Reşo Mihemed/ Qamişlo
Rojnamevan Erdogan Altan da zanîn ku Hamas bi êrişa xwe ya dawî ya li dijî Israilê perçiqî û nedikaribû wê êrişê veguherîne qezanckirineke siyasî an jî civakî û wiha got: “Ji niha û şûnde wê herêm hin şer û pêvajoyên girantir bijî. Bila ti kes Îsraîl ji bo cihûyan weke parazvanekê nebîne. Lê belê ew nûnera hêzên kaptalîzm li herêmê ye.”
Geşedanên dawî yên ku li herêma Rojhilata Navîn bi taybet li Israîl, Filestîn, Libnan û derdorê çêdibin, cihê xeterî, rapirsîn û hizirînê ye. Girêdayî heman mirjarê rojnamevan Erdogan Altan, bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Di dema heyî de sedema şer û pevçûnên ku di navbera Israyîl, Hizbullah û Hemasê de çêdibin çi ye?
Geşedan û pêşketinên dawî yên ku herêmê aniye ber gilokek ji agir, teyisandin an jî eynika şerê cîhanî yê siyem e. Yek ji sedemên bingehîn ên sêyemîn şerê cîhanê ew e ku îştaha hin hêzên gerdûnî (Rusya û Çîn) û hêzên statukoparêz (Tirkiye û Îran) dixwazin bikevin cihê hegemonya Amerîkayê, vedike. Rewşa heyî wiha ye; Tirkiye û Îran difikirin ku Dewletên Yekbûnyê yên Amerîka (DYA) di Rojhilata Navîn de lawaz ketiye. Ji bo vê jî cihên (Iraq û Sûriye) ku wê DYA vala bike tije bikin û cihê vala bike jî ew bixwe mudaxele bikin. Ji ber ku dema Amerîka ji Afxanîstanê vekişiya ji aliyekê ve Çîn di bin navê aborî û teknîkê de, di heremên Şîa de jî Îran û hin heremên din jî dewleta Tirk a dagirker xwest destwerdanê bikin. Niha tê nîqaşkirin ku wê DYA ji Iraq vekişe, Tirkiye û Îran dixwazin mudaxeleyê wir bikin. Ji xwe ne hewceye em qala Sûriyê bikin, ji ber ku ji bo wan cihê herî sereke ya mudaxeleyê Sûriye ye. Anku her kes ya hev çavdêrî dike û li gor wê qaxeza xwe ya destwerdanê amade dike. Divê em şerê navbêra Îsraîl-Hemas û Îsraîl-Hizbûllah jî di vê çerçoveyî de bigirin dest. Yanî Tirkiye û Îran ku hewil didin valatiyên ji ber hegemonya DYA’yê çêbûne tije bikin, Îsraîl û hin hêzên din ên heremî (wek e Suîdî Erebîstan, Misir û Hîndîstan) jî nasekinin. Ew jî hem dixwazin pêşiya van her du hêzên heremî yên Tirkiye û Îranê ku dixwazin cihên valatî ava bûne tije bikin, bigirin û hem jî dixwazin ew bibin hêzên sereke yên van valatiyan tije bikin. Ango ji aliyekî ve dixwazin ji hegemonya DYA’yê re kontrol bikin, çareser bikin.
Di şerê heyî de nakokî û îtîfaqa hêzên navdewletî û heremî çawa ye?
Di stratejiya ewlekariya neteweyî ya Amerîka de hertim parastin û palpiştevaniya Îsraîl heye. Ev rast e, lê Îsraîl jî gelek caran înisiyatîf girtiye û serdestiya Amerîkayê ya lawaz bûye li ser navê wê ji nû ve ava kiriye û piştgiriyeke xûrt daye wê. Hamas nûnerê xeta Îxwanî (Birayên Misliman) ên radîkal a îslama Sunî ye. Ji aliyê hikumeta şer a AKP/Erdogan ve hatiye parastin, xistiye bin baskê xwe. Ev parastin carcaran derketiye asta têkiliyên stratejîk jî. Hîzbullah, nûnertiya baskê herî radîkal a îdeolojiya Şîa dike. Hêza xwe ya îdeolojîk ji xeta Ayetulah Xumeynî û bajarê Kûm a ku navenda îdeolojiya Şîa ye, digire. Piştgiriya xwe ya siyasî û ekonomîkê jî ji mêj ve ji Komara Îslam a Îranê digire. Hizbullah vê destekê digire jî li Lubnanê zivirandiye piştgiriyeke cidî ya civakî. Lê ji ber berjewendiyên wan ên hevpar ji bo Îran bibe hêzeke serwer a heremî jî têkoşînek û siyaseteke xurt jî meşandiye. Di vir de derdikeve holê ku Hizbullah di ser Îran, Hamas jî di eksen û desteka Tirkiyê de sekineke stratejik-polîtîk nîşan dane. Ango Tirkiye û Îran van her du hêzan li ser esasê berjewendiyên xwe yên heremî aktîf kirine an jî xistine tevgerê. Em vê rewşî wisa jî dikarin bixwînin; şer û pêvçûna navbêra Hamas û Hizbûllah a li dijî Îsraîlê, di esasê xwe de Îran û Îsraîl hatine beranberê hev û qismek jî dewleta Tirkiyeya Erdogan û dewleta Îsraîl a Netenyahu nakokî û pêvçûnê de ne. Mijar, mijareke hewildana her yek dibêje ez bibim serwer (hegemonya) heremê ye, lêgerîna serwerbûyîna heremê ye. Bi taybet dewleta Tirk a dagirker ku di bin navê ‘xwedî li doza Filîstînê derdikevim de’ ewqas qîr û gazin dike, sedema xwe ew e ku dixwaze bide ferqkirin ku ew rant (para min jî heye) heremî taleb dike. Ev vekirî û zelal xuya dike ku DYA, Brîtanya, Fransa, Elmanya, di vê şerî de di hêla ekonomî, leşkerî, siyasî û dîplomasiyê de piştgiriyê didin Îsraîlê, her cure alîkarî dinin û bi vî awayî dibin terafek (aliyekê) vê şerî.
Wê rewş û pozîsyona Îran, Hamas, Hizbullah ji niha û şûn de çi be?
Em dikarin bêjin ku Hizbullah ji salek û şûnde pozîsyona xwe ya li dijî Îsraîlê baş zelal nekir an jî nikaribûye diyar bike. Yanî heya kîjan radeyî piştgiriyê bide Hamasê an jî berxwedana Filistîne aşkere nekir. Di vê mijarê de xwarûvîçkên cidî jiyan kir. Hizbûllah hemû nakokiyên mezhebî yên bi Hamas re di stratejiya xwe ya siyaset û leşkerî de teyîsand. Tenê di hemû çalakiyên Hamasê ji ber dijbertiya Îsraîlê dikir xwest jê sûd werbigire, lê sekineke ku dixwaze di vî şerî de Hamas bi ser bikeve nîşan neda. Bêguman dizanîbû ku eger Hamas tasfiye bibe wê dor were wê. Ji bo vê jî piştgiriya xwe tenê di asta ku Hamas tam tasfiye nebe de hişt. Yanî nexwest Hamas tam tasfiye bibe. Ev sekina ne diyar a Hizbûllahê çavkaniya xwe ji siyaseta Îranê digire. Îran jî di vê pêvajoyê de siyaseta xwe wek “Stratejiye Sebir-sebirkirinê” pênase dike. Ez bawerim Îran vê siyasetî li ser gotinên pêşiyan a “Derwêşê sebir bike digihêje miradê xwe” xwestiye ava bike. Rast e ev siyaseta Îranê di Iraqê de encamek girt. Lê divê Îran baş zanibe di demên dawî de civaka Rojhilata Navîn vê gotinê wiha zivirandine “Derwêşê pir sabir bike ji sebrê qelihiye-miriye çûye”. Ango geşedanên dawî ya Îsraîl-Hizbûllah rewşa siyaseta Îran a “Stratejiya Sebir-Sebirkirinê” dişibe rewşa gotina duyemîn a ku civakê zivirandiye. Hamas jî, di bin mezinbûna êrişa xwe ya ser Îsraîlê de perçiqî. Ne dikaribû wê bersivdayîna Îsraîlê pêşwazî bike, ne jî dikaribû wê êrişa xwe bizivrîne qezanckirina siyasî û civakî. Ji xwe nikaribû bersiva êrişên Îsraîl ên bêwjdanî hatin kirin bide. Di bin navê agirbestê de hevdîtinên hatî kirin jî tenê ji bo hin wext qezanc bike an jî bixapîne. Ev yek bi sûîqasta li serokê Hemasê Îsmaîl Hanî hate kirin de, derket holê. Bêguman ji niha û şûnde wê herêm hin şer û pêvajoyên girantir bijî. Dibe ku hêza Hemas û Hizbûllahê lawaz bûbe, lê çand û kevneşopiya Rojhilata Navîn li dijî her cure êrîş û ferzkirinên derve berxwedaniya xwe bidomîne. Vê berxwedaniyê êdî di bin kîjan nav an jî navan de bike qiymeta xwe nîne, lê dê berdewam bike. Bila ti kes ya Îsraîlê jî bi boneya cihûyan weke parazvanekê nebîne. Lewra Îsraîl nûnerê heremê ya hêzên emperyal ên gerdûnî ye. Notirvanê sereke ya sermayedarên gerdûnî ya Rojhilata Navîn e. Stratejiya wê ya bingehîn êrişkariya wê ye. Dewleteke ku êrişkariya xwe zivirandiye xeteke polîtîk. Du êrişkarên hov ên Rojhilata Navîn hene; yek Îsraîl e û yek jî Tirkiye ye û hertim êrişî nirxên civakan dikin.
Hetanî ku aramî bikeve herêmê, pê re jî alozî û pirsgirêkên heyî li Rojhilata Navîn çareser bibin, pêwîste çi were kirin?
Pirsgirêka bingehîn a heremî netewdewlet e. Ji ber vê yekê di hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn de dest û para netewdewlet a Îsraîl, netew dewlet a Îranê, netewdewlet a Tirkiyê tê de heye. Yek ji wan Şîacitiyê dike, yek ji wan Sûneîyê dike, yê din jî siyonîstkariyê dike. Ji bo vê jî hewil didin li ser her kesan ferz bikin ku li gorî wê pozîsyon bigirin. Naxwazin parve bikin, hevkariyê bikin, dixwazin bi zor û zordariyê her tiştî ji xwe re bigirin, serdestiya xwe ya netewdewletbûnê ferz dikin. Gelek hêzên biçûk û mezin ên heremê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin. Taybetmendiya herî bingehîn a van her sê dewletan ew e ku an terafekê şerên diqewimin, an jî krîz û kaosan derdixin û jê sûd werdigirin. Hemû nêt û hewildanên wan ew e ku li her derî bila krîz û pêvçûn derkeve û ew jî ji vê sûd werbigirin, e. Bi taybet hikumeta şer a faşîst a Erdogan mîmar û pêşengê wê ye. Ji bo vê jî weke çareserî jî divê li her derî pergala konfederal were farzkirin. Ev pergal wê pirsgirêkên Lubnan, Lîbiya, Iraq, Sûriye û hwd… çareser bike. Ji bo vê jî guhertin û veguhertina van dewletan mereke esas e. Bila Îsraîl jî nebêje min serokên Hamasê û Hizbûllahê kuşt û min wan lawaz kiriye û nekeve kêfxweşiya serkeftinê. Ji ber ku bi vî awayî dê ew jî bi aram û rehat nebe. Lewra di çanda Rojhilata Navîn de her tim berxwedanî heye û wê berdewam be. Tirkiye jî bi vê feraseta netew dewlet a hişk nikare berdewam bike, deriziye. Di hêla aborî de hildiweşe. Xeta êrişkariya wê ya leşkerî li hemberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê bi ti awayî serkeftina dixwaze bidest nexistiye, berevajê wê xitimî ye. Di hêla dîplomatîk de tenê dimîne. Di siyaseta navxweyî de pêvçûn û nakokiyeke desthiladariya piralî ve diçe. Ango her kes dixwaze bibe desthiladar. Şêwaza qetilkirina keçika bi navê Narîn û hewildana dixwazin ser bûyerê bigirin, nîşaneya dewleta hildiweşe, civaka ku tengijî ye, exleqên ku pûç û vala bûne ye nîşan dide. Êdî qet deng ji dewlet Baxçelî yê ku digot parastina Enqereyê di destxistina Kerkûk, Mûsil û Şamê de derbas dibe, dernakeve. Tirkiye ji her pêşketin û guherandinan re di pozîsyona avis de ye. Îran, bi yek hevokekê hesaba wê kengê mudaxeleya hûndirê wê were kirin dike, li benda dora xwe ye. Hemû siyaseta xwe li ser dema vê mudaxeleyî dirêj bike ava dike. Komara Îslam a Îranê divê vê yekî baş zanibe, tu feydeya tirsê ji ecelê re tune. Êdî nikare parçe parçeyan bide û welatê xwe biparêze. Eger karibûya bi vê siyasetê xwe biparêze wê Sowyetan xwe parastibûya. Yanî eger em vê pêşdîtinê bînin ziman wê ne şaş be; ji niha û şûnde dora Haşd Elşaibî ye û Hûsiyan e, bi şiklekê din jî dor were hikumeta Şamê ye.






