Ronaz Silêman/Qamişlo
Ji bo bîranîna zarokên kurd ên ku di sînemeyayê de hatin şewtandin zindî bimîne, Komîna Film a Rojava, şaredariya gel ya bajarê Amûdê û bi destekdayîna hin saziyên civakî dest bi avakirina sînemayeke nû bi rûberê hezar û 162m2 li bajarê Amûdê kir.
Komîna Film a Rojava bi destekdayîna hin saziyên civakî û alîkariya Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê ji bo bîranîna bi sedan zarokên kurd ên ku dema li Sînemaya Şehrazad a li bajarê Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li fîlm temaşe dikirin hatin şewtandin, zindî bê hiştin, dest bi avakirina sînemayekê nû ku wê weke navendeke çandî ya dewlemend be, kir. Herwiha Saziyên çand û hunerê yên li derveyî welat wekî diyarî ev proje pêşkêş kirine. Erka şaredariyê tenê pêkanîn e, beriya qebûlkirina avakirina sînemayê bi komîn, meclis û şaredariyê re nîqaş hatine pêşxistin û ev yek hate erêkirin.
Bi agirê li bedena zarokan komkujiya reşa nîvê şevê pêk anîn
Bûyera şewata sînemaya Şehrazad a li Amûdê, yek ji wan komkujiyên ku di bîra civaka kurd de, birîneke kûr vedaye. Di 13’yê Mijdara 1960’î de alîgirên rêjîma Baas’ê bi sedan zarokên kurd ên ji bajarê Amûdê ji bo temaşekirina fîlma “Reşa nîvê şevê” birin sînema Şehrazad. Di dema nîşandana fîlm de li salona sînemayê şewat derket. Di encama şewata gumanbar de zêdeyî 200 ku temenê wan 12 sal derbas nake, hatin kuştin. Komkujiya Sînema Şehrazad a bajarê Amûdê beriya 64 salan li Rojava pêk hat, mîna komkujiyên din ên li dijî gelê kurd hatine kirin, da ku her kurdan di qirkirinê re derbas bikin û wê carê qirkirina xwe li ser zarokên bê sûc û guneh pêk anîn, lê van xwînmijan xwe ji agirê sînemayê xelas kirin, lê kî wê wan ji agirê dojeh derxînin, ti carî agirê vê şewatê di dilê Rojava û dayikên wan pêşengan de venamire û ne tê jibîrkirin.
Girîngiya sînema ji bo gelê kurd
Sînama ji bo her civak û gelekî girîng e, bi taybetî jî, ji bo gelê kurd, ji ber ku sînema di nava civaka gelê kurd de, roleke girîng dilîst ku tê de ziman, dîrok, kultur, hebûn û hemû rengên jiyana xwe dîtin û nas kirin. Rewşenbîriya gelê kurd zêdetir bi şêweyê devokî hatiye belav kirin û veguhastin. Kulturê kurdan bi stiran û çîrokan ji nifşekî derbasî nifşekê din bûye û bi vî rengî belav bûye, heta ku hebûna xwe di demên zext û zordestan de parastiye. Dîroka gelê kurd kêm hatiye nivêsandin û yên dîroka kurdan nivêsiye jî zêdetir dîroknivêsên biyanî bûn. Di heman demê de, gelek pêgotin û serhatî yan jî stiran bi vegohastineka devokî di nav gelê kurd da mane. Sînema dîrok, cografî, wêje, ziman û gelek rengên jiyanê bi xwe ve digire. Herweha sînema dikarî kesayetiyên binavûdang yên ku bi çîrok û stiranan hatine naskirin bide nasandin. Zêdeyî huner, çand û kulturê, sînemayê giringiya xwe heye di destnîşankirina rastiya ku li ser civakê tê kirin û dîtina çareseriyan di filman de. Gelê kurd xudan dîrokeka kevnar û kulturekê ciwanîn e.
Bi peydakirina derfetan re wê sînema li her bajarî bê avakirin
Bi şoreşa Rojava re, daxwaz û lêgerîna Komîna Fîlm a Rojava ji bo salonên sînema di her bajarî de bê avakirin, hebû, lê ji ber rewşên ewlehî, aborî, hem jî şert û mercên heyî, derfet nebû ku projeyên bi vî rengî ya salonekî sînema ava bikin. Lewra bi erêkirina vê projeyê re, di 31’ê Tebaxê de dest bi avakirina sîmayê li bajarê Amûdê hat kirin. Herwiha piştgiriya aborî ya projeyê ji aliyê dostên gelê kurd yên li Ewropa û heskerên sênema û demokrasiyê li cîhanê tê kirin û heta ku proje bê qedandin û salona sînema amede bibe, ev piştgirî wê berdewam bike. Herwiha sedema cihê avakirina sînema li bajarê Amûdê jî ewbû ku Amûdê di dîroka sînema de xwedî rolekî girînge, ji ber di sala 1960’î de bi 100’an zarokên kurd lê hatin şewtandin û ev şewat birîneke mezin di civakê de hişt û di dîroka sînema kurdî de jî bandorekî mezin kiriye, lewra ev ev proja li Amûdê dest pê kir û bi avakirina derfetan re wê li her bajarên Rojava salonên sînema bên avakirin. Di heman demê de temaşekirina fîlma bi kurdî bibe çand û bibe berçeyek rojane ya civakê.
Li gorî plansaziyê, rûbera sînemaya nû hezar û 162 metredam e û li başûrê bajarê Amûdê ye. Li gorî şaredariyê lêçûna wê 346 hezar û 326 dolar e. Berpirsên şaredariyê da zanîn ku çêkirina salona sînema dê di 6 mehan de bi dawî bibe. Herwiha li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser ve, ev cara yekê ye saloneke sînemayê tê avakirin.