Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komeleya Rojavayê Kurdistan a Çand û Wêjeya Kurdî li Qamişlo hate vekirin

07/10/2024
in Uncategorized
A A
Komeleya Rojavayê Kurdistan a Çand û Wêjeya Kurdî li Qamişlo hate vekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Bi armanca belavkirina çand û wêjeya kurdî, Komeleya Rojavayê Kurdistan a Çand û Wêjeya Kurdî nivîsgehek li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo vekir.

Komeleya Rojavayê Kurdistan a Çand û Wêjeya Kurd di 6`ê Adara 2023`an de li Taxa Miftî ya bajarê Hesekê hate vekirin. Herwiha di cotmeha 2024’an de ofîseke komeleyê li Qamşlo jî hat vekirin. Ew weke komeleyek civakî, mirovahî û serbixwe, di mijarê çandî û wêjeya kurdî bi taybet çanda kurdî de mijûl dibe.

Derbarê  kar û xebatê komeleyê de, rêveberê ofîsa beşa Qamişlo ya Komeleya Rojavayê Kurdistan a Çand û Wêjeya Kurd Gîvara Ehmed ji rojnameya me re axivî.

Armancên komeleyê

Gîvara Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji ber helandina çanda kurdî bi giştî ji hêla pergalên desthilatdar ve me dît ku pêwîste em weke ciwan û çalakvanên sivîl çand, dîrok û nasnameya kurdî bi her kesî bidin naskirin, çi ji dewletên cîran an dewletên ewropî re be. Komeleya Rojavayê Kurdistan a Çand û Wêjeya Kurdî, di vî derbarî de gaveke mezin avêt.”

Kîvara Ehmed wiha domand: “Di nava komeleyê de karekî statîjîk tê meşandin, parastina nasnameya kurdî, çanda kurdî tê şîrovekirin, weke( Girê Leylê) nasnameya wê ya rastî ku tê de dîroka kudî bi kurahî hatiye veşartin derxînin, di heman demê de Girê Mozan, bajarokê Til Helef tê de çanda kurdî hate xuyanîkirin piştî gelek lêkolînên ku li ser hatin kirin.”

Projeyên ku komleyê giringî dayê û ji bo wê xebat kir

Gîvara Ehmed wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ji pirojeyên me, projeya roja zimanê kurdî, herwiha gelek projeyên din pêk anî weke formên diyalogî û kongir ku tê de bal hate kişand ser doza Kurdî. Herwiha ji bo ku rê li ber koçberiyê bigrin bi taybet katagoriya ciwanan forumek hate li dar xistin, tê de bal hate kişand ser koçberiya bi zorê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibe, bi taybet katagoriya ciwanan dibe hedef. Çawa bi mêjiya wan hatiye lîstin. Gihaştiye astekê ku bi hêsanê karin wan bidin koçber kirin.”

Projeyên komeleyê di pêşerojê de

Gîvara Ehmed axaftina xwe wiha qedand: “Di riya platforma me ya fermî ji xebatên giring ku me dayê rêya xwe ji gel re çanda Girê Moza û Girê Leylê çanda wê ya rastîn derxînin û ji cîhanê re bidin nasîn. Nûkirin, vejîn û parstina çanda kurdî. Planên me hene ku beşên xwe li Başûrê Kurdistanê jî vekin, serdan hate kirin, dan û stendin hate kirin lê ji bo vekirina ofîsekê alîkarî bi awayê ku dihat xwestin nehat dayîn. Herwiha hewildaên me hene li Kobanê jî beşekê vekin. Da ku stratîjiyeke di navbera her çar parçeyên Kurdistanê çêbikin bi armanca parastina çanda kurdî. Em ê berê xwe bidin welatê Ewropa jî di heman demê de me bi gelek zanîngeh û çalakvanên çandî ku di warê parastina çandê eleqdarin ji van dewletan bi taybet Almaniya û Emerîka başûr.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.