Jîn Hisên/Qamişlo
Jinên şopdarên rêya şehîd Nagîhan Akarsel diyar kirin ku ew ê li ser rêya heqîqeta xeyalên Nagîhan di pêşxistina zanista Jineolojî û serxistina şoreşa jinan de, pêk bînin.
Her jineke azad dibe hedefa hêzên desthilatdar, ji ber tê zanîn bi azadiya jinê desthilatdarî bi dawî dibe, ji ber vê yekê her dem sîstemên hakim û zihniyeta baviksalarî jinên pêşeng yên ji bo azadiya jinan û derxistina dîroka wê ya giran buha xebat dikin, dikin hedef. Bi hezaran jin hatin armanc kirin da ku îradeya jinan bê şikenandin, lê berovajî vîn û îrade xurtir dibe, her jineke azad û têkoşer tê hedef girtin, bi hezaran jin di rêya wan de dimeşin. Yek ji van jinan şehîd Nagîhan Akarsel e, jineke pêşeng û evîndara lêkolîn û derxistina heqîqetê bû, pêşxistina zanista Jineolojî û nasîna dîroka jinê ji xwe re xebateke giring dabû meşandin. Ji bo azadiya jinan têkoşîn kir û ji bo vê yekê bû hedefa rêjîma desthilatdar û faşîzim dewleta Tirk ku berî du salan li Başûrê Kurdistanê hate hedefgirtin û gihaşt asta şehadetê.
Nagihan Akarsel di sala 1976’an de li bajarokê (Golyazî) ya navçeya (Cîhanbeylî) li bajarê Konyayê ji dayîk bû. Navê gund bi kurdî Xelîkan e. Ji zarokatiya xwe ve pir jîr bû, bi zîrektiya xwe bal dikşand ser xwe. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li gundê xwe temam kir. Ji ber hezkirina wê ji lêpirsîn, lêkolîn û gerandinê, xwe di beşa raghandinê li zanîngeha Gazî ya Enqereyê tomar kir. Dema derbasî xwandina zanîngehê dibe, yekem car ji gundê xwe derdikeve û jê qut dibe. Di despêka zanîngehê de xwe ji sarbûn û materyalîzma jiyana bajêr dûr dixe û berê xwe dide cihên ku hîn jiyana xwezayî, jiyana komînal û hevaltî lê heye.
Bi lêkolînan gavên guhertinê di jiyana xwe de çêkir
Nagîhan Akarsel di zanîngehê de bi zîrektî, dilpakiya xwe û hezkirina jiyanê dihat nasîn, yekem car Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê nas dike û tevlî kar û xebatê wê dibe. Di heman demê de di zanîngehê de bi awayekî serkeftî berdewam dike. Piştî tevgera azadiyê nas dike lêkolînên berfirehtir dike. Dûrbûyîna ji cewher ji rastiya xwe tu carî dûr nediket ji ber vê yekê nedifikirî di nava pergala heyî de cihê xwe bigre. Her dem li pey têkoşînê digeriya, piştî têkoşîna gelê kurd nas kir ku li ser kîjan fikirî têkoşîn tê kirin, lêkolînên wê zêdetir bû. Piştî van lêkolînan cara yekemîn derbasî Şamê dibe li gel Rêber Abdullah Ocalan. Çûyîna Şamê gaveke yekemîn bû tevahî jiyana wê hate guhertin, gavek hişt ku zêdetir rêya têkoşîna xwe nas bike, û çawa têkoşîna xwe berdewam bike û li ser çi bingehî. Bi vî şêwazî çend rojên ku li gel Rêber Abdulah Ocalan dimîne ji bo xwe wekî xaleke guhertinê dibîne. Gavek ku guhertinên bingehîn di jiyana wê de çêkir.
Ji ber kar û barên siyasî hate girtin
Nagîhan Akarsel di salên 2001-2007’an de bi hinceta kar û barê siyasî tê girtin. Piştî ji girtîgehê derdikeve zanîngeha xwe berdewam dike û bi awayekî serkeftî zanîngehê temam dike. Di navbera salên 2008`an û 2014`an de li ajansa nûçeyan a Dîjle yê nûçegihantî û edîtortiyê dike. Di pêvajoya rojnamevantiyê de di heman demê de xebatê lêkolînê dikir, bi taybet lêkolînên girêdayî jinan. Piştî demekê di zanîngeha (Hecîtepe) dest bi xwendina lêkolîna ser jinan kir.
Di kar û xebatên Akademiya Jineolojî de cih girt
Ji ber hezkirina wê ji lêkolînkirina kar û xebatên jin di heman demê de Rêber Abdullah Ocalan giringî dida xebatên Jineolojî, tevlî Akadimiya Jineolijî dibe. Ji yekemîn kesên ku bû damezirînerên kovara Jineolojî. Ji bo zêdetir lêkolînên ser jinan çêbike sala 2016`an derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, di heman demê de xebatên Jineolojî da meşandin.
Di sala 2017`an li Efrîn û 2018`an li Şengalê xebatên civaknasiyê dikir. Karîbû xwe bighêjîne hemû jinan, daxwaza naskirina her tiştî pê re hebû. Bi eşqekî mezin xebata xwe li Rojavayê Kurdistanê da meşandin û bê navber bedewam kir..
Xebata dawî li Başûrê Kurdistanê
Di çarçoveya kar û xebatên Jineolijî de sala sala 2019`an de derbasî Başûrê Kurdistanê bû, ji bo pêşxistina xebatên Jineolojî fêrî zaravayê Soranî bû. Li Başûrê Kurdistanê bi dehan perwerde û semîner ser Jineolojî da. Bi kelecan ji bo avakirina (Pirtûkxane, Arşîv û Navenda Lêkolînên jinên Kurd) xebatek da meşandin. Pêwistiya vê pêvajoyê hîs kir da ku cihekî jinan hebe tê de nefes bigrin û rastiya jinê tê de bê parastin û lêkolînkirin. Cihekî tê de jin xwe nas bike û dîroka xwe zanibe, ji bo vê yekê ev proje weke pêwstiyek dît û da destpêkir.
Nagîhan Akarsel di 4`ê Cotmeha 2022`an de, ji hêla Istixbarata Tirk ve hate şehîd xistin.
Derbarê salvegera Şehadeta Nagîhan Arkasel de, endamên Akademiya Jineolojî Bêrîvan Hesen û Lorîn Hisên ji ji rojnameya me re axivîn.
Bêrîvan Hesen di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Meyzekirina Nagîhan Akarsel ji jiyanê re bi eşq bû û li her tiştî wiha meyze dikir. Beriya ku dest bi çi karî bike eşq û heycana xwe dixist nava xebatan de û bi vî rengî berdewam dikir. Dema wê dest bi çi xebatê dikir, serkeftin ji xwe re esas digirt.”
‘Kesayetek afrîner û xwedî bandor bû’
Bêrîvan Hesen îşaret kir ku her jineke pê re rûdinişt an beşdarî semîner û prwerdeyê wê dibû, bandoreke pir mezin di wan de ava dikir, ne tenê di axaftinên wê de, lê di jiyan, şêwaz û heycana wê de, di lêkolîn û nivîsên ku dinivîsand û wiha pê de çû: “Heval Nagîhan Akarsel ji bo bighêje rastiyekê lêkolîn, xwendin û lêpirsînên kur dikir. Her dem digot eger mirov bixweaze dikare bighêje her tiştî. Ji ber ku pir zêde bi jiyanê û heqîqetê re girêdayî bû li pey heqîqetê digeriya, ev sekina wê banoreke mezin dida avakirin.”
‘Rastiyên veşartî derdixist holê’
Bêrîvan Hesen axaftina xwe wiha qedand: “Jineke lêkokînvan û rêwiya heqîqetê bû, bê navber ji bo hişyarkirin û zanekirina jinan, ji bo rastiya jinê ronî bike li peyê vê yekê gelek xebat da meşandin, ev yek ji bo rêjîmên detshilatdar û hêzên hakim tirseke mezin dide avakirin, yek ji sedemên hedefgirtina wê bû, ji ber ku cihê lê beşdar dibû pir bandor lê dihat kirin. Rastiyên veşartî derdixist holê. Ji bo zihniyeta baviksalar tehdîdek bû. Jineke pêşeng û têkoşer bû. Di riya heqîqetê dimeşiya. Bandora şehadeta wê li ser her jineke ku bi heval Nagîhan re rûniştibû hebû. Bandoreke mezin da çêkirin, ev bandor hişt ku her jinek wê naskiriye soza şopandina xeta wê berdewam bike, rêya ku nîvco ma temam bikin û xeyalên wê pêk bînin. Windahiyeke pir mezin bû ji bo têkoşîna azadiyê.”
Lorîn Hisên jî di derbarê şehîd Nagîhan Akaresel de wiha got: “Du sal derbas dibe ser şehadeta Nagîhan Akaresel, tevî ku min heval Nagîhan nedîtiye lê dema behsa wê dikin, di şexsê şehîd Nagîhan de min jinek têkoşer û xwedî îrade dît, jineke mîna teyrekî li asîman li azadiyê digeriya. Her dem li aramî û hezkirina jiyanê digeriya. Yek ji xeyalên şehîd Nagîhan ew bû ku romanekê li ser jiyana xwe û naskirina wê ji fikir û felsefeya rêber Apo re binvîsîne, lê mixabin ev xeyal pêk nehet ji ber hedefgirtina wê ji hêla Mît`ên delweta Tirk a faşîzim gihaşt asta şehadetê.”
‘Her dem li heqîqetê digeriya’
Bêrîvan Hesen di dawî wiha anî ziman: “Jineke bi vî rengî ku ji jiyanê û azadiyê hez dike, tevî hemû zehmetî û êşan li heqîqetê digeriya, ev şewqa wê her dem di nava dilê her jinekê bimîne. Her dem bi drûşmeya Jin, Jiyan, Azadî têkoşîna xwe berdewam dikir. Dema jin azad dibe desthilatdarî nameîne, jinên pêşeng yên ku her dem tê hedefgirtin bi sedema qirêjiya zihniyeta baviksalarî ye, ku em weke jin bi hezarên salan li dijî vê yekê têkoşîn dikin. Şehîd Nagîhan Akarsel yek ji jinên ji bo azadiyê têdikoşiya û armanca wê azadiya hemû jinan bû ji ber vê yekê hate hedefgirtin. Em ê li ser rêya wê berdewam bikin û zanista Jineolojî û azadiya jinan bikin armanca jiyan xwe.”