, Kanada, Awûstralya û Ewropayê bi bandoreke mezin berdewam dike.  Li ser vê bingehê tevgera azadiyê her roj bi daxuyaniyên nû bûye global.  Li ser vê bingehê, daxuyaniya  80 kesayetên  ku xelata Nobelê girtibûn,    Daxuyaniyên 1500 parêzeran,  û çalakiyên cihêreng ên li herêman pêk tên, hemû bûyerên girîng û erênî ne ku bi hewldaneke mezin pêk hatine.”

Pêngav her û her bidome

Engîn wiha behsa xebatên deme pêş kir û got” Di meş û mîtînga ku Kurdistanî û dostên wan ên li navenda Ewropa, Elmanya, Bakurê Fransa, Swîsre, Belçîka û Hollandayê dijîn de, wê komploya navneteweyî şermezar bikin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.  Ji bo ku hemû gel û dostên me bi awayekî aktîf beşdarî vê meşê bibin, divê hemû xebatkarên me bi taybet meclîs, komîte û pêkhateyên me bi ruhê seferberiyê bixebitin. Ji                                                                       niha û pê ve jî plansaziya çalakî û çalakiya me ya ku dê Qonaxa 2’mîn bigihîne jor dê bi berfirehî berdewam bike. Bi armanca tekoşîna li dijî komploya navneteweyî di navbera 1 û 11’ê Cotmehê de li ser asta cîhanê çalakiyan pêk werin.  Ji bo vê jî wê li sedan navendan bi beşdariya dost û gelê me çalakîyên bi bandor bên lidarxistin. Meşa dirêj a ciwanan wê di meha Cotmehê de dest pê bike û 25 rojan dewam bike. Di salvegera komploya 12’ê Cotmehê de wê li welat û dewletan çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. Di 16’ê Mijdarê de wê fînala meşa azadiya Rêber APO li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.