Amara Baran/ Qamişlo
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo Komployeke Navneteweyî hat destpêkirin. Rojnemevan Medenî Ferho diyar kir ku ji ber tirsa hêzên kaptalîzm ji fikr û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo, hêzên navneteweyî û herêmî li dijî wî komplo dan destpêkirin.
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo komployeke navnetewî pêk hat. Gelek hêz û dewletan di nava vê komployê de cihê xwe girtin. Yê ku yekser biryara komployê dabû Emerîka bû. Dewleta Tirk, hin dewletên Ewrûpa û hêzên herêmî jî di komployê de cihê xwe girtin. Di encama vê komployê de Rêber Apo hat dîlgirtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Armanca komplogeran gelekî mezin bû û hedefên wan berfireh bûn, lê negiştin tevahiya armancên xwe. Lewma hê jî komplo berdewam e. Di esasê xwe de ev komplo destwerdanek li Rojhilata Navîn bû. Rêber Apo ev yek gelek caran anî ziman. Bi girtina wî re şerê sêyemîn ê cîhanê dest pê kir.
Derbarê Komploya Navneteweyî ya ku 9 cotmehê li dijî Rêber Apo hat destpêkirin rojnemevan Medenî Ferho ji rojname ya me re axîvî.
`Rêber Apo gelê ku di gorê de hatibû hîştin zîndî kir’
Medenî ferho di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Rêber Apo di hevpeyvîna xwe ya bi Yalçin Kuçûk re dibeje‘Ez şervanê azadiyê me, azadî ji delalî û xweşikbunê pêk tê’. Rêber Abdullah Ocalan gelê ku di gora batonê de hatibû hîştin zindîkir û gihande radeya tekoşîna gelê şoreşger. Gelê kurd ku bi peymana Sykîs-Pîko hatibû fetisandin, kurdên ku ji jiyana bi rûmet û bi nirx bê par mabû bi saya Rêber Apo û PKK’ê derkete ser dika dîrokê, bû felsefeyeke hemdemî ku Rêber Abdullah Ocalan derxiste holê û di nava civakên bi rûmet yên cîhanî de cîhê xwe girt. Hem ji aliyê siyasî ve hem ji aliyê dîplomatîk ve bi vê pîvanê felsefeya Rêber Apo deriyê ronakbîriyê li pêşiya gelê kurd vekir.”
‘Felsefeya Rêber Apo ji gotinê derbasî pratîkê bû’
Medenî diyar kir ku şiyarbûyîna jinê di kelha moderînîteya kapîtalîzîm de cîheke mezin vekir, ev jî bû sedem ku hêzên hegemonîk bikevin nava tirseke mezin û wiha got: “Hiş û ramanên rewşenbiriyê û gotinê kete pratîka şerde, paradigmaya Rêber Abdullah Ocalan ji gotinê derbasê pratikê bû. Komploya Navneteweyî di rewşeke korsanî de ku pratîka wî li cîhanê ku yekemîn car derkete holê kirin e rojevê û pek anîn. Komplo heta roja me ya îro jî berdewam dike û komploger ji aliyê exlaqî û felsefeya sosyolojik a civakî de nirxên mirovahiyê dikujin û ji holê radikin.”
‘Komploya ku tê meşandin ne normale ‘
Medenî balkişand li ser Sîstema Işkenceyê li Îmraliyê û got, “Gireva Îmraliyê ji dadgeh û girtîgeheke taybet wirdetire minaka wî jî ew dadgeha îstîklalê weke destpêka dewleta Enqerê hate avakirin û pêkanîn. Dadgeha mafê mirovan ya Awropa jî dabû xuyakirin ku ew dadgeha ku tê kirin ne adile, pêwîste ji nû ve Rêber Abdullah Ocalan bê dadgehkirin, komploya ku li ser Rêber Apo tê meşandin ne normale û di rewşeke taybet de hat meşandin. Hê jî di rewşeke derewkulî de dewam dike Rêber Abdullah Ocalan ku modernîteya kapîtalîst wek dînasor bi nav kir, em îro jî dibînin ku komplo tecrîd derbaskiriye wekî dînasorekî dewam dike. Qanûnên ku bi netew- dewlet avakirine û peymanên mafê mirovan ku ji bo xwe kirine bingeha jiyanê û hemû qanunên ku bi nav dikin hemuyan binpêdikin. Rêber Abdulah Ocalan di parazname ya xwe ya şaristanî de “Xadewendê tarî û Kralên tazî” yên serdemê de dibêje‘Ne bi comerdî û bêbextî hemû nirxên mirovî hiqûqî û mafên mirovan yên gelan binpêkirin û êrîş kirin’, niha rewşa komploya navnetewî ku di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd de hate li darxistin nişan dide.”
‘Armanca tecrîdê vegera sykes-pîcot e’
Medenî got ku “Reber Abdullah Ocalan wek pêşengê konfederalîzma rojhilata navîn derkete pêş Rêber Abdulah Ocalan rastiya ku dest û lingê ku civakê tenê nake civak derxist holê û got “dest ling û bedena bi mêjî ku dikare gotin û pratîkê bike yek û ji bo pêşeroja xwe ya azad tekoşîn bike dibe civak”. Armanca tecrîda li hemberê Rêber Abdullah Ocalan bûye vegera serdema peymana sykes pîcot yanî îro ev sîstema li îmraliyê vegera destpêka şerê yekemîn ê cîhanêye û peymana ku di sala 1916’an de li el qaîrê hat îmzekirine . mîrzadeyên îhtîat û terakkî ku bune bavê Hîtler tunekirina gellê kurd kirine armanc, îro di êrîşên li başurê kurdîstanê de bêdengiya wan vî yeke nişan dide.
‘Tecrîda ku tê meşandin qirkirina kurdan e’
Medenî wiha domand: “Di şerê cîhanê yekemîn de Kurdistan hat paçekirin di komploya navnetewî de hiş, ziman û bedena kurdan hat parçekirin û îro sîstema işkenceyê tê meşandin qirkirina kurda ne, ji ber ku çavkaniya şerê qirêj ku li KurdIstanê tê meşandin û dewleta tirk pêşengtiya vî tiştê dike ku hêzen navnetewî dengê xwe nakin tê wateya kawsekî mezin. Rêber Abdullah Ocalan rêya ber bi bûhiştê vekiriye û tevahî zanistin cîhanê dibêjin ku paradigmaya Rêber Apo çavkaniya çareseriya pirsgirêkane. Bi sedan xelatgirên Nobelê feylesof, akademisyen, hûnermend û rojnamevan û saziyên hûquq û siyasetmedar ku dewa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin û dibêjin bi azadiya Abdullah Ocalan pirsgirêka Rojhilata navîn bê çareserkirin. Paradigmaya Rêber Apo sîstema cîhanê hêjand û gîha gelê kurd yên ku bi awayek kolektîf bi şoreşgerî hereket bike. Moderînîteya kapîtalîst her dem li hemberê lîderên sosyalîst û lîderên civaka ku daxwaz dike azad bibe û sîstema xwe biguhere serî li rêya tecrîdê didin. Xefikên li pêşiya kurdan gelek dijwarin ji ber ku kurdîstan buye çavkaniya li rojhilata navîn û cîhanê mafê gelan diparêze û dixwaze, tevger azadiya kurd jî wek pêşengê vî daxwazê derketiye pêş. Tecrîda heyî hem qanûnê civakî û exlaqî yên dijmirovî derbas dike.
‘Jin û ciwan wê hêza xwe bikin yek û komployê têk bibin’
Medenî di dawiyê de bang kir û got, “Pêwîste gelê kurd bi hemû hêza xwe tekoşînê bikin û li çar parçeyan de xwe birêxistin bikin. Pêwîste ciwan her qada azadiyê bikin cîhê berxwedanê û destekê bidin tevgera azadiya kurdistanê. Jinên kurd hem li kurdîstanê hem jî li dervay welat û li cîhanê bi kesayetên jinan re bikevin nav diyalogê û hez xwe xort bikin. Medya Azad ya kurd rojnemevan, nivîskar, rewşenbîr, akademisyen fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan destek bikin û gelê kurd di aliye kolektîf de şiyar bikin û bibin pêşeng ji civakê re. Gelê kurd li welat û dervay welat ji bo şikandina tecrî dê û misogerkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan tekoşîneke xort bidin meşandin.”






