Amara Baran/ Qamişlo
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de komployeke navneteweyî li dijî Rêber Apo dest pê kir. Ev komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî Kurdan, Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû. Bi vê komployê xwadayên bê rihim û zordest, xwestin heqîqetê di bazarên xwe yên bêhin peketî de pêşkeşî berjewendiyê serweran bikin.
Bi destpêkirina Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê de xwedayên bê rihim û zordest, xwastin heqîqeta me di bazarên xwe yên bêhn peketî de pêşkeşî berjewendiyê serweran bikin. Lê zarokên rojê agir, wek zîlanan ber bi meydana tekoşînê ve herikîn û jiyana azad tacîdarkirin. Pêlên behrê jî nekarîn vî agirê di nava dil û mêjiyê lerzok de vemrîne lewma ev agir agirê deyindariyê ye, ev agir agirê tekoşînê ye divê ney vemirandin.
Roja ku bêbextî gihaştiye asta herê jor
Li hember vî bêbextî û komplogeriyê vemirandina vî agirê ku di bedenê serhildêr de pêketiye îxanete, nuqut nuqut ji bedenên ciwan herikîn nava pêtên bi heybet, dîsa em tên heman meh û heman rojê, di vî roja ku bêbextî gihîştiye asta herê jor de av, ax, dar û hemû xwşiktiya xwezayê ji şerma xwe bi rengê reş xwe dorpêç dikin.
Wijdan weke gureke har dil û mêjî dorpeç dike. 26 sal, 26 salvegerên bi êş û tarî çi bi jane çar dûwar gelo pêkane ku çar bend bikarin dîroka mirovahiyê ya gelekî zindî dorpêç bikin. Helbet wan xwadayên ku pergala girevê avakirine ev armanc kiribûn,lê bê guman bi ser neketin gello dûbareya dîrokê gengaze, ango gerdun, zindî, hebûn û mirovahî wekê çarenûsekî tene xwe dubarekirinê de jiyan dike.
Plankirina komployê xizmetkirina berjewendî û siyaseta hêzên cîhanî bûn
26 sal bi ser komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê re derbas dibin.
Hêzên komploger bi tunekirina Rêber Apo û tevgera azadiyê dixwestin qirkirina Kurdan bibin serî. Lê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo 26 sal in li dijî hêzên komploger têkoşîn û berxwedaneke dîrokî dikin.
Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bi serketin lê Hêzên Komploger yek bi yek li pey hev têkçûn.
komplo di 9 ê Cotmeha 1998 de destpê kir, armanca wê tasfiyekirina têkoşîna rizgariya netewî ya bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan bû, Ji ber vê yekê mirov nikare bi awayekî seranser li buyer û encamên vê komployê binêre, tê zanîn ku plankirina komployekê bi vî rengî li ser esasê xizmetkirina berjewendî û siyaseta çend hêz û aliyên cîhanî û herêmî bû.
Armaca komployê tunekirina tevger û gerîla bû
Di 9 cotmehê de Bi êrîşa li ser Rêber Abdullah Ocelan hêvî kirin ku bi ser bikevin, plana vê danîn, stratejiya xwe li gorî vê guhartin û Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an bi vê bingehê anîn rojê. Di hemû êrîşên berê de tevger û gel dikirin hedef xwe. Pêşî êrîşa wan li ser tevgerê û gerîla bû, bi çewisandina tevger û gerîla, bi belawelakirina wan dixwestin ku encamê bigirin. Dema ku dîtin ev stratejî bi ser neket, vê carê stratejî guhartin. Îmhakirina Rêber Abdullah Ocelan kirin navenda êrîşên xwe, bi vê bingehê armanc kirin ku PKK’ê tasfiye bikin, gerîla bêkêr bikin û astengiyên li pêş qirkirina Kurdan rakin. Bi vî rengî komplo derkete holê.
PDK’ê di komploya 9 cotmehê de roleke bingehîn leyîst
Di vê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, PKK’ê û gelê Kurdistanê yê welatparêz hatî kirin de, hêzên xiyanetkar û hevkar jî xwe diyar kirin. Hîn rasttir rolê xwe bi ti rengî înkar nekirin. Çawa ku di sala 1992’yan de Dewleta Tirk û PDK’ê hêzên cuda yên Kurd girtin gel xwe û xwestin bigihijin encamê, di Komploya 9’ê Cotmehê de jî heman aktoran cihê xwe girtin. Peymana Washîngton a di 17’ê Îlona 1998’an de pêk hatî jî, bûye nîşaneya vê ya herî şênber. Di pêvajoya piştre de ev êrîş bi rengekî daîmî dewam kirin.
PDK’ê ne ji roja me ya îro de ji dîrokê heta niha îxaneta xwe de bi israre,di komployê de jî rola PDK pir girînge û bi hêzên hegemon re dinav plangeriya qirêj de cîh digre. DYE û hêzên wiha dixwazin xwe bispêrin ser PDK’ê. Tê fêhmkirin ku di nav AKP’ê de jî hin derdor qanih kirine. Aşkere neyê gotin jî dixwazin Kurdatiyeke xayin, noker ku xwe dispêre ser PDK’ê bihêlin û hebûna Kurdan, Kurdistanê tine bikin, tasfiye bikin û qir bikin.
PDK’ê mohra xwe danîn bin protokolê
Di 17’ê Îlonê de li paytexta DYE Washîngtonê, bûyereke din a krîtîk wê biqewimiya. Ji bo lihevkirina PDK û YNK’ê ku bi salan şerê hev dikirin, hevdîtinên li Dûblîn û Enqereyê ku Tikriye û Îngilistan jî di nav de bûn, wê êdî bi malovaniya Washîngtonê bihatina kirin. Rêveberiya wê demê ya DYE’yê protokolek amade kir û PDK’ê mohra xwe danîn. Yek ji xalên bingehîn ên di wê peymanê de li ser li hev kirin ew bû ku hêzên PKK’ê ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin. Bi van her du bûyeran re ev peyam didan Abdullah Ocalan û gerîlayên Kurd; “Hûn êdî nikarin li cihekî bimînin.” Bi vî rengî ji bo Komploya Navneteweyî ya ku wê 9’ê Cotmehê dest pê bikira, êdî şert û mercên hundirîn û derve hatibûn amadekirin
Ji 9’ê Cotmehê heta 15’ê Cotmehê agahî ji Rêber Abdullah Ocelan nehat girtin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya hewayî ji Şamê derket û bi qasî hefteyekê tu agahî jê nehate stendin. Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Cotmehê de bi telefonî tevlî MED TV bû. Di destpêka axaftina xwe de gotibû ku, “Beriya her tiştî ji bo gelê me, hemû welatên Misilman û mirovayetiye pêşverû, di şexsê me de li ser gelên Rojhilata Navîn komplo hatibû ferzkirin. Ev komplo a niha nîvî ma û bi ser neket.”
Rêber Abdullah Ocalan wê piştre diyar bikira ku çima ne rojeke din lê di 9’ê Cotmehê de MED TV hate reşkirin û wê bal bikişanda ser vî tiştî ku ev parçeyekî plana giştî ye û armanca wê çi ye.
Rêberê Gelê Kurd bi komploya 9’ê Cotmehê re têkilî bi komploya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan a ku piştî di sala 1986’an de dema ku Serokwezîrê Swêdê Olof Palme hatibû kuştin re datanî û ev tespît dikir, “Vê cînayeta ku bi qestî hatibû kirin û piştre jî reşkirina hemû Kurdan, karê Gladyoyê bû. Mesela gotin ‘Ferman ji Apo hatiye’ Min gelekî dixwest bizanibim ferman ji ku hatiye. Wekî ku van rojan wê demê jî rojnameya Hurriyetê ev manşet dabû ‘Em ê sibê vê fermanê eşkere bikin’ lê nehate eşkerekirin. Heke bihata eşkerekirin wê maske biketa û rûyê navxweyî yê komployê bihata fêmkirin. Ez ê ji temaşevanên hêja, gel, rojnameger û ronakbîran bixwazin ku bila bi baldarî bûyera Palme bidin ber hev. Heman komplo a niha li ser me jî tê kirin. Tasfiyekirina Palme bi rastî jî girîng e û hê jî nehatiye zelalkirin, bi qestî nayê zelalkirin.
Reber Apo: Di 9 Cotmehê de min bêhna komployê girt
Di 9’ê Cotmehê de wê bomberdûman were kirin. Ji bo ku pêk were jî cih û saet hewce ye. Ka bala xwe bidin telaşa wê rojê. Mesût Yilmaz got, ‘Qediya, ev hişyariya dawîn bû’. Biryara şer heye, her kes bi vê dizane. Li meclîsê jî bi yekdengî biryar û raye stendin. Lê bi tesadufî ji bo diyarkirina cih û saeta ku em ê lê bin, li gorî min di sê rojên dawîn de karek hebû divê bikirina. Ev tişt hewceyî zelalkirinê ye. Bi rastî jî me ji hin dostên xwe re gotibû ku, di wê saetê de em ê li ku bin. Lê ez ê nikaribim bibêjim ez gumanan dibim ser wan lê em ê lê bikolin, di wê saetê de divê sozek bianiyana cih. Ew soz jî neanîn cih û gotin, ‘Di filan saetê de divê tu wisa tevbigerî ku divê encama wê wisa be’. Min ev tişt qebûl nekir. Min got, ‘Hûn çima dibêjin bila di vê saetê de bila ev tişt pêk were? Di vir de bêhna komployê heye’ û min qebûl nekir.
Vê rewşê rê li ber nîqaşeke mezin a du saetan vekir. Ji sedî sed bendewariyeke wisa tunebû. Ev tişt jî Îna par pêk tê. Di nîqaşeke wisa de em şaş man. Me got ‘Nexwe hûn lîstikekê dilîzin’. Hûn çima saeteke wisa bi israr li ser me ferz dikin? Bi ser de tişta berevajî wê ferz dikin. Him saet him jî ya berevajî wê. Ev ji bo me teqez komployek e. Di nav vê nîqaşê de ya ku me digot em qebûl nakin, me jî cihê xwe, wexta li gorî cih ne li gorî ku ew fêm dikin û li bendê bûn, bi awayekî din pêk anî. Ev şansek bû, tesadufek bû yan jî tercîhek bû.
Wê saeta ku ew ê bi fuzeyan lê bidana wekî wan derneket û cih jî ne ew cih bû ku ew li bendê bin. Wan du cih hilbijartibûn, dema ku ev her du cih nebûn cihên ku em ê biçinê, plana wan nemeşiya. Ez dikarim bi eşkere vî tiştî bibêjim, heke ew saet li gorî ya wan bûye, wê li Rojhilata Navîn şerekî nû yê herêmî bihata destpêkirin. Wekî pirtûka Glancy a ‘Çalakiyên rê li ber şer vedikin’ cihê ku em lê bûn –Wan digot qey Sûriye ye- wê ew der bomberdûman bikirina. Ji bo bomberdûmankirina hedefên ekonomîk, wan di rojnameyan de gelek krokî xêz kiribûn. Dibêjim qey wê li gorî van krokiyan hemû hedefên ekonomîk ên Sûriyeyê û Seraya Serokwezîriyê bihata bomberdûmankirin. Operasyoneke nîvco, wan şûrê xwe hildane, wê nexwezin ku şûrê xwe deynin.”
Bultena Sor’ ya 9’ê cotmehê amade kirin
Hêzên ku di 9’ê Cotmehê de komplo amade kiribûn, hesabê derketina ji Sûriyeyê jî kiribûn û ji bo Rêberê Gelê Kurd bi koda ‘lezgîn’ di Bultena Sor a Înterpolê de biryara girtinê dabûn. Ji roja destpêkirina komployê bi qasî 10 roj şûnde di 19’ê Cotmeha 1998’an de Abdullah Ocalan bi rêya telefonê tevlî MED TV bûbû û digot, “Çima di 9’ê Cotmehê de bultena sor hate derxistin? Çima ne rojeke din lê îro? Ji bo komploya navneteweyî ev îspateke gelekî mezin e. Li her derê belav kirine, ‘Heke ev kes têkeve kîjan welatî, wî zeft bikin’ Agahiyek lê zêde kirine, ‘Dibe ku di derketina Sûriyeyê de jî dibe’ Di van wextan de hin îstîkametên me hene. Heke biçe van deran wê were bomberdûmankirin heke biçe wê derê ew der qadên Înterpolê ne. Bûyera ku ez jê re dibêjim ji sedî 99 rêya derketina ji nav wê tune, ev e.
Ji Behra Spî heta sînorên Sûriyeyê fuze hatine bicihkirin. Deh hezar leşker li Zaxo bi cih kirine. Xayînên PDK’ê li Garê dest bi êrîşê kirine. Tevdîreke wisa kirine, ev hemû belge ne. Di qada navneteweyî de bulteneke sor derxistine, qaşo em biçin kîjan welatî wê li wê derê me bigirin. Baş e, em ê herin ku dera dinyayê? Ji bo rizgarbûna ji wan divê mirov biçe fezayê yan jî heyvê. Tarzeke wisa ya giran a komployê heye, mirov nikare jê rizgar bibe.






