Wednesday, May 28, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kobanê ne ket, Serket…(2)

06/10/2024
in Uncategorized
A A
Kobanê ne ket, Serket…(2)
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

Peyama Rêber Abdullah Ocalan û Sekna berxwêder ya Gelê Kurd

Serhildana mezin du roj li pişt xwe hiştibû. Di gel qedexeyên kolanan, tang û topan û çeteyên AKP’ê jî gelê Kurd bi paş ve gav nediavêt. Serhildan di 8’ê Cotmehê de jî berdewam dikir.

Li bajarên Amed, Mûş, Êlih, Dîlok, Riha, Sêrt, Mêrdîn, Çewlig, Stenbol, Îzmîr û Edeneyê çalakiyên gel berdewam dikirin. Êdî li hin deveran polîsên AKP’ê xwe ji qada vekişandibûn û cihê xwe ji çeteyan re hiştibûn. Çeteyên alîgirê DAÎŞ’ê li gelek deveran bi çekan êrîş dibirin ser gel. Li hin bajaran jî polîsan bi çekan çalakvanan gullebaran dikirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi sedan welatiyê ku daketin qadan bi polîsan re ketin nav pevçûnan. Di pevçûnan de zarokê 12 salî yê bi navê, Ozgur Daş bi bombeya gazê ya polîsan bi giranî birandar bû.

Dîsa li navçeya Qoser a Mêrdînê di 8’ê Cotmehê de li taxa Îpekê cenazeye du sivîlên bi navê Ferhad Îbrahîm Elduveric û Abdullah Muhammet Latîf hat dîtin.

Li Batmanê jî bi destpêka 8’ê Cotmehê ve leşkerên artêşa Tirk yên dagirker li tax û kolanên bajêr hatin bicihkirin. Li gel qedexeya walîtiyê jî welatî ji serhildanê gav paşve neavêtin. Di pevçûnên ku di navbera gel û çeteyên Erdogan de qewîmîn, welatiyê bi navê Emre Demîr ji aliye hêzên Hîzbûlkontra ve hat qetilkirin.

Di 8’ê Cotmehê de herêma serhedê jî serhildanên xwe domandin. Li Wanê li ser êrîşa polîsan a li dijî termê Hamdî Caner ê di 7’ê heftê Cotmehê de hatibû qetilkirin, di navbera hêzên dewletê û gel de pevçûn derketin. Di van pevçûnan de çeteyên Hudaparê li rex polîsan êrîşê welatiyan kir. Di pevçûnan de 2 jê giran 10 kes birîndar bûn. Li gel Wanê li bajarên Colemêrg, Bedlîs,  Mûş, Sêrt, Agiriyê jî serhildan berdewam kirin.

Agirê serhildanê li Botanê di roja sêyemîn a serhildanê de jî her ku diçû berbelav dibû. Bi taybetî li navçeya Cizîra Şirnexê welatiyên ku daketin qadan bi rojan li taxên wekî cûdî, Nûr, Yefes, Îdîl û Orhan Dogan bi hêzên paramîlîter ên Erdogan re ketin nav şer û pevçûnan. Di encama şer de gelek kes birîndar bûn. Zaroka 5 salî Elîf Udal bi wesayîta zirxî û zarokê 8 salî Harun Benzer jî bu fişeka polîsan birîndar bûn.

Li Amedê pevçûnên k udi 6’ê Cotmehê de destpêkirin di 8’ê cotmehê de jî heta dawiya rojê dewam kirin. Însayatifa Gel a Kurdistanê û Kongreya Civaka Demokratîk bi daxuyaniyên ku dan diyar kirin ku “dive gel ji bo piştgiriya Kobanê û Rojava xwe ji qadên têkoşînê paşve nekşîne” Ev daxuyanî bi berxwedanên gel bersiv didîtin.

Serhildanên ji bo piştgiriya Kobanê piştî 8’ê Cotmehê jî dewam kirin. Di vê pêvajoyê de pêkanînên deweleta Tirk rûyê tarî yê Erdogan aşkare kir. Erdoganê ku li hember serhildanê gel ket tengasiyê, rêya çareseriyê di êrîşên paramîlîter û hîzbûlkontrayê de dît. Lê ev yek li hember serhildanên gel têk çû.

Di pêvajoya ku serhildanên ji bo kobanê dewam dikir de, hevserokê giştî yê HDP’ê Selehattîn Demîrtaş di daxuyaniyeke li Amedê ya di 9’ê Cotmehê de diyar kir ku ew bi Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan re ketine nav têkiliyê. Rêber Abdullah Ocalan bangawazîyek dûalî ji bona gel û desthilatiya AKP’ê kir.

Ev banga Ocalan bandor li gel kir. Gelê kurd bi hêzên xwe yên siyasî ve ragihand ku heke ji aliyê hikumetê ve gav bê avêtên dê ew jî amade bin ji aramiyê re.

Di serhildana 6-7-8’ê Cotmehê de bi taybetî li Bakurê Kurdistanê di pevçûnan ku qewimîn de bîlançoyên giran derketin holê. Encamên lêkolînên Komeleya Mafên Mirovan ên di derbarê serhildanên Kobanê de giraniya bîlançoyê raxist ber çavan. Rapora komeleya mafê Mirovan bi vî rengî bû.

Bîlaçoya ÎHD’ê a serhildanên Kobanê

-46 kesan jiyana xwe ji dest da

-682 kes birîndar bûn (herî kêm 110 ji wan zarok)

-1974 kes hatin binçavkirin

-323 kes hatin girtin

-38 kes rastî îşkenceyên giran hatin

Serhildanên gel ên ji bo Kobanê di bingeha rizgarkirina Kobanê de bû yek ji hîmê bingehîn. Li aliyekê berxwedanên gel ên li Kurdistan û cîhanê, li aliye din têkoşîna di eniyên şer ên li hember çeteyên DAÎŞ’ê bi xwe re mizginiya rizgariyê anî. Ev mizgînî di meha Çileya 2015’an de bi agahiya “Tevahiya Kobanê ji çeteyan rizgar bû” hat dayîn.

Doza Kobanê Û hewildanên tolhildanê ya Dewleta AKP’ê

Kobanê rizgar bibû, ew DAÎŞ’ê ku li Rojhilata Navîn wek pizota agir bibû belayê serê gelan, bi berxwedana keç û xortên Kurd têkçûbû. Kobanê bibû destpêka têkçûyîna DAÎŞ’ê li tevahiya Sûrî û Rojhilata Navîn. Tevahiya welatên cîhanê minekarê lehengên Kurdistanê bûn. Li çanekarê cîhanê serkeftina hêzên YPG û YPJ’ê dihate axaftin. Cîhan matmayî mabû li vê îrade û berxwedanê.

Lê belê hin kes hebûn ku ev serkeftin bibû kul û derd ji bo wan. Di serî şefê faşist Erdoğan û hevkarên xwe vê têkçûyîna DAÎŞ’ê weke têkçûyîna polîtîkayên xwe didîtin. Lewma hem li Bakurê Kurdistanê, hem li Başur, hem jî li Rojava êrîşên xwe yê dagirkirinê berfireh kirin.

Dema ku berxwedana Kobanê û serhildanên ji bo piştgiriya Kobanê pek hatin pêvajoya çareseriyê hê jî berdewam dikir. Her çiqas di pişt perdê de dewleta AKP’ê ji bo têkbirina têkoşîna rizrgariya gelê Kurd bi planên weke “çok dayînê” planên qirêj saz dikir jî, pêvajo hêj nexetimî bû. Ji ber vê yekê bûyer û qetlîamên ku di sê rojên Cotmeha 2014’an de pêk hatin ji rojevê hat xistin.

Wê demê serdozgeriya Amedê di derbarê bûyeran de lêpirsînek da destpêkirin lê tiştek ji vê lêpirsînê derneket. Paşî di Cotmeha 2015’an de careke din lêpirsînek di derbarê rêveberên navendî yê HDP’ê de hate destpêkirin. Ev lêpirsîn demeke dirêj berdewam kir.

Lêpirsîna di derbarê bûyerên serhildana Kobanê de ku mijara dosyaya me ye, di Îlona 2020’an de hate vekirin. Di 25’ê îlonê de li gelek bajaran operasyonên binçavkirênê hate kirin û 20 HDP’yiyên ku di nav de şaredar û parlamenterên berê jî hebûn hatin binçav kirin. Serdozgeriya Enqereyê di derbarê 82 kesan de biryara binçavkirê dabû. Piştî wê rojê dem dem hin HDP’yiyên din jî hatin binçavkirin. Di 2’yê Cotmehê de ji kesên hatibûn binçavkirin 17 kes hatin girtin. Di 3’yê Mijdarê de jî 3 HDP’yiyên din hatin girtin. Û her wiha di derbarê siyasetmedarên ku berê ji ber hin dozên din di zindanê de bûn jî li ser vê lêpirsînê biryara careke din girtinê hat dayîn.

Doznameya vê lêpirsînê di Kanûna 2020’an de temam bû û 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 7’ê Çileya 2021’an de dozê qebûlkir. Doznameya ku bi tevahî li ser derewan hatibû sazkirin ji 3 hezar û 530 rûpelan pêk dihat. Her wiha 324 klasorên delîl û pêvekan hebû. Dozname ji bo 108 siyasetmedaran hatibû amade kirin û 28 ji wan hêjî girtîbûn. Di nav wan de Hevserokên Giştî yê HDP’ê yên berê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, siyasetmedarên weke Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Sırrı Sureyya Onder, Ayla Akat Ata jî hebûn.

Di doznamê de di derbarê siyasetmedaran de ji 29 sucan 38 car cezayê muebbede û 19 hezar û 680 sal cezayê zindanê dihat xwestin.

Ev doza dewleta AKP’ê û daraza wê li dijî siyaseta Kurd, bi hêrsa têkçûyîna Kobanê hatibû pêk anîn. Ev yek di amadekirina doznameyê de jî xwe dida xûyakirin. Lê doza Kobanê rastî bertekên gelek aliyan hatin. Ji xwe dema roja yekem rûniştina dadgehê nêzik bû, doz hêdî hêdî vegeriya darizandina AKP-MHP û polîtîkayên wan yê înkar û îmhayê. Ji xwe ji ber van sedeman bû ku daraza AKP’ê nexwest dadgeheke bi rêk û pêk çê be û yekem rûniştina dozê sabote kir.

Di van rojan de ev doza girîng hê jî berdewam dike lê wisa xwûya ye wê siyaseta Kurd careke din dewleta faşîst û daraza wî ya bê edalet bidarizîne û serkeftina Kobanê pesend bike.

Post Views: 143
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’
JIN

‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’

28/05/2025
‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’
NÛÇE

‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’

28/05/2025
 Rêxistina Sara li dijî kuştina jinan daxuyaniyek da
NÛÇE

 Rêxistina Sara li dijî kuştina jinan daxuyaniyek da

28/05/2025
Di pey Bangeke dîrokî re!
ROJEV

Ronahiya Fikir Û Ramanên Rêber Apo

28/05/2025
DEM DEMA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK E
HAJMARA PDF

DEM DEMA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK E

28/05/2025
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

28/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.