Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amedekariyên Pêşengiha Şehîd Herekol ya 8`emîn

08/10/2024
in Uncategorized
A A
Amedekariyên Pêşengiha Şehîd Herekol ya 8`emîn
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Ji bo lidarxistina 8`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ku wê bi duruşmeya “Ka Em Xwendinê Bikin Şêweyekî Jiyanê”, bi beşdariya hejmareke mezin a weşanxaneyên ji hundir û derveyê herêmê, amadekarî tên kirin.

Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê jî, Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din dest bi amadekariya Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an dike. Pêşangeh wê di 15’ê Cotmehê li hola Zana ya li bajarê Qamişlo were li dar xistin.

Derbarê hazirtî û amedekariyên 8’emîn Pêşengiha Şehîd Herekol a Pirtûkan de, Endamê Komîteya Amadekar a pêşangehê Ebdulmecîd Xelef ji Rojnemeya me re axivî.

Ebdulmecîd Xelef da zanîn ku Pêşnageha Yekemîn a Pirtûkan a Şehîd Herekol di sala 2017’an de hemwextî salvegera şehadeta têkoşer Herekol (Hisên Çawîş) hat lidarxistin û wiha domand: “Pêşangeha îsal bi dirûşma “Ka Em Xwendinê Bikin Şêweyekî Jiyanê” wê li dar bikeve, her wiha ev nêzî 4 meh hazirtî ji bo pêşengihê tên kirin û niha jî amadekarî gihîştine qonaxên dawî.”

Li gorî bernameyê, pêşangeh wê 8 rojan bidome, di heman wextî de pêşangeh ji sibeha heya êvarê bê navber wê vekirî be û wê çalakiyên çandî, hunerî û pêşbirk jî werin lidarxistin.

Weşanxaneyên cîhanê

Xelef têkildarî pirtûkên ku wê werin pêşandan wiha got: “Di pêşangehê de wê bi deh hezaran pirtûkên bi mijarên cûrbecûr ên siyasî, çandî, dîrokî, civakî, leşkerî, olî, felsefeyî, sînema, ziman, şano û roman werin pêşandan. Her wiha pirtûkên ku nû hatine çapkirin û pirtûkên ku ji zimanên cîhanî hatine wergerandin jî wê hebin. Êdî pêşangeh bûye pêşangeheke navneteweyî û ketiye nav bernameya salane ya weşanxaneyên cîhanî de.”

54 weşanxane beşdar dibin

Di pêşangeha îsal de wê 54 weşanxane û saziyên çandî beşdar bibin, ji wan weşanxaneyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, di heman demê de jî wê weşanxane ji herêmên din ên Sûriyê û Lubnan, Urdin, Misir, Îmarat, Başûrê Kurdistanê, Belcîka, Bakurê Kurdistanê û Îtalyayê ne.

Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku hejmara sernavên pirtûkan yên vê salê zêde ye û got: “Hejmara sernavê pirtûkan 15 hezar in û hejmara pirtûkan 143 hezar pirtûk wê bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî), Erebî, Farsî, Tirkî, Almanî, Îngilîzî û Fransî berdest bin.”

Rêjeya berhemên jinan yên ku bi pênûsa wan hatina nivîsandin di pêşangehê de ji sedî 40 e.

‘Pêwîste çanda xwendin û zanstê li pêş bikeve’

Endamê Komîteya Amadekar a pêşangehê Ebdulmecîd Xelef  di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêşengeh wê di 15’ê Cotmehê de dest pê bike û heta 22′ê Cotmehê bidome. Her wiha ji bo nirxên pirtûkan me hewl da ku nirxên wan ne bilind bin, ji ber ku mêvanê pêşengihê bikaribin wan bigirin, di heman demê de armanca me ji vê pêşengihê re ew e ku çanda xwendin û zanstê li pêş bikeve. Di herî dawî de jî em bi hêvîne ku her kes tevlî pêşengihê bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.