Birûc Resûl/Qamişlo
Şehîd Rustem Cûdî wiha dibêje: “Ji zanistê re dawî nîne, divê hûn hertim lêgervanên wê bin û ji bo rêxistinê xwe pêş bixin”. Şehîd Rustem Cûdî xwedî kesayeteke fedekar, pêşeng û bi zaistê dagirtî bû.
Şehîd Rustem Cûdî ku salên dûr û dirêj di nava tevgera azadiyê de ciyê xwe girt, fermandarekî pêşeng, perwerdekar û hunermend bû. Di hema demê de di wergera pirtûkên Rêber Apo de bi salan kadro perwerde kirin. Rustem Cûdî û du endamên komîteya leşkerî yên HPG`ê û çar hevalên wan di êrişên dewleta Tirkî a dagirker de li heramên parastinê yên medya şehîd bûn.
‘Ev sermiyanê me ye’
Şehîd Rustem Cûdî sala 1965`an de ji dayîk bû. Ji zarokatiya xwe ve mirovekî zana, rêzdar û pir balkêş bû. Herdem mîna mezinan tev digeriya. Diya wî her tim wiha digot “Ev sermiyanê me ye”. Di dibistana xwe de pir jîr û jêhatî bû. Ji bo wê mamoste, xwendekar û her kesî pir jê hes dikir. 1974`an ew hatin bajarê Serê Kaniyê. Wê demê destek dida çepgirên Kurdên Sûrî. Wî nûnertiya xwendekarên çepgir dikir û perwerde jî dida wan. Di nava hevalên xwe de pir xuya bû û ne kesayeteke asayî bû. 1980`an bi derketina PKK`ê re di kesayeta xwede guhertineke nû çêkir. Êdî armanca xwe dabû xuyakirin. Sala 1985`an de bi awayekî fermî tevlî PKK`ê bû û derbasî Lubnanê bû. Piştî perwerdeyê li Rojava kar kir. Duristbûn û nefspiçûkbûna wî dihişt ku her kes jê hez bike û pê ve bê girêdan. Şehîd Rustem hem şervan, tembûrvan û hem jî mamoste bû.
‘Şehadeta te ji ketina destê dijmin ji min re hêsantir e’
Rustem her tim wiha digot: “Ez zikreşiya kesên ji xwe jîrit nakim. Lê kesên azad ku canê xwe fedayî welatê xwe dikin avajiya min bi wan tê.” Di sala 2001`an de ji bo xebata rêxistinê careke din hat Rojava, wê demê mlabata xwe dît. Diya wî jê re digot: “Şehadeta te ji ketina destê dijmin ji min re hêsantir e.” Di wê pêvajoyê de gel pir sar bûbû. Bi hatina wî re careke din vegerandin nava şoreşê çêbû. Ji bo wê rêjima Sûrî li pey bû. Sala 2011`an li Xinêre di êrişa dewleta tirk a dagirker de ew û çend hevalên xwe şehîd bûn. Şehadeta wî mîna xencera di dil de be. Şehadeta wî bandoreke mezin li gel kir. Ji hevgirtina gelan re li Rojava bû bingehekî sereke û bersiva herî mezin ji dagirkeran re bû.
Fermandarê heqîqetê
Rustem Cûdî Kesayeta xwe bi şoreşê re kiribû yek. Ji bo wî rêxistin li pêşiya her tiştî bû. Li nirxên wê xwedî derdiket û digihand serkeftinê. Fikrekî wî yê pêşketî hebû. Perwerdekarekî pir zana bû û bi awayekî sîstematîk kadroyên PKK`ê bi salan e perwerde kirin û digot, “ji zanistê re dawî nine, divê hûn tim lêgervanên wê bin û ji bo rêxistinê xwe pêş bixin”. Hevalê Rustem kesayeteke pir cidî, dagirtî û danûstandina wî dewlemend bû. Herwiha ji hunerê pir hes dikir, tim wiha digot: “Ez ji sazê pir hes dikim lê dengê min ne xweş e. Şehîd Rustem mirovekî pir nefspiçûk bû, xwe qet ji hevalên xwe cuda nedidît. Hevaltî û duristbûna wî ruhê PKKê dida diyarkirin.
Pêşeng û zanist: Rustem Cûdî
Rustem Cûdî kadroyekî îdeolojîk yê têkoşîna azadiyê bû. Li gel endamtiya PKK`ê di gelek xebatên rêxistinê yên weke (KADEK, KONGRA GEL, KCK`ê) de di asta jor de rêveberî dikir. Bi salan di têkoşîna azadiyê de cî girt. Mînaka herî mezin a fedakarî û nefspiçûkiyê bû. Şehadeta wî bandoreke mezin li rêxistinê kir. Ji ber ku ji kadroyên partiyê yên pêşeng bû; her wiha di pirsigirêkên Rojhilata Navî û çareseriya wan de, xwediyê îdeolojiyeke kûr bû. Di pêvajoyeke zor û zehmet de ku dewleta tirk a dagirker li ser gelê kurd êrişên xwe yên hovane zêde dikirin, şehadeta wî ji bo gel windayiyeke pir mezin bû. PKK`ê bi partiya şehîdan tê nasîn. Bi berxwedan û vîna şehîdan derket holê.






