Birûc Resûl/Qamişlo
Di merasîma oxirkirina şervanê Erekê Xweparestinê Maşûq Mihemed de soza şopandina rêya şehîdan û berxwedanê hate dayîn.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Erkên Xweparastinê şehîd Maşûq Mihemed li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo oxir kirin.
Merasîn bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawistandin.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ibêd Etê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û wiha got: “Ji vir, ji vî cihê pîroz em bejna xwe li ber lehengiya wan ditewînin. Îro şehîdê leheng Maşûq Mihememd jî tev li wan bû. Em ji malbata wî re dibêjin, serê we sax be. Me ji cîhanê re îsbat kir ku em tu carî tune nabin, wê bi hezaran Maşûq derkevin. Şehîd Maşûq ne yê yekem e, bi hezaran şehîdan ji bo doza azadiyê xwe feda kirin. Em jî soza şopandina rêya wan û parastina doza azadiyê li ser şopa fikra Rêber Apo didin.”
Pişre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî axivî û wiha got: “Êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ji me re gelek tişt dan îsbat kir ku ev gelê berxwedêr hevgirtî ye. ji ber vê yekê em soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku ji bo edaletê û wekheviyê şopdarên şehîdan bin.
Di heman demê de Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Elî Resûl da zanîn ku fedakariya hemû şehîdên Kurdistanê silav kir û soza bilindkirina asta têkoşînê da.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.
Şehîd bi tilîliyên dayikan û siloganên “Şehîd Namirin” hat oxir kirin.






