Jîn Hisên/ Qamişlo
Rojnamegera kurd a pêşeng Gurbetellî Ersoz di 7`ê Cotmeha 1997`an de li çiyayên Kurdistanê şehîd ket. Ji bo birêxistinkirina ragihandina jina azad 7’ê Cotmehê weke roja rojnamegeriya jina Kurd hat diyarkirin
Gelê kurd bi sedê salan li hemberî tevahî awayên şer rast hat, bi armanca qirkirina gelê kurd û dûrxistina ji çand, ziman û rastiyê. Jina kurd armanca yekemîn bû di şerê desthilatdariyê bi serkêşiya dewletên kapîtalîzim, ji ber rola pêşengtiya jinê di tevahî warên civakê de. Di derxistina heqîqeta civakê, naskirina wê û bi heqîqeta şerê ku li ser civakê tê kirin, rola raghandinê pir giring bû di vî warî de, raghandina jin jî roleke giring lîst da ku dengê jinê be, bi taybet jina Kurdistanî, ji ber ku li hemberî gelek astengiyan hat, nemaze ferzkirina adet û kevneşopiyan li ser kesayeta wê.
Di 7`ê cotmehê de, salvegera 11`mîn ya roja Rojnamegeriya Jinên Kurd e, ku konferansa Jina Kurd ya duyemîn, li çiyayê Kurdistanê hatibû li dar xistin, roja şehadeta pêşenga rojnamegeriya kurd Gurbetlî Ersoz weke roja rojnamegeriya jinên kurd hate raghandin.
Da ku şopa rojnameger Gurbetellî Ersoz berdewam bikin, ji ber ku Gurbetellî Ersoz ji bo gelek rojnamegerên jinên kurd bû rênîşander, rojnamegerên jin ên kurd xebata rojnamegeriyê kirin li dijî pergalên zordar yên ku xaka kurdistanê dagirkirine û hewil didin fikirê azad tune bikin.
Di şoreşa Rojava de (19`ê Tîrmehê )ku ev 12 sal berdewam dike, jina kurd şoreşa xwe ya raghandinê bi rêve bir, herwiha roleke giring lîst di hişyarkirina civakê, ber bi fikreke azad û demokrat ve.
Di çarçoveya şoreşa Rojava de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinê karîbû tevlî gelek waran bibe ” di warê raghandinê de roleke giring lîst, piştî avakirina saziyên raghandinê weke Rojname, radiyo, ajans û televîzyon, hate diyarkirin ku hejmara jinan ji ya mêr zêdetir e di vî warî de, ev tê wateya rola wê ya giring di vî warî de. Bi derbasbûna salên li ser şoreşa jinê, jinê bi têkoşîn û keda xwe karîbû li hember zihniyeta bavksalarî bisekine, û çend saziyên taybetî jinê ava bike.
Saziyên raghandinê yên taybetî jinan, roleke giring lîst da ku bibe dengê civaka xwe bi taybet dengê jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Jinên rojnameger di vê pêvajoyê de gelek gavên mezin avêtin tevî adet û kevneşopiyên li ser wan hatibû ferz kirin. Li dijî rêjîmên dethilatdar sekinîn. Gelek jinên rojnameger karîbûn hebûna xwe îspat bikin di şerê li dijî DAIŞ`ê de herwiha çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gel Hêzên Sûriya Demokrat, da ku hemleyên leşkerî bişopînin û hovîtiya van çeteyan derxînin pêş. Gelek rojamevanên jin canê xwe feda kirin da ku rastiya veşartî ya ser erdê ji bo raya giştî re aşkere bikin, weke Gurbetllî Arsoz û Dilîşan Îbiş û gelek şehîd,n ku em nikarin navêwan rêz bikin.
Her dem hêzên desthilatdar û kapîtalîzim li dijî jinê sekinîn di tevahî waran de, di nav de xebata raghandinê ku mafê jinan tune bû di vî warî de kar bike, tenê zilam. Li gelek dewletên kapîtalîzim weke Tirkiyê heya niha binpêkirinan li dijî jinên rojnameger pêk tîne.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokrat, jin bû pêşenga şoreşa xwe ku bi navê ( Şoreşa Jinê) hate nasîn, jina rojnameger roleke sereke lîst di derxistina vê şoreşê ku deng wê di tevahî cîhanê veda.
Gelek rojnamevanên jin weke Dilşan Îbiş, Nûjiyan Arhan û Denîz Firat li ser riya ku Gurbetllî Arsoz xêz kirbû şopandin, ku bûn dîroka raghandina şoreşa Rojava.
Pêwîste rojnamevanên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke giring bilîzin di aşkerekirina sûcên dagirkeriya Tirk, bi taybet li herêmên dagirkirî ku çeteyên girêdayî wê tawanên hovane li dijî şêniyên resen yên herêmên dagirkirî pêk tîne, herwiha hedefgirtina sivîlan bi balafirên keşfê, û hedefgirtina binesaziya herêmê û cihên xizmetgizariyê da ku gelê herêmê bide koçberkirin li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Herwiha rojnamevanên jin balê bikşînin ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ku der heqê jinê pêk tên li herêmên dagirkirî, siyaseta wan ya qirêj aşkere bikin, dengê jinan li herêmên dagirkirî bighînin cîhanê û raya giştî, da ku çareseriyek bê danîn, mafê jinan misoger bikin, zilma ku li dijî jinê pêk tê ji kuştin, revandin û destdirêjiyê tê bi dawî bikin.