Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina mirovahiyê ye’

02/10/2024
in ROJEV
A A
‘Dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina mirovahiyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

Jina bi navê Terfa Hecî Elî ku ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo û heta niha xwe ji  jiyana derveyî malê qut kiriye û eger ne ji bo rewşeke lezgîn be ji mal dernakeve diyar kir ku dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina aşitî û demokrasiyê ye.

Terfa Hecî Elî bi navê xwe yê din Jiyan Ocalan li Bajarê Hesekê jiyan dike. Dema temenê wê 23 sal bû, Rêber Apo rastî Komploya Navnetewî hat û radestî dagirkeriya Tirk hat kirin. Terfa jî pîştî wê rojê ji jiyana rojane û derketina derveyî malê xwe qutkiriye.

Derheqê jiyana xwe û bandora ku Rêber Apo li kesayeta wê kiriye, Terfa Hecî Elî ji rojnameya me ra axivî.

‘Dîlgirtina Rêber Apo bû qutbûna min ya jiyanê’

Jiyan Ocalan da xuyakirin ku piştî Komploya Navnetewî 15‘ê Sibatê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye meşandin, wê xwe ji jiyana ji derve qut kirye û wisa dest bi axaftina xwe kir:  “Navê min Terfa Hecî Elî ye, li bajarê Hesekê jîyan dikim. Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê wek her kesayetekê li ser kesayeta min jî bandorek mezin da avakirin. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, heman demê de vîn û zanista civakê ye. Ji ber wê jî gelê Kurd û Rojhilata Navîn bi ramanên Rêber Apo jîyan dike. Ji ber wê yekê dema Rêber Apo rastî komployek navnetewî hat wek dibêjin nefesa me ya gelê Kurd qut bû. Piştî dîlgirtina Rêber Apo min jî di wê demê de jiyana ji derveyî malê li xwe heram kir. 26 salin min xwe ji jiyana derveyî malê qut kirye. Şahî û ahengên ku çê dibin bi ti awahî ez tevlî nabim. Xwarin û vexwarinên keyfî naxum. Jiyan Ocalan di odeyekê ku bi wêneyên Rêber Apo hatiye xemiland de jiyana xwe didomîne. Jiyan dibêje ger ku Rêber Apo dikare di nava sistemê qirkirin û îşkenceyê de têkoşînê bike, em jî weke şopdarên doza Rêber Apo dikarin vê dozê belav û mezin bikin. Jiyan got ku Heya rewşekê lezgîn neqewime, ez dernakevim ji derve û bi vî awayî girêdana xwe ya bi Rêber Apo re, dide xuyakirin.”

‘Ruxmê hişyariyên malbat û civakê heya Rêber Apo azad nebe, ez dest ji helwesta xwe bernadim’

Terfa axaftina xwe wisa domand: “Rêber Apo dema ez zarokbûm, min dîmenê ku Akademiya Mahsum Korkmaz ya newala Bekayê guhdar dikir. Dahûrandinên Rêbertî yên li ser şervanên azadiyê min kesayeta xwe têde dît û ez pir bandor bûm. Rêber Apo dibêje ‘Yê min wek rêber dide jîyan kirin ez zêdetir rêberê wî/ê me’ Nêrîn û nirxandinên Rêber Apo pêşxistina kesayetê bingeh digre. Ji bona helwesta min, civat û cîranên derdorên me navê min kirin Jiyan Ocalan. Wêneyên Rêber Apo diparêzim û wana bi rêk û pêk paqij dikim. Ramanên Rêber Apo şêwaza min ya jiyanê ye. Her çiqas asta min ya xwendinê kêm be jî, bi hebûna paraznameyên Rêber Apo hêz dide jiyana min. Ez carnan jî, rastî hişyarîyên malbatê têm. Raste malbat welatparêze lê welatparêzîya wan di asta sembolîtîk deye. Lê girêdana min ya Rêbertî, bi ya malbata min cudatir e. Rêber Apo kîjan demê azad bibe, wê demê wek kesayet ez jî dest ji helwesta xwe berdim û bi dilgermî tevlî jiyanê bibim.”

‘Pewîste ji bona azadiya Rêber Apo ya fîzîkî têkoşîn bê xurtkirin’

Terfa axiftina xwe wisa qedand: “Azadiya Rêber Apo wek nan û av ji bona me giringe û pêwîste ku Rêber Apo demildest fîzîkî bê azad kirin. Ji bona azadiya Rêber Apo divê tevahî civak ji 7 salî heya 70 salî têkoşînê bikin û li dora Rêber Apo kom bibin. Ez bi gihiştina destpêkirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li ser Rêber Apo destpêkirî, soza bilindkirina têkoşînê didim û silavên xwe ji bona hemû dîlgirtîyên azadiyê û Rêber Apo re dişînim”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.