Ayşa Silêman/Qamişlo
Endama Meclisa Giştî ya TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku bi hatina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re û pêkanîna sîstema Rêveberiya Xweser re jinê karî roleke gelek mezin bilîze û cihê xwe di gelek qadan de bigre.
Di derbarê rola jinê di sîstema Rêveberiya Xweser de endama Meclisa Giştî ya TEV-DEM Rûken Ehmed bersiva pirsên Rojnameya me d û hevpeyîvên wiha bû:
Di sîstema Rêveberiya Xweser de cihgirtina jinê çawa dest pê kir û niha di çi astê de ye?
Sîstema Rêveberiya Xweser ji bo giştî Sûriyê û bi taybet ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstemeke civakî ye, hevbeşbûna civakê hemû bihev re ye, hemû pêkhate jî cihê xwe di nav vê sîstemê de digirin. Ev sîstem li hemberî sîstema desthilatdar û sîstema dewletê ya ku civak zuha kiribû hebûn û îradeya wê binpê kiribû, yek ziman û yek çand tenê bû ev yek bandorekî mezin li gel dikir. Lê sîstema Rêveberiya xweser mafê herkesî da wan ku bi ziman û çanda xwe xwenas bikin, bi taybet rola jinê di vê sîstemê de hebû. Di sîstema Netewa Demokratîk de bi taybet di fikir û ramanên Rêber Apo de jin di nava civakê de wê çawa xwedî rol bê û civaka ku hebûna jinê tede tune bê wê ew civak winda bê. Her wiha ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser Desteya jinê jî hat avakirin, hemû jinên ku di rêveberiya xweser de cih digirtin, li desteya jinê vedgeran dema rastî pirsgirêk û newekheviyê dihatin. Destpêka ku Rêveberiya Xweser hat avakirin di nav sê kantonên wê yên heyî de serokê meclisan hebûn wek herêma Efrînê serokê wê jin bûn, vê yekê bandoreke mezin kir ku jin çawa di Rêvebriya Xweser de xwedî role û xwedî mafe ku di hemû aliyên jiyanê de cihê xwe bigre. Zemînekî pir xurt hebû ku fikir û ramanên Rêber Apo ku ev bîst salin ku di Sûriyê de maye û bi hezaran mirov perwerde bû li ser vî fikirî û pêşket. Lewra bingehekî gelekî xurt hebû ku di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sîstema Rêveberiyta Xweser yekser kete piratîkê û him jî rola jinê gelekî bamdor kir bi taybet di alanên me yên rizgarkirî de, ev alanên ku piraniya wan pêkhateyên Eebin bû wek Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazor, vê sîstemê him bandor û him jî gelek guhertinên bir biçav kir li van alanan û sîstema hevserokatî li wir bicih bû. Di milê sîstemê de em niha di nava şerekî gelekî giran de ne, ev yek jî bi taybet him li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê him jî tecrîda girankirî li ser Rêber Apo. Pêwîste li hember şerê ku tê kirin û koçberiya ku li ser warê me tê kirin, şerê taybet û sîxurtiya ku dijmin dixwaze li ser me feriz bike û bi destê jinan sîstemê hilweşîne, her wiha hemû hewildanên xwe dike ku jinan wek sîxuran bikar bîne. Li hember van hemûyan em baldarbin û li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe zêde bikin da ku em bikaribin vê sîstemê bidin rûniştandin û bi reng, siyaset û aboriya jinê.
Sîstema hevserokatiyê ya Rêveberiya Xweser bandoreke çawa li ser jinê kir?
Sîstema hevserokatî bandorek mezin kir ji ber ku sîstemeke hevbeşe, di milê jinê de jî gelek baldare, di heman demê de sîstema hevserokatî wekhevî têde heye, mêrek nikar diderheqê jinan de biryar bigre. Lê dema di jiyanê de hebeşîbûn hebe, bi hevre girtina biryaran çi di milê rêxistinî, siyasî, aborî, civakî de hebe, ev yek bandoreke gelek mezin dike û kir jî, hişt ku ev sîstem bala tevahî cîhanê bikşîne. Li gelek welatan cara yekem dibhîstin bi sîstema hevserokatî, heta niha jî di Kurdistanê de ji bilî hereketa azadiyê ji bilî firkir û ramanên rêber Apo mirov dikare bêje ku ev sîstema hevserokatî li cem nîne. Dema mirov bala xwe bidiyê ku di welatekî de biryara wezaretê tê dayîn ji nav hijmare mezin ji mêran de tenê çend jin hene, ev yek bixwe re bê edaletî tîne ji bo vê yekê bi taybet di hevpeymana civakî de jî ev nêzê 13 sala ye sîstema hevserokatî tê pêkanîn. Sîstema hevserokatî di nava civakê de bawerîk daye avakirin, ji ber ku civak dizane çi biriyara ku derdikeve nêrîna herdû zayendan digre dest. Herwiha dema hin kes ji derveyî welat tên û sîstema hevserokatî dibînin diçin li welatê xwe jî vê yekê nîqaş dikin. Ev sîstem bandor li herkesî kir û bi taybet li jinê kir ji ber ku jin di nav zihniyeta baviksalarî hatibû perçiqandin, nêrîna wê ji bo wê, malbat û civaka wê nebû. Loma vê sîstemê hişt ku jin bibe berpirsiyar û rahişt barê civakê û li gor wê rola xwe lîst.
Astengiyên ku jin rastî wê hatin îi ne û heta çi astê wê dikarî van astengiyan derbas bike?
Gelek astengî di pêşiya jinê de bûn kelem, ji ber ku hertim jin ya duyemîn hatibû dîtin, him di milê dayîna nêrîn, parastin, aborî û cihgirtina wê di nava siyasetê de, hertim jin hatibû paşguh kirin, jin wek amûrekî dihat dîtin. Ji bo vê yekê têkoşîneke pir mezin hat dayîn. Rêber Apo destpêka 2013’an de wiha got: ” Şoreşa Rojava bû Şoreşa jinê” yanî bi pêşengtiya jinê tê meşandin. Dema ku bahozên desthilatdariyê ser wan de were wê bikaribin xwe biparêzin. Ji ber ku desthilatarî gelekî xirabe, sedema desthilatdariyê nêzîkatiyên cûr bi cûr tên kirin. Lê bi tevlîbûna jinê ji sîstemê re mirov dikare bêje tirsek di desthilatdariya mêr de da avakirin, jinê bi riya vê sîstemê ji mêr re isbat kir ku ew jî dikare cihê xwe wek wî di gelek qadan de bigre. Bi fikir û ramanên Rêber Apo tevlîbûna wê ji vê sîstemê re hat çêkirin, ji bo parastina vê sîstemê û pêkanîna wê li dijî desthilatdaran jinê bedêlên gelek mezin dan. Di heman demê de bi hezara jin gihan asta şehadetê, bi hezara berxwdaniyê dikin di zindanan de û rastî şidet û destdirêjahiyê tên. Ev hemû têkoşîna azadiyê tê meşandin, ji bo vê têkoşînê mirov wê bedêlên gelek mezin bide di heman demê de Rêber Apo jî dibêje; Bedêlên azadiyê gelekî mezinin, heger azadî rehet ban Roahî û Bêrîvan bedena xwe nedidan. Loma li hember dewleta dagirker û hevalbendên wê bihezaran jin gihan asta şehadetê û birîndar bûn. Îro roj jin pêşenga civakê ye derdor li jinê dinêrin ya xwedî hêvî û vîn e. Her wiha dema jin cihê xwe di milê parastinê de digre, civak ji wî cihî pişt raste. Ev yek bi têkoşînê re hat guhertin ne bi rehetî bû, mînaka herî berbiçav gava mêr raporên xwe dinvîsin û xwe pêşinyar dikin da ku di perwerdeyên xweser re derbas bibin û vî hizr, dîrok û hêza li cem jinê nas bikin. Her wiha mêr li hember jinê şaşîtiyek kiribe rexnedayîna xwe dide lê dema berê de ev yek nebû li cem mêran. Lê îro roj bi fikir û ramanên Rêber Apo ev yek pêk hat.