Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Rojava Şanoya Şoreşgeri û Komina Şano

06/10/2024
in Uncategorized
A A
Li Rojava Şanoya Şoreşgeri û Komina Şano
Share on FacebookShare on Twitter

Ronî Ekîn

Huner bi taybetî jî şano bi kîjan çandê tê kirin girîng e. Lewre çand teşeya jiyanê ye. Huner her dem jiyanekê dide xuyakirin û jîndarkirin. Hunermendê şanoyê eger hunera xwe bi cewhera çanda xwe bi cewherê hebûna xwe û bi cewherê ramanê xwe neke di bingeha wê de rastiya qirkirina çandî heye. Bi hezaran şanogerên me berendamên şanogeriyê bi sedan komên me û bi dehan lîstikên me tunebin wê gavê pirsgirêk di ruh û watedayînê de ye.

Îro di dinyê de û di Rojhilata Navîn de qeyraneke kûr ya entelektuelî di hêla çandî de tê jiyîn ev rastiyeke. Ev qeyrana ku di hemû qadên civakê de tê jiyîn. Wekî her qadê di qada şanoyê de jî heta ku afireniya şoreşeke ramanî û kesayetî pêk neyê wê çareser nebe.

Ev şoreş wê serdemeke jiyana demokratîk û azad veke. Ji ber vê jî şanoyê û şanoger ji bo xwe ji nû ve înşa û ava bike ji bo ji rewşa heyî derkeve pêdivî bi qasî nan û avê bi cihên ku di hundêrê wê de şano were nîqaşkirin bi komên tax û gundan bi dergehên şanoyê bi dibistan, akademî û bi komînan heye.

Îro şoreşa Rojava wekî di her mijarê de pêşengtî kiriye di qada huner û şanoyê de jî pêşengtiyê dike. Îro em li rojava komîna şanoyê ava dikin.  Hunera şoreşê ji bo şoreşa hunerê biafirîne xwe birêxistin bike xwe mezin dike û rêya xwe berdewam dike.

Jiyana komînê jî weke şanoyê behsa jiyana hevpar dike. Rengê komînê jî  rêxistinkirina jiyana hevpar e. Komîn li hemberî dewlet û rejîman, jiyaneke rêxistinkirî li ser esasê azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Ji ber ku însan hebûnekî çandî û civakiye; ger însan ne çandî û cîvakî be, rastiya xwe winda dike. Çandbûn û civakbûn mijareke ramanî, felsefî, polîtîk, aborî û axlaqî ye. Însan bê civak, gelekî bê hêz û bê wate ye. Lê bi civakbûnê, bi rêxistinbûn û çandê gelekî afrîner û berhemdar dibe. Civak û çand weke bedenekî zîndî ye û her tim dijî.

Di roja me de ‘Ezezîtî û Qirkirin’ bi rengekî dijwar êrîşî civak û çandê dike. Wek nexweşiyekî belav dibe, civak û çand bê hêz û qels dike. Jiyana komîn û hevpar ancax bi rengê kom û komînê dikare rabe ser piya û çandeke civakî ava bike. Li ser vî esasê; komîn hem jiyaneke aborî ya hevpar, him jî  di heman demê de demokrasî, exlaq û zihniyetekî azad a civakî û çandî ye. Komîn wateya coş û rêxistiniyê ye.

Armanca Komîna Şanoya Rojava çibe?

Bi çand û felsefeya demokrasiyê bi rengekî zanistî xebatê bimeşîne. Di aliyê perwerdehî, rêxistinî û pratîk de xebatên şanoyê bimeşîne û însanên bispor ava bike.

Komîn di xebatên xwe de, wê civakbûn û yekîtiya Kurda pêşdixe û çanda hevpar a netewa demokratîk saz bike. Komîn wê bi rêya şanoyê, şêwaza jiyana çandî û civakî geş bike. Qirkirina ku li ser axa Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê meşandin ji hole rake û çanda gelan a demokratîk berfireh bike. Hunera şano di esasê xwe de çandeke demokratîk ava dike. Ji ber vê yekê  Komîna Şanoyê, hunera şanoyê wek şewqdana jiyanê dibînê. Şano aynikê jiyanê ye û wek çalakiyeke azadiyê digire dest. Ji ber vê yekê Şano û kedkarê şanoyê wek hêzeke avakar rol digrin. Bi kesayeteke xurt, bi pêşxistina hunerê nefesê dide însana. Di şanoya xwe de her tim rastiya civakê esas digire. Komîna Şanoya Rojava bi taybet li Rojava pêşengtiya çanda şanoyê bike. Bi hunera şanoyê re bi rengekî bandor tevlî jiyanê bibe û bi pêşxistina çanda manewî hunermendên Rojava perwerde bike. Çanda demokratîk her tim biparêze û nasnameya çandî saz bike. Em dizanin ku azadiya civakê bi azadiya jinan re girêdayî ye. Jin çiqas azad be civak jî ewqas azad e. Ji ber vê yeke em wek komîna şanoyê ya Rojava pêşketina jina şanoger, wekî pêşketina cîvakê dibînin. Em bawer in ku di xebatên  komîna me de jinên Kurd, wê bi awayekî herî xurt pêşengtiya şanoya Kurdî bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.